Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Polîsên dewleta tirk li 7 bajaran 11 rojnamegeran binçav kirin

Di çarçoveya lêpirsînê de li Enqere, Stenbol, Wan, Amed, Riha, Mersîn û Mêrdînê di heman demê de avêtin ser gelek malan.

Di encama serdegirtinan de Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA’yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar û Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger hatin binçavkirin.
Dadgeriya tirk biryara nepenîtiyê li ser dosyayê danî. Nayê zanîn bê rojnameger bi çi têne sûcdarkirin. Her wiha hat ragihandin ku rojnamegerên li bajarên cuda hatine binçavkirin dê bibin Enqereyê.
Nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren jî ji ber lêpirsîneke cuda li mala xwe ya li Amedê hat binçavkirin.
Gelek saziyên rojnamegeriyê nerazîbûn nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan.

MKGP: Hûn nikarin rojnamegeran bêdeng bikin

Di çarçoveya lêpirsîneke ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de bi ser malan de hat girtin û nûçegihanên JINNEWS û MA’yê hatin binçavkirin. Bi polîtîkayên tepisandinê ya li dijî çapemeniyê re hewl didin ji her alî ve zextê li rojnamegeran bikin. Me doh jî gotibû û niha dîsa dubare dikin; hûn nikarin rojnamegeran bêdeng bikin. Wê ev polîtîkaya we ya zext û tepisandinê negihije armanca xwe. Em ê dev ji nivîsandina rastiyan bernedin. Destê xwe li ser rojnamegeran bikişînin. Qanûn û girtinên we wê nekarin bi rojnamegerên jin paşdegavê bide avêtin.

DFG: Çapemeniya Azad serî natewîne

Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û Jinnewsê ku endamên komeleya me ne, di encama serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Di çarçoveya heman operasyonê de bi ser buroya MA’yê ya Enqereyê de jî hat girtin. Em, vê operasyona ku bi mebesta bêdengkirina rojnamegeran tên kirin, şermezar dikin. Çapemeniya azad dê li hemberî van êrîşan serî netewîne.

DÎSK Basin-Îş:Hevalên me berdin

Di encama serdegirtinên malan ên di danê sibehê de gelek xebatkarên JINNEWS û MA’yê ku di nav de endamên me jî hene, hatin binçavkirin. Heta niha herî kêm 7 rojnamevan hatine binçavkirin. Em pêvajoyê dişopînin. Rojnamegerî sûc nîne. Di zûtirin demê de hevalên me berdin.

TSG:Dixwazin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin

Di demekî ku qanûna sansûrê ketiye meriyetê de bi ser malên gelek rojnamevanan de hat girtin û bi operasyoneke serê sibehê de hatin binçavkirin. Her wiha li buroyan lêgerîn hatin kirin û ji bo parêzeran jî biryara bisînorkirinê dan. Hûn ê nekarin bi van sepanên xwe rojnamegeriyê krîmînalîze bikin!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar