Polîsên tirk doh bi şev li Amedê ciwanekî bi navê Recep Hantaş qetil kir. Her wiha polîsên ku goristan dorpêç kirine destûra nadin ku kes tevli merasîma cenaze bibe
Hêzên dewleta tirk doh êvarê li Yenîşehîra Amed ciwanê bi navê Recep Hantaş qetil kir. Cenazeyê Hantaş ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê hate wergirtin û li goristana Yenîkoyê tê veşartin. Lê belê Goristan ji aliyê polîsên tirk ve hatiye dorpêçkirin û destûr nayê dayin ku ji bilî malbatê tu kes tevli merasîma cenaze bibe. Hantaş ji gundê Kutluk ê Licê ye û beriya niha jî polîsan zexta sîxuriyê lê kiribûn. AMED