Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Polîsê fihûşkar dê bi sûcê ‘Êrîşa zayendî yê sifik’ bê darizandin

Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê îdianameya der barê polîsê fihûşkar Ercan Uysaler ku li Şîrketa Anonîm a Kentê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li xebatkara jin D.S. fihûş ferz kiribû, amade kir. Serdozgeriyê tevî qeydên deng jî, xwest ku polîsê fihûşkar bi sûcê ‘Êrîşa zayendî ya sivik’ bê darizandin

Polîsê bi navê Ercan Uysaler di dema qeyûm de li Şaredariyê Bajarê Mezin a Mêrdînê li Şîrketa Anonîm a Kentê ya şaredariyê hate peywirdarkirin. Demek piştre bi qeydên deng xuya bû ku polîs Uysaler li hemberî ‘kadrobûyînê’, li karkerên jin fihûşê ferz dike. Yek ji van jinên xebatkar ku li hemberî kadrobûyînê fihûş lê dihat ferzkirin jî D.S. bû. Piştî ku qeydên deng ên dema ku polîsê fihûşkar li D.S. fihûş ferz dikir derketin, D.S. der barê polîsê fihûşkar Uysalar de gilî kiribû. Lê belê piştre ji ber hin sedeman dev ji gilîkirinê berdabû.

Lê dîsa jî Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê lêpirsîna ku hatibû destpêkirin domand û îdianame amade kir. Serdozgeriyê bi sûcdariya ‘Êrîşa zayendî ya sivik’ îdianame amade kir. 1’emîn Dadgeha Cezayên Asliyeyê ya Mêrdînê jî îdianame qebûl kir. Danişîna yekemîn a dozê dê di 3’yê cotmeha îsal de bê dîtin.

Ji odeyê reviya û xwe xelas kir

Di îdianameyê de îfadeyên D.S.’yê cih girtin. D.S. di îfadeyê de wiha dibêje: “Uysaler her tim ez li mesaiyê dihêlam û êrîşî min dikir. Li qoltixa ku ez li ser rûniştibûm, rûnişt. Ji min re got; ‘Ez dixwazim te bikim xebatkareke kadro ya domdar. Lê li hemberî vê tu dê bikarî çi tawîzan bidî min?’ Ji min re got; ‘Ger tu têkevî kar dê mûçeyê de 3 hezar lîre be û ez jî dê 2 hezar lîreyan bidim te. Dê ji te re diyariyan bikirim.’ Lê min ev yek red kir. Li ser redkirina min, xwest êrîşa zayendî bike. Ez jî ji odeyê reviyam û min wisa xwe xelas kir.”

Ji ber êrîşa zayendî ji kar derket

D.S. di berdewamê de jî ev agahî dan: “Di wê kêliyê de li ber derî personeleka din a jin hebû. Ew jî ji bo ku dema peymana wê bê dirêjkirin, li wir bû. Lê belê Uysaler bi hincetên cuda xwest min li mesaiyê bihêle. Ji min re got; ‘Heta ku tu bi min re nekevî têkiliya cinsî, tu dê nekarî bibî kadro.’ Piştî êrîşeke zayendî jî ez êdî neçûm kar.”

Hewlda da fihûşkariya xwe veşêre

Di îdianameyê de îfadeyên polîsê fihûşkar Uysaler jî cih girt. Polîsê fihûşkar ku sûcdariyên li hemberî xwe red kir, îdia kir ku bi qeydên deng hatiye lîstin û li dijî wî weke şantaj tên bikaranîn. Lê dozgeriyê parastina polîsê fihûşkar weke ‘hewldana xwe xelaskirina ji sûc’ pênase kir û xwest ku polîsê fihûşkar bi sûcê ‘Êrîşa zayendî ya sivik’ bê darizandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku polîsê fihûşkar Ercan Uysaler li navçeyeke ku girêdayî Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê dixebite. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar