Di çarçoveya lêpirsîneke ku li Amedê bi îdeaya ‘fînansekirina rêxistinê’ hat destpêkirin de derbarê 105 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Di çarçoveya biryarê de li Amed, Stenbol, Enqere, Edene û Aydinê polÎs û leşkeran bi ser sedan malan de girtin.
Serdegirtinên malan zêdetir li navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê hatin kirin. Leşkeran di saetên serê sibê de bi ser gundên Helhel ê navçeya Hezroyê û gundê Nenyas ê navçeya Licê de girtin. Hat diyarkirin ku di serdegirtinan de tiştên malê hatine belavkirin û leşkeran li welatiyan daye. Hat hînbûn ku li her du gundan Hasil Tekîn, Cevdet Tekîn, Yahya Tekîn, Fesîh Tekîn, Onder Yildirim, Yûsûf Yildirim, Mûstafa Toprak, Metîn Çakir, Nevzet Demîrhan, Vedat Çakir, Sedat Çakir, Vedat Çakir, Metîn Çakir û Şemsettîn Çakir hatine binçavkirin.
Nehat zanîn ku di serdegirtinên malan de çend kes hatine binçavkirin û hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin birine Fermandariya Cendermeyan a Amedê. AMED