PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Polîsan xwestin ku belgeya ‘Cîhan Can bi qisûre’ bi malbatê bidin îmzekirin

Polîsên trafîkê yên ku ji bo lêkolînkirina qetilkirina ciwanê bi navê Cîhan Can hatin cihê bûyerê, xwestin belgeya ‘Cîhan Can di bûyerê de bi qisûre’ bi malbatê bidin îmzekirin. Lê malbatê ev hewldana veşartina cînayetê red kir

Hêzên polîsên çevîk ên dewleta tirk şeva din li ber avahiya HDP’ê ya Amedê bi seyareyê li ciwanê bi navê Cîhan Can (33) ku endezyarê înşaetê bû xist û Can qetil kirin. Ji bo otopsiyê jî cenazeyê Can rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî. Îro di danê sibehê de jî malbata Can cenazeyê kurê xwe ji morgê wergirtin û li Goristana Yenîkoy a Amedê defin kirin. Malbat şîna kurê xwe li Mala Şînê ya Hevedanê qebûl kir û dê şîn 3 rojan bidome.

Piştî bûyerê polîsên ku li cihê bûyerê lêkolîn kirin, Can ‘bi qisûr’ dît û xwestin ku belgeya ‘Can bi qisûre’ bi malbatê bidin îmzekirin. Lê malbatê ev yek red kir û belge îmze nekir. Li ser vê yekê jî polîsên ji bo lêkolînê hatin, ji cihê bûyerê çûn.

Li gorî agahiyan, ji ber cînayetê heta niha polîsek hatiye binçavkirin. Hat zanîn ku polîsê hatiye binçavkirin dê îro sewqî dadgehê bê kirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar