Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Polîtîkaya tayînkirina qeyûman çirave ku AKP tê de noq dibe’

 

Siyasetmedar, rojnameger û nûnerên civaka sivîl anîn ziman ku AKP’ê bi tayînkirina qeyûman re darbeya sivîl kiriye. Axaftvanan polîtîkaya AKP’ê weke çirav pênase kir û gotin; ‘AKP di vê çiravê de noq dibe. Gelên Tirkiyeyê li dijî vê bêhiqûqiyê divê di heman eniyê de têbikoşe û AKP’ê têk bibe.’

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 19’ê tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê kirin. Li dijî biryara tayînkirina qeyûman, siyasetmedarên kurd, gel û derdorên demokrasiyê 19 roj in li kolanan çalakiyan li dar dixin û dibêjin ku heta ku qeyûman dişînin cihê ku jê hatine dê çalakiyên xwe bidomînin. Di vê çarçoveyê de li Amed, Wan û Mêrdînê çalakiya Nobeta Demokrasiyê hate destpêkirin û çalakî roj bi roj mezintir dibe. Têkildarî biryara tayînkirina qeyûman, siyasetmedar, nûnerên civaka sivîl û rojnameger axivîn.

Der barê mijarê de serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek ku her roj tev li Nobeta Demokrasiyê dibe biryara tayînkirina qeyûman weke ‘darbeya sivîl’ pênase kir. Çîftyurek bi lêv kir ku ev darbeye li dijî nirxên gel pêk hatiye û wiha got: “Berxwedana li dijî vê bêhiqûqiyê mîna roja destpêkê didome. Ji wê rojê ve gel li kolanane. Hikûmet ditirse ku ev berxwedan li Tirkiyeyê belav bibe. Ji ber vê jî hewl dide ku HDP’ê krîmînalîze bike.”

‘AKP di nava çiravê de ye’

Çîftyurek bal kişand ser çalakiya malbatan a li ber avahiya HDP’ê û wiha derbirî: “Ev provakasyoneke. Li dijî van provakasyonan divê mirov hinek bihestiyar nêz bibe. Gelê kurd di hilbijartinên 31’ê adarê û 23’yê hezîranê de vîna xwe nîşan da. Hikûmet di nava helwesteke tolhildanê de ye. Ev yek çirav e. AKP heta ku vê polîtîkayê bidomîne dê hê bêhtir noqî avê bibe. Ez bang li partiyên kurd, Parlamentoya Ewropayê û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê dikim ku li gel vîna gelê kurd bin. Ez bang li çar parçeyên Kurdistanê jî dikim. Me çawa duh ji bo Efrîn, Kerkûk û referandûmê got; ‘Şîn û şahiyên me yek in’, îro jî li Amed, Mêrdîn û Wanê şîn û şahiyên me yek in.”

‘Divê CHP polîtîkaya xwe ya ji bo kurdan biguherîne’

Rojnamevan Tugrul Eryilmaz jî tayînkirina qeyûman weke ‘xesp’ pênase kir û got ku vîna gel hatiye binpêkirin. Eryilmaz da zanîn ku tekane rêya xelasiya ya li pêşiya Tirkiyeyê, bê şert û merc demokrasî ye. Serokê Giştî yê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî bi lêv kir ku li dijî kurdan careke din polîtîkayên ewlehiyê di meriyetê de ne. Tahmaz got ku divê CHP ji bo Tirkiyeyê polîtîkayeke nû diyar bike û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gavên nû biavêje. Tahmaz diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman dixwazin rejîma yekzilamî mayînde bikin û divê muxalefet li dijî vê têkoşîneke hevpar bimeşîne.

Endamê Hewldana Ji Bo Demokrasiyê Yekitî Nesteren Davutoglu jî tayînkirina qeyûman weke kiryareke antîdemokratîk û keyfî nirxand. Rojnamevan Arîf Bulut jî daxuyand ku li şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin tu nelirêtî nehatine dîtin lê qeyûman şaredarî heta qirikê xistine nava deynan.

AKP nikare welat birêve bibe

Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl jî got ku AKP êdî nikare welat bi rê ve bibe û hewl dide bi çewisandin û bi darê zorê xwe li ser pêyan bigire. Togrul diyar kir ku îktîdar hiqûq û darazê weke çovekî li dijî muxalîfan bikartîne. Togrûl destnîşan kir ku hêza ku bi AKP’ê dide windakirin HDP ye, kurd in û wiha pê de çû: “Dibêjin ger ku HDP’ê bêdeng bikin dê welat birêve bibin. Erdogan dibe ku zext û zoriyên xwe zêdetir bike û êrîşên li ser HDP’ê jî zêdetir bibin. Polîtîkaya Erdogan a Rojhilata Navîn têk çû, hemû têkiliyên wî yên qirêj ên ji bo ku kurd nebin xwedî statu xitimîn. Ji bo vê jî zilmê dike. Lê em ê li dijî vê li ber xwe bidin.”

‘Bertekên li dijî qeyûman têrker nînin’

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan jî diyar kir ku bertekên li Tirkiyeyê yên li dijî qeyûman têrker nînin û wiha got: “Lê tevî vê yekê jî her kes bi neheqiya heyî hesiyaye. Îdia û kampanyayên ku AKP li ser şaredariyên me dikin derew in. Lê kes pê naxape. Gel li dijî helwesta otokrat a Erdogan helwesteke hevpar nîşan didin. Li dijî Erdogan bûn yek û ew têk birin. Erdogan niha êrîşî Amed, Wan û Mêrdînê dike. Divê raya giştî ya rojavayê Tirkiyeyê hîn bêhtir bi gelê van sê bajarên re be. Helwesta seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu, her wiha ya Alî Şeker û çend hevalên me yên CHP’î hêja ye. Divê CHP weke sazî jî bi heman wêrekiyê tevbigere. Eger em vê wêrekiyê niha nîşan bidin em ê hingî Stenbol û Enqereyê ji dest nedin. Rizgarkirina Amed, Wan û Mêrdînê wê rewş û atmosfera tirsê ji holê rake. Em bang li her kesên ku daxwaza demokrasiyê dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar