Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Polîsên tirk li Enqereyê êrîşî parazvanên mafên mirovan kirin

Polîsên tirk bi çekan êrîş bir ser parêzer û parazvanên mafên mirovan ê li Enqereyê. Endamê Komîsyona Greva Birçîbûnê, gelek kes hatin binçavkirin

Komîsyona Grevên Birçîbûnê ku bi armanca şopandina çalakiyên ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên, xwest li pêşiya YKM ya Kizilayê daxuyaniyê bide. Di komîsyonê de Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV), Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) û Komaleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) cih digirin.

Dihat payîn ku piştî kom daxuyaniyê bide, raporekê  derbarê çalakiyên grevên birçîbûnê de pêşkêşî Wezareta Dadê bikin. Lê belê polîsê tirk nehişt û ji çalakvanan xwest ku belav bibin. Li ser israra çalakvanan polîsan bi çek û fişekên gazê êrîş bir ser komê. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Enqereyê Fatma Kiliçarslan a ji serê xwe derb xwarî, rakirin nexweşxaneyê. Hate ragihandin ku Kiliçarslan piştî nexweşxaneyê hatiye binçavkirin.

Polîsên rejîma AKP-MHP’ê parêzer Kenan Maçoglu, Veysî Eksî, Ahmet Baran û Bulent Aşa jî binçav kirin.

Hate diyarkirin ku piştî êrîşa polîsan, dê kom biçe avahiya ÎHD’ê û li vir daxuniyê bide. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar