Parêzer Nacî Duman ku ji 3 zarokên li Wanê bi O.D. re hevdîtin kir diyar kir ku ji ber îşkenceyê rûyê zarokan reş û şîn bûye û di tramvayê de ne. Duman da zanîn ku polîsan bi darê zorê ewraq bi zarokan dane îmzekirin û têkildarî naveroka ewraqan xwedî agahî nînin
Li taxa Xaçort a Wanê di 15’ê sibatê de zarokên bi navên O.D. (17), Ş.Y. (16) û O.S. (14) ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin. Di dema binçavkirinê de polîsan zarok li erdê dirêj kirin, bi qundaxa çekan li serê wan xistin, kulm li rûyê wan dan û pêhn li zikê wan dan. Zarokên ku derbasî Midûriyeta Asayişê ya Wanê hatin kirin, li vir jî rastî îşkenceyeke giran hatin.
Zarokên ku rastî îşkenceyê hatin serpêhatiyên xwe bi endam û serokê Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Wanê re parve kirin. Zarokan da zanîn ku polîsan bi qundaxa çekan li serê wan xistine û serê wan xistine klozetê. Di laşê zarokan de jî şopên îşkenceyê hatin tespîtkirin û di bedena wan de gelek dever şikestî bûn. Her wiha ji zarokan O.S. ku hîn li Şaxa Zarokan a Midûriyeta Polîsan a Wanê tê girtin, ji ber îşkenceyê çavê wî yê çepê kor bû. Îşkenceya ku li zarokan hatiye kirin di rapora Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Wanê de jî hate destnîşankirin.
Rûye zarokan reş û şîn bûye
Di rapora Komîsyona Baroya Wanê de jî hat destnîşankirin ku zarokan diyar kiriye ku rastî îşkenceyê hatine, serê wan xistine klozetê û çêr li wan hatiye kirin. Der barê mijarê de parêzer Nacî Duman ku bi zarok O.D. re hevdîtin kir ji MA’yê bi Mujdat Can re axivî û anî ziman ku rewşa zarokan a derûnî baş nîne. Duman di berdewamê de jî wiha got: “Di 16’ê sibatê de polîs dîsa çûne şaxa zarokan û bi zarokan re hevdîtin kirine. Bi zorê ewraq pê dane îmzekirin. Zarokan xwestiye ewraqan bixwînin lê gotine ‘hûn îmze bikin ev we eleqeder nake’ û bi tirsê ewraq bi zarokan dane îmzekirin. Lê em nizanin bê ka di hundirê wan ewraqan de çi heye. Rûyê zarokan reş û şîn bûye û hîn jî îfadeya wan nehatiye girtin. Zarok tramvayeke mezin derbas dikin. Em nizanin di dosyayê de çi heye. Di bin navê sihbetê de bi zarokan re axivîne. Me bihîst ku bi darê zorê hin tişt bi zarokan dane qebûlkirin. O.D. serê pêşîn der barê xwe de neaxivî lê piştre axivî.” WAN