Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Polîsên li Serêkaniyê hatin kuştin: Bûyera kiryar ne diyar

Li Serêkaniyê 2 polîs hatibûn kuştin. AKP'ê jî piştî vê bûyerê bi "Plana Têkbirinê" konsepta xwe ya şer xistibû dewrê. Ciwanên ku kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê ketibû stûyê wan, behsa senaryoya trajîkomîk kirin. 

Di 22’yê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê polîsên bi navê Feyyaz Yûmûşak û Okan Acar hatibûn kuştin. AKP’ê piştî vê bûyerê serî li konsepta şer dabû û “Plana Têkbirinê” ku di 30’yê Cotmeha 2014’an de di civîna Desteya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) biryara wê hatibû girtin, xistibû dewrê.

Di çaçroveya lêprisînê ya der barê her du polîsan de ku li mala xwe bi çekê hatibûn kuştin, bêyî ku delîleke berbiçav hebe 9 ciwan hatin binçavkirin û bi rojan hatin îşkencekirin. Ji van ciwanan ku bi îxbarekê hatibûn binçavkirin, 4 jê hatin girtin. Lê di 1’ê adara 2018’an de Dadgeha Cezayê Giran a 2’yan a Rihayê der barê wan de biryara beraetê da.
Ji ciwanên ku kuştina her du polîsan xistibûn stuyê wan Nacî Yilmaz û parêzerê dozê Huseyîn Akay, behsa bêhiqûqîtiyên qewimîn kirin.
Mehemet Nacî Yilmaz anî ziman ku di dema bûyerê de 19 salî bûye û wê rojê bêyî ku haya wî ji tiştekî hebe bi hevalên xwe re bûye û got ku gava ew û hevalên xwe bi wesayîtê di ber mala şaredarê wê demê Menderes Atîlla re derbas bûne hatine sekinandin û polîsên çekdar derdora wan girtiye. Yilmaz diyar kir ku polîsan ji wan re gotiye “em ji şaxa trafîkê hatine” û wiha behsa binçavkirina ewil kir: “Cara ewil bû ku min şaxeke trafîkê ya wiha didît. Lîstikeke cuda hebû. Lê wê kêliyê me fêm nekiribû. Gotin hecz li ser wesayîta we heye û em birin midûriyeta polîsan. Lê belê wesayît a astengdarekî bû û ne pêkan e ku hecz bê ser wesayîtên wiha. Lê wan em ji ber vê binçavkirin. Êvarî saet li dor 18.00’an em birin midûriyeta polîsan. Heta saet 23.00’yan çend caran ketin hundirê midûriyeta polîsan û derketin. Tim digotin ‘sîstem tune ye’ û em eware dikirin. Lê hundirê midûriyeta polîsan ji polîsên tevgera taybet xalî nedibû. Saet li dor 23.00-00.00’an amîrê polîsan hat û got, ‘Nacî Yilmaz, Hasan Aydin, Sedat Aydin têkevin hundir, nasnameyên xwe bidin û hûn jî derkevin.’ Lê gava em ketin hundir, xwe avêtin ser me her sêyan û em birin odeyên cuda. Polîsek ket hundir û li navê min pirsî û got ku tu bi îdiaya kuştina 2 polîsan hatiyî binçavkirin. Gava min pirsî bi kîjan delîlê ez hatime binçavkirin, got, ‘Îxberek hat.’ Gotin wan ew li gor presedurê em binçav kirine. Lê gava em ji midûriyeta polîsan derxistin û bi hinceta we ‘du polîsên me kuştine dibe ku gel êrîşî we bike’ ji dêvla wesayîta fermî em li wesayîteke sivîl siwar kirin. Mesele ev bû, çawa em ji wir derxistin mekanîzmaya îşkenceyê xistibûn dewrê.”
5 rojan îşkence kirin
Yilmaz anî ziman ku di vê pêvajoyê de bêyî ku qeydeke fermî ya binçavkirinê hebe pênc rojan li ser hev bi şev û bi roj tevî hevalên xwe bi îşkenceyeke dijmirovahiyî re rû bi rû maye. Yilmaz bilêv kir ku di dawiya roja pêncan de şandeyeke ji parêzer û siyasetmedaran pêkhatî serdana wan kiriye û got: “Wekî bi çewalekî bigirin bi milên me digirtin û em dibirin van serdanan. Ji lew re ji ber îşkenceyan taqet di me de namebû ku em bimeşin. Em hê 18-19 salî bûn. Heta wê çaxê min ji bo îşkenceyên ku di televîzyonê de didîtin û di pirtûkan de dixwendin digot, ‘tiştekî wiha ne pêkan e.’ Min di wî pênc rojî de fêm kir ku îşkenceyên hatine nivîsandin û xêzkirin kêm in.”
Biryar berê hatibû dayîn
Yilmaz diyar kir ku piştî pênc rojên îşkenceyê sewqî dozgeriyê hatine kirin û got: “Dozger, ji xeynî kuştina polîsan gelek pirsên pûç kirin. Nepirsî ku bûyer çawa çêbûye û çi qewimiye. Paşê em bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Dadger jî bêyî ku tiştekî bibêje em girtin. Ew dadger Nûrî Bûlût bû ku paşê ji ber FETO’yê hat darizandin. Gava parêzerê me rabû û got, ‘Hûn bi kîjan delîlê wan digirin?’ Bûlût got, ‘biryar berê hatiye dayîn, tev nede.’ Bi vî awayî xwest parêzerê me bitepisîne.”
Yilmaz wiha bal kişand ser nakokiyên di dosyeya der barê wan de: “Kesê ku îxbara me kiriye navê me daye û li gor xwe bûyerê bi hûrgulî dibêje. Me jî got, ‘Madem ev kes ev qasî bi bûyerê dizane, nexwe ew jî di nav de ye.’ Telefona îxbarê bi telefona bi ankesor a li ber PTT’yê hatiye kirin. Me jî doza qeydên mobeseyên li wir kir. Lê ji me re gotin mobeseyên li wir xerabe ne û qeydên wê rojê tune ne. Me jî got em doza analîzkirina dengan dikin. Ji lew re hat gotin ku kesê axiviye ne ji vir e û bi devoka Erziromê diaxive. Gava îxbara min dike dibêje ‘kurê Cûma’. Lê Cûmayê ku ew dibêje ne bavê min e, kesekî din e. Min di 3 salan de li dadgehê bavê xwe tespît nekir. Tîmeke suîqastê ya wiha hatiye avakirin ku di îdianameyêd e haya kesî ji kesî tune ye. Li navçeyê 15 kes kom kirine û li gor îdianameyê 10 kes jî ji Sûriyeyê hatine. Yanî 25 kes hene û ev 25 kes diçin malekê û 2 polîsan dikujin. Lê tu kes van mirovan nabîne. Di îdianameyê de nayê gotin ku kê ew kuştine, kî ketiye hundir. Sedema girtina min jî, sirf ji ber ku şopa tiliya kesekî li cem min li daîreya hember hatiye tespîtkirin. Yanî şopa tiliya kesekî din hatiye tespîtkirin, lê rabûn min girtin. Em ji bo wan wekî bombeyeke pîmê wê hatiye kişandinê ne. Ne dikaribûn bavêjin ne jî pê bigirin.”
Kiryar ne diyar
Parêzer Huseyîn Akay jî anî ziman ku ji ber biryara veşarî ya li ser dosyeyê heta îdianame nehatibû amadekirin jî der barê dosyeyê de tu agahî li ber destêw an tune bû û got: “Ji ber ku me nizanibû bê ka delîl xwe disipêrin çi, şensekî me yê ku em îdiayan pûç bikin jî tune bû. Em bi awayekî farazî bi dozgeriyê re muxatab bûn. Tenê me dikaribû îdia bike ku muwekîlê me bê sûc e. Lê ji ber ku me nizanibû tiştên muwekîl pê tên tawanbarkirin çi ne, şansekî me yê ku em delîlan berhev bikin jî tune bû. Mixabin dawiya dawîn bûyerek kiryar nediyar derket holê.”
Agahiyên îstîxbaratî
Akay bal kişand ser bêhiqûqîtiya di dema îfadeyên ewil de û wiha got: “Dozger di îfadeya kesekî de got, ‘Te ji sînor ev tişt anîn. Te rê li ber wan xist, li xwe mikur bê.’ Kes jî ji dozger pirsî ku delîl çi ne. Dozger jî got, ‘Ma dê îstixbarata qerase rabe derewan bike?’ Yanî bifikirin dozgerek herî dawî xwe disipêre agahiyên istixbarî. Jixwe ev jî agahiyên îdarî ne. Ne pêkan e ku ev tişt li edliyeyekê bên qebûlkirin. Lê dozger tenê xwe spartibû van agahiyan. Ev di warê hiqûqî de tiştekî pir trajîk bû. Wê kêliyê me fêm kir ku li holê delîl tune ne.”
Akay diyar kir ku tevî ev qas bêhiqûqîtiyan jî ciwan bi salan hatine darizandin û di girtîgehê de mane û got ku divê ji bo ronîkirina bûyerê divê polîsên gumanbar ên di dosyeyê de bên tespîtkirin û îfadeya wên bê girtin.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar