Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Polîtîkatên şerê taybet jiyana zarokan serobino dike

Zeynep Demîr Akçer li ser polîtîkayên şerê taybet ê li Kurdistanê tên meşandin rawestiya û got ku polîtîkayên şerê taybet jiyana zarokan serêbinêo dike û ev yek dibe sedema travmayan.”

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê polîtîkayên şerê taybet li bajarên bakurê Kurdistanê dimeşîne. Desthilata faşîst bi van polîtîkayan hewl dide civakê dejenere bike û wan ji têkoşînê dûr bixe û xwesteka wan a azadiyê tune bike. Ev polîtîka, li hemberî dînamîkên bajêr zarok, ciwan û jinan tên pêkanîn.

Koordînatora Akademoya Mafên Zarokan a Hêlîn Hasret Şen û Hevkoordînatora Giştî ya Komeleya Hêviyên Rengîn (RÛMÛD) Zeynep Demîr Akçer polîtîkayên şerê taybet ên li ser zarokan tên meşandin nirxandin û got ku bi taybetê zarokên kurd çawa tên dinyayê rastî van polîtîkayan tên.

Zeynep Demîr Akçer bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê yên der barê zarokan de û got: “Tirkiye bi duduilî nêzî hin xalên Peymana MAfên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bûye. Ev xal jî, bi piranî zarokên kurdan eleqedar dikin. Ev xal, der barê hînkirina zimanê zikamkî û çandê de ne. Yanî bi temamî dixwazin ev zarok bi ziman û çanda hegemon mezin bibin. Zarokên wiha mezin dibin jî, ji kesayetiya xwe dûr dikevin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Zeynep Demîr destnîşan kir ku polîtîkayên şerê taybet awayê herî berbiçav ên vê yekê ne û got ku ew ji bo Tirkiye dest ji vê dudiliya xwe ya ji bo hin xalên Peymana Mafên Zarokan a NY’yê berde têdikoşin. Zeynep da zanîn ku wekî RÛMÛD’ê li Sûrê di gelek waran de ji bo zarokan xebatên perwerdehiyê dimeşînin. Zeynep anî ziman ku polîtîkayên şerê taybet jiyana zarokan serobino dike û wiha got: “Em di dema perwerdehiyê de bi zelalî dibînin ku bê polîtîkayên şerê taybet texrîbateke çawa li ser zarokan hiştiye. Ev yek dibe sedema travmayan. Ji lew re gava zarok tê qada me ewilî bi hevrûbûynekê û nakokiyê re rû bi rû dimîne.”

Zeynep bibîr xist ku Hêlîn Hasret Şen di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de mafê wê yê jiyanê hatiye binpêkirin û wiha domand: “Li herêma me gava mafê jiyanê yê zarokan tê binpêkirin em bi bêcezatî û xelatkirinê re rû bi rû dimînin.”

Koordînator Zeynep têkildarî tiryakê jî axivî û diyar kir ku li van deran ev polîtîka tên teşwîqkirin û got ku li ber dibistanan firotina tiryakê zêde bûye. Zeynep pêşbaziya Teşkîlata Îstxibaratê ya Neteweyî (MÎT) bibîr xist ku di 23’yê Nîsanê de ji zarokên 5-14 salî xwestiye bi peyvên “ewlehî”, “îstixbarat” û sîxurê veşarî” wêne yan jî nameyekê binivîsinin û wiha bi dawî kir: “Me wê gavê jî daxuyand ku ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Qaşo xebatekê dikin û îdia dikin ku ew bi vê zarokan daxilî nava civakê dikin, lê a rast hebûna MÎT’ê bi xwe ne rewa ye. Bi vê dixwazin zarokan bikin sîxur û baweriya di nava civakê de qels bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar