Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Polîtîkaya bêcezahiştinê îşkenceyê zêde dike’

Seroka TÎHV’ê Şebnem Korûr Fîncanci diyar kir ku bi Rewşa Awarte re bi awayekî micid binpêkirinên mafan zêde bûne û got ku bi polîtîkayên bêceza hiştinê îşkenceyê zêde kirine

Danezana Mafê Mirovan a Gerdûnî ku di 10’ê Kanûna 1948’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye qebûlkirin, li gel ku di sala 1949’an de ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye îmzekirin jî her roj binpêkirinên mafan zêde dibin. Li gorî daneyên fermî bi Rewşa Awarte re 160 hezar kes hatine binçavkirin û 70 hezar kes hatine girtin. Girtîgehên ku kapasîteya wan 208 hezar û 830 kes in jî hejmara girtiyan gihîştiye 224 hezar û 974 kesan. Di vê pêvajoyê de hezar û 64 saziyên perwerdeyê, 360 qursên taybet û navendên etutê, 847 wargehên xwendekaran, 47 navendên tenduristiyê, 15 zanîngehên weqfan, 29 sendîkayên girêdayî 2 konfederasyona, hezar û 419 komele, 145 weqf, 174 sazî û dezgehên çapameniyê hatin girtin. Her wiha 985 saziyên bazirganiyê radestî Fona Sîgortayê ya Mevdûata Tasarrûfê (TMSF) hatin kirin. 130 rojnameger hatin girtin. Li gorî daneyên Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) li 11 bajar û 50 navçeyên rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyeyê 332 caran qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.

Seroka THÎV’ê Şebnem Korûr Fîncanci binpêkirinên mafan ên ku li Tirkiyeyê pêk tên nirxand û diyar kir ku beriya Rewşa Awarte ji bo mafên mirovan hin pergalên parastinê hatine sazkirin û bi vê yekê re hin destkeftî hatine qezenckirin û wiha got: “Niha ev pergal ji holê hatine rakirin. Bi KHK’an re rêxistin, sazî, dezgeh, amûrên çapameniyê yên muxalîf hatin girtin. Tayînkirina qeyûman a bajarên kurdan. Bi vê yekê tundî li ser vîna mirovan hat avakirin. Ev hemû binpêkirinên mafan ên giran in.”

Polîtîkayên bêceza hiştinê

Fîncanci anî ziman ku li seranserê dîroka Tirkiyeyê îşkence û mumeleya xerab hebûye û polîtîkayên bêceza hiştinê hatine pêkanîn û wiha domand: “Bêceza hiştin amûra berdewamkirina îşkence û mumeleya xerab e. Ji hêla dezgehên dewletê ve bi wayekî aşkera îşkence tê kirin. Bi vê yekê civak tê tirsandin. Mirov xwe di bin gefan de hîs dikin. Ev hemû jî nabin mijara lêpirsînê û di pêvajoya cezakirinê de nayên derbaskirin. Kesên ji vê yekê berpirsyar dozger in. Darizandin, binçavkirin û girtinê bi awayekî zêde tê kirin. 24 saetan hevdîtina parêzeran tê astengkirin. Mirov tên revandin û li cihên nediyar tên îşkencekirin. Mixabin li dijî vê yekê lêpirsîneke baş nayê kirin.”

Binpêkirina mafan zêde bûne

Her wiha Fîncanci destnîşan kir ku binpêkirinên mafan zêde bûne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gorî daneyên hatine aşkerakirin, lêpirsînên ji ber ‘ji polîsan re astengî derxistin’ hatine vekirin, zêde bûne. Ev lêpirsîn nêzî 20 hezaran e. Di rastiyê de divê ev lêpirsîn di ser 20 hezarî de bin. Dewlet, mafê mirovan di nav sêniya zêrin de pêşkêşî mirov nakin. Divê li dijî îşkenceyê kesên têkoşîna demokrasiyê didin bên gel hev û asteng bikin ku vîna siyasî vê yekê bi kar bîne. Berpirsyariya me hevparbûna têkoşînê ye.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar