Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Polîsê bersûc tev li danişînê nebû

8’emîn danişîna doza ku têkildarî kuştina Şahîn Oner ê di 10’ê Sibata 2013’yan de li Semta Şehîtlîkê ya Navçeya Yenîşehîr a Amedê maşîneya zirxî ya polîsan lê qelibî û jiyana xwe ji dest da, hat dîtin. Danişîn li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Bavê Oner Mehmet Şîrîn Oner û parêzerê wî Abdullah Zeytûn di danişînê de amede bûn. Lê polîsê bersûc S.K. ê bi maşîneya zirxî Oner perçiqan û bi sûcdariya ‘Bi zanebûn kuştinê’ cezayê muebetê jê re tê xwestin beşdarî danişînê nebû. Parêzerê wî jî hinceta ne tevlibûna xwe ji dadgehê re ragihand.

Polîsan berî danişînê hem li ber edliyê û di hûndirê edliyê de ewlekariyek zede girtin. Balkêş bû ku 3 polîsên ku danişîn şopandin jî girtekên danişînê girtin û ji salonê derketin.

Polîsê şahid neanîn

Şandeya dadgehê di danişîna derbas bûyî de, ji bo ku polîsê şahid bê guhdarkirin nivîs ji Midûriyeta Polîsan re şandi bû, lê polîsan jî bi awayekê ku ew ê nekarin polîs bînin dadgehê bersiv dane şandeyê. Dadgehê dîsa da zanîn ku biryara li cihê bûyerê keşifkirin jî bi cih nehatiye anîn.

‘Bila bersûc bê girtin’

Destpêkê parêzerê malbata Oner Abdûllah Zeytûn di danişînê de parastin kir û wiha axivî: “Derbarê kişfê de fikarên min hene. Em dixwazin ku şandeya dadgehê jî beşdarî kişfa cihê bûyerê bibe. Tê xwestin ku dosyeya mirina Oner, veguherînin dosyeya qezaya trafîkê. Polîsên bersûc û şahid, tenê ji bo parastina xwe axivîn û parastin kirin. Ger li dadgehê nebe jî em dixwazin bersûc bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibe. Bersûc ji roja destpêkê ve beşdarî danişînan nabe. Ew mafê me yê ku em ji pirsan bipirsin tuneye. Ji ber rehetiya karmendê dewletê ye, beşdarî danişînan nebe. Bi SEGBÎS’ê be jî em dixwazin ku tev li danişînê bibe. Rewşa heyî dide nîşandan ku bi zanebûn Oner hatiye kuştin. Ji ber vê em dixwazin ku besûc demildest bê girtin.”

Şandeya dadgehê dûre biryara xwe ya li cihê bûyerê keşif kirinê dûbare kir, hinceta parêzerê besûc qebûl kir û danişîn taloqî  2’yê nîsanê kir. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar