Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Polîsên faşîst ên xwe li ber govenda kurdî ranegirtin êrîş kirin

Polîsên tirk ên faşîst li Wanê êrîşî DEM Partiyiyên govenda gerandin kirin. Piştî êrîşa polîsan faşîst di nava wan de Hevserokên DEM Partiyê yên Wan¨Veysî Dîlekçî û Gulşen Kûrt jî hebûn gelek kes hatin binçavkirin.

Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Wanê û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo kesên di dema govend girtin de hatin binçavkirin û girtin li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), (MEBYA-DER), Dayikên Aştiyê, endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiye û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankarta Em bernadin wê dîlanê hate vekirin.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar ve hat dayîn. Heval, anî ziman ku li cîhanê di gelek qadan de pêşketinên mezin çêbûne, lê hîn jî dewlet êrîşî zimanê kurdî dikin. Heval anî ziman ku bi van êrîşan nikarin ziman, çand û govenda kurdî tune bikin û got, “Ev çend roj in êrîş li ser gelê kurd tê kirin. Gelek kesên ku ji bo parastina ziman û çanda kurdî li Mêrsîn, Stenbol,. Agirî, Elîh, Sêrt û herî dawî jî li Colemêrgê govend gerandin hatin binçavkirin û girtin.”

Heval bertek nîşanî rakirina hişyariyên trafîkê yên kurdî jî da û got: “Tehemûlî du gotinên kurdî nakin. Ev yek li dijî mirovahiyê ye û nayê qebûlkirin. Çawa ku zimanên tirkî, erebî, farisî û îngilîzî pîroz û bi qîmet in, zimanê kurdî jî pîroz e. bi heman awayî bi nirx û pîroz.”

Welatiyên ku govenda azadiyê bi dawî kirin bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok Apo” xwestin biçin avahiya bajêr ya DEM Partiyê polîsan êrîşî wan kir. Dema di navbera girseya gel û polîsan de demekê gengêşî derket, welatiyên ku li avahiya DEM Partiyê hatin girtin bi çepikan polîs protesto kirin.

Piştî êrîşa polîsan, bi ser gelek malan de girtin û di nava wan de Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê Veysî Dîlekçî û Gulşen Kurt jî di nav de herî kêm 15 kes hatin binçavkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar