Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Polîtîkayên PDK û YNK’ê

Yek ji astengî û kelemê herî dijwar ê li pêşiya serketineke netewî ya Tevgera Azadiya Kurdistanê PDK û YNK ên ku mîna rejîma AKP’ê ya bi pêşengtiya dîktator Erdogan, dixwazin li başûrê Kurdistanê hikûmraniyê li ser gelê başûrê Kurdistanê bikin.

Di demê dawî de êrîş û hewldanên dewleta tirk ên li başûrê Kurdisan û bi bêdengiya PDK-YNK a cesaretê dide dijminê kurd kiriye ku başûrê Kurdistanê bibe meydana bezandina hespên xwînxwaran. Em ji bîr nekin, bê hevkariya hêzên herêmî ne dewleta tirk a dagirker û ne jî ti hêzekî dagirker nikare li herêma başûrê Kurdistanê û ne jî li axa Iraqê bikare tevgerekê bike. Lê halê hazir em dibînin ku di roja me ya îro de ji ber nakokî û krîzên çi aborî û çi siyasî kiriye ku ne tenê rejîma tirk, heman demê Îran û gelek hêzên din xwe li Iraq û herêma Kurdistanê rabigirin û kiryarên dagirkeriyê bikin.

Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) û Partiya Yekitî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) a ku xwe weke xwdiyê xaka Kurdistanê dibînin, mala kurdan her tim daye piştê û ji bo desthilatdariya xwe li ser lingan bide domandin, alîgirî li gel dijmin kiriye. Em zêde dûr neçin; Kerkûk her tim bûye bazara van hêzên kurdî û dijminên kurdan. Li aliyek Îran li aliyek tirk destê wan ji kezeba kurdan derneketiye.

Mixabin bikaranîna vê gotinê dibe pir giran be, lê herêma başûrê Kurdistanê bûye parçeyek biçûk a rejîma tirk a di bin simê hespê kihêl ê Erdogan de digevize. Sîma kurdiye, kiryar dagirkerî û mêtîngerî ye. Em bînin bîra xwe Sefîrê Tirk ê Bexdayê Fatîh Yildiz di her serdanên xwe yên ji bo Kurdistanê de li ser hev daxuyanî didin û ‘Kerkûkê dikin xaka kalikên xwe’ yên diz, qirker û talanker. Ji bo vê jî çeteyên ji ber şûrê edalet û azadiyê yên hêzên kurdî û herêmê YPG/YPJ û QSD’ê filitîne li xwe komkiriye û wan têr dike û ji bo destketiyên xwe bikar tîne. Gelek caran ev yek di weşanên çapemeniyê de çi bi belge û çi jî bi dîmen derketin holê ku tirk wan xwedî dike û heta alên Tirkiye û çekên wan li ser çeteyên hatine kuştin vekirî li ber çavan bûn. Ji xwe ev di êrîşa dagirkeriyê ya li ser Efrînê cîhanê tev şahîdiya vê kirin.

Jixwe bombebaran û topbaran li herêmên sînorên Kurdistanê û xaka Iraqê bê hed û hesab e. Hêzên dagirker ên kurdan her ku diçin derbên giran dixwin, bi hêzên kurd dixwazin derbê li Tevgera Azadiya Kurdistanê bidin, serî li rê û rêbazên cuda didin. Artêşa tirk a ji destê Tevgera Azadiya Kurdistanê derbên mirinê dixwe, her carê dîsa serî li PKD’ê û YNK’ê dide. Em bînin bîra xwe dema ku PKK’ê yekîneyeke ya MÎT’ê li başûrê Kurdistanê girtin, artêşa tirk yekcar berpirsê YNK’ê yê Enqereyê di şeva xwe de dersînor kir û heta di gelek cihan de gef lê xwarin. Encamên van gefan bi demê re bi girtina dezgeh û saziyên kurdî di serî de Tevgera Azadî, her wiha gelek saziyên din hatin girtin. Hinceta heyî jî nebûna belgeya fermî ya xebatê hatin nîşandan. Ji xwe halê hazir Tevgera Azadî partiyeke fermî ya Iraqê ye û xwedî du parlementerên Parlementoya Iraqê ye, çawa dibe ku ne fermî be. Ev biryar bi vekirî li dijî aliyên kurdî ku dixwazin hêzên dagirker li ser xaka Kurdistanê ne tenê li başûr li her derê hebin derkevin. Li gel vê jî hinek aliyên din jî li nav zêdekir ku ev alî bê nixûmandin. Lê rastî li dijî aliyên kurdî ku li dijî dijminên Kurdistanê ye.

Hema bêje roj nîne ku balafirên tirk sînorên Kurdistan û Iraqê derbas dikin û bombe li xaka Kurdistan û Iraqê dibarînin. Her cara ku radibe, bi tonan moşek û top hildigire û li xaka başûrê Kurdistanê dibarîne. Dema ku radibe, bi teqez ne PKK’ê û ne jî sivîlan ji hev cuda dike. Bi dehan şehîdên sivîl ên çi demê dawî derketin û her wiha berî wê jî hebûn vekirî vê didin nîşandan. Lê mixabin vê yekê ne PDK û ne jî YNK dibîne. Di encama van êrîşan de bi dehan welatiyên sivîl ên başûrê Kurdistanê û gundewarên wê bûne qûrbanî. Lê li şûna ku pêşî li vê bê girtin bi daxuyanî û hevkariya tê kirin, ji bo domandina rejîma xwe ya ne ji ya Tirkiye cudatir, çavê xwe li vê digire û sûc dike yê PKK’ê û gerîlayên azadiyê yên li her dera Kurdistan û heta Rojhilata Navîn têkoşîna azadiya gelan dide. Lê halbûkî dijmin cudahiyê naxe navbera ne PKK’ê û ne sivîl û ne jî reş û ne jî spî.

Ev her du hêz ji bo axatiya bav û kalên xwe ji dest nedin, feqîr û fuqarayên li ser vê axê zarokên xwe kirine qûrban, xwe dana jiyîne. Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yê ku yek ji kesên ku di asta hilbijartina tiliyan de dewlemendê cîhanê ye, ji bo derbaskirina krîz û hejariyên li nava gel, qûrûşekî xwe jî namezêxe û heta ji bo qetilkirina zarokên vî gelî di banqên tirkan de didin ser hev. Ya mirov pir diêşîne jî ew e ku gel li ber vê nikare tiştekî bike û mîna kesekî dîlgirtî çavê wî/ê li ber destê zalimên ew destgîrkirine.

Dîsa li gel Nêçîrvan Barzanî û kurê sekrekter û damezrînerê Partiya Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) Mam Celal Qûbat Telebanî û her wiha kurê Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û di heman demê de Serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya PDK’ê Parastinê Mesrûr Barzanî û bi dehan kesên din ên mîna van ne ji bo başkirina welatiyên başûrê Kurdistanê ji bo helandin û mijandina xwîna wan li ser erkê ne.

Yek ji xala herî dawî ku gelê başûrê Kurdistanê ku ji bo van hemûyan bêje bes e, raperîna xelkê Şêladizê ya piştî qetilkirina xizmên xwe ya daxwaza derxistina hêzên dagirker ên ji Kurdistanê bû. Ev helwestekî netewî û di cih de û heta mirov dikare direngmayî jî pênase bike. Ev diviyabû hê zûtir bihata kirin, ne heta hema bêje her aliyê Kurdistanê bûye malzaroka sîxûr û MÎT’a tirkan.

Ev êş û azar nebes bû, li ser vê re Nêçîrvan Barzanî li ser çapemeniyê xelkê Şêladizê sûcdar û PKK kir hincet û ji dijminê kurdan lêborîn xwest. Li vir gotina pêşiyan a ‘Dijminê bav nabe dostê kur’ derdikeve. Lê Barzanî hay ji vê gotinê nîne. Li ser ya xwe ye. Hema piştî vê bi hevkariya MÎT’ê û dîsa Parastinê teşkîlata sîxûriyê ya PDK’ê dest bi binçavkirina welatiyên xwepêşandan kirine, kirin.

Niha jî ev zêdegaviya PDK’ê ya li gel dewleta tirk gihişte asteke nû. Piştî serhildana Şêladizê, PDK û dewleta tirk li başûrê Kurdistanê ji bo ku PKK’ê û gelê başûrê Kurdistanê bîne pêşberî hev, plansaziya avakirina yekîneyên kontrol yên taybet sazkar kirine. Piştî serhildanê PDK’ê û MÎT’ê li dijî gelê ku rabû serhildanê, bi gef xwarin, destgîr kirin û êrîşan dest bi lîstika şerê taybet kir. PDK bi çavsorî ketiye davên rejîma Erdogan û rûmeta kurdan hêzên pêşmerge jî kiriye amûra vê. Li ser şaşeyên ekranên tv alîgirên xwe hinek pêşmerge û sivîlan derdixin û li dijî PKK’ê didin axaftin.

Dewleta dirk salên 90’î bi heman rêbazê li bakurê Kurdistanê bi xebatên kontrayan bi hezaran kurd qetil kirin û bi vê xwestin gel ji tevgera azadiyê dûr bixin. Niha jî PDK û MÎT jî dixwazin bi heman rê û rêbazê gelê Başûr jî ji gerîla qût bikin.

Ji xwe sefaretxaneya tirk a li Hewlêrê bûye biryargeheke MÎT’ê û şer. Bi PDK’ê û YNK’ê didin nîşandan ku ew sefaretxaneyeke, lê ya rast biryargekek şer e. Bi karê kuştina xelkê bi erk bûye. Ji xwe ev yek bi belgeya tv Misrî TEN’ê hatibû aşkerakirin. Ji bo vê ya heyî, rejîmeke faşîzan a gelekî qirker heye. Ji rejîma AKP/MHP’ê ya qirker û talanker rejîmek din nîne. Gelek çeteyên cûr be cûr bi rêxistin dikin heta destekdayîna DAIŞ’ê û El Qaîdeyê jî. Li pişt çeteyên li Sûriyeyê tirk hene. Hejmara çeteyên li Kerkûkê xwedî dikin nayê zanîn. A li Başûr jî û li Bakûr jî nediyar in.

Dema ku em van hemûyan li ber çav carekê derbas bikin, em ê bibînin bê ka dijmin çiqasî bi zirav û qirêj destê xwe li noqa me gerandiye. Divê di serî de gelê başûrê Kurdistanê û hemû kurdistanî bi ruhê raperîna Şêladizê li dijî mêtîngerî, qirkirin û heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe ser lingan. Divê ev neyê jibîrkirin gel her tişt e. Yên serkirdeyan û rêveberan diyar dikin gel in, gel dikare çawa ew rakirin wisa jî dabixin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar