Piştî mîtînga Amedê ji ber barîna baran zêde hat betalkirin, HDP tura wesayîtan a nav bajêr amade kir. Lê polîsên tirk balonên ku li ser nivîsa ‘Daxwaza wê daxwaza me ye – Leyal Guven’ nivîsandibûn qedexe kir
Mîtînga fînalê ya HDP’a Amedê ji ber barîna barana zêde hat betalkirin. HDP’ê li şûna mîtîngê tura wesayîtan a nav bajêr amade kir. Beriya konvoy ango wesaît ji ber avahiya HDP’ê ya Amedê derbikevin gerê, polîsan avahiya HDP’ê dorpêç kir. HDP’ê balonên nivîsa ‘Daxwaza wê daxwaza me ye – Leyla Guven’ li serê hatibûn nivîsandin amade kiribû. Lê polîsan destûra balonan neda ku HDP’î hildin û di turê de bikar bînin.
Polîsan deriyê HDP’ê li welatiyan û HDP’iyan girt û gotin: “Heke hûn bi van balonan derkevin, em ê nehêlin hûn jî derkevin.” AMED