PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Polîsan telefona parlamenter Aydenîz dizî

Polîsan şevê din êrîşî çalakvanên li Amedê di greva birçîbûnê de kirin. Di êrîşê de polîsan parlamenter derb kirin û telefona parlamenter Salîha Aydenîz jî dizîn

Polîsên dewleta tirk şevê din bi awayeke hovane êrîşî çalakvanên li avahiya HDP’ê ya Amedê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, kirin. Polîsan di dema êrîşê de deriyê avahiya HDP’ê şikand û ketin hundir. Di êrîşê de polîsan cam û derî şikandin, parlamenterên HDP’ê derb kirin û 7 çalakgerên greva birçîbûnê jî binçav kirin.

Beriya polîs bi ser avahiyê de bigirin, parlamenterên HDP’ê li ber derî nobet girtin. Polîsan bi kulm û pêhnan parlamenteran derb kirin. Di vê kêliyê de parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz bi telefona xwe tundiya polîsan dikişand. Polîsek ku midurê polîsan e di vê kêliyê de telefona Aydenîz dizî. Di kêliya rageşiyê de polîsan dema dest danî ser telefonê ji aliyê parlamenterek din ve bi telefonê dîmenê wê kişand.

Parlamenter Aydenîz têkildarî mijarê axivî û destnîşan kir ku dema polîsan bi ser avahiya wen de girt hatine derbkirin û di rageşiyê de midurê polîsan dest daniye telefona wê. Aydenîz wiha domand: “Midûrekê polîsan ê por spî û bi berçavk ferman da polîsan ku dest deynin ser telefona min û xwest polîs pêhnan li me bidin. Polîs telefona min ji destê min dizî.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar