PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

‘Polîtîkayên dagirkirinê tê meşandin’

Serokê OHD’ê Bunyamîn Şeker diyar kir ku bertekên gel ên demokratîk li dijî tayînkirina qeyûman nayin tehemûlkirin û got ku niha polîtîkayên dagirkirinê li kolanan tê meşandin

Tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, ji hêla gelek derdoran ve rastî bertekan tê.

Serokê Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker têkildarî mijarê axivî û ev tişt anî ziman: “Qeyûmên tayînî şaredariyan hatiye kirin, nehiqûqî ne. Di heman demê de tayînkirina qeyûman li dijî vîna gel êrîş û bêhurmetiyeke mezin e. Desthilat bertekên demokratîk ên gelê ku li kuçeyên Wan, Amed û Mêrdînê li vîna xwe xwedî derdikeve jî tehemûl nake. Wezareta Karên Hundir jî qeyûman di daxuyaniyê de weke gef dide.”

Di berdewamê de Şeker peyamên aştiyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha got: “Me careke din dît ku desthilat çiqas di polîtîkayên şer de israr dike û ji van peyaman aciz e. Tayînkirina qeyûman xizmetê hiqûq û demokrasiyê nake. Qurbankirina kesekî hilbijartî ya ji bo kesekî tayînkirî nayê qebûlkirin. Gel qebûl nake ku kesekî bi vîna xwe hilbijartine, ji peywirê bê girtin. Şaredarî hatiye binçavkirin û çûyîn û hatine cihê kar ên gel hatine girtin. Ev yek bi awayekî zelal nîşan dide ku tiştên dikin ne pêkanîneke hiqûqî ye. Niha polîtîkaya dagirkirinê li kuçeyan tê meşandin. Her quncik û kuçe hatine girtin. Hatiye wê rewşê ku azadiya ger û tevgerandinê ya mirovan jî hatiye astengkirin. Divê biryara tayînkirina qeyûman paşve bê kişandin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar