Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina çandê ye. Blokên desthilatdariyê û şer bi polîtîka asîmîlasyonê dixwazin komên ku di bin destên xwe de digrin, ji qabîliyeta berxwedanê bixînin û ji bo vê yekê jî amurên destên wan de distînin. Di serî de li ser zimanê herêmî ku zihniyetê îfade dike zimanê serdest tê ferzkirin. Bi rêya zimanê fermî çanda zimanên herêmî têne baskokirin û nikarin di jiyanê de rol bilîzin. Çand û zimanê serdest weke zimanê xwendin, siyaset û aboriyê ji bo kesên bi kar bîne xwedî sûd e. Kesê çand û zimanê bindest jî bi kar tîne winda dike.
Di nava vê dualiyê de zehmet dibe zimanê herêmî xwe li dijî zimanê desthilatdariyê rabigre. Vêcar heger ev ziman nebibin yên nivîsariyê û zaravayê xwe yê sereke dest nîşan nekiribin. Wê dawiya van ziman û zaraveyan tarî bibe. Asîmîlasyon ne tenê li ser ziman her wiha li ser hemû saziyên civakî yên desthilatdariyê şekil dane wan têne meşandin. Dîn û netewê serdest di her astê de li gor rastiya saziyê tê dawerivandin. Sazî hetanî di warê siyasî, civakî, aborî û heta zihnî de bi awayekî fermî were naskirin û bi awayekî hiquqî were parastin, saziyên hindikayiyên din û yên têkçûyî xwe li gor saziyên serdest an bi zorê yan jî bi dilê xwe, li asîmîlasyonê diqewimin û di nava fermiyetê de cihên xwe digrin. Zordarî aborî û berjewendiyên siyasî çiqas bikevin rojevê helandin jî ew çend zû dibe.
Li ser hebûna çanda Kurdistanê herî kêm bi qasî şer û terorê asîmîlasyona bi darê zorê roleke texrîbkar lîstiye. Em dikarin heman rêbaza dîrokî pêk bînin û biçin hetanî serdemên seretayî. Eger em bibêjin çand û zimanê sumerî ziman û çanda herî mezin ya asîmîlasyonê bû, divê weke gotineke nepixandî neyê dîtin. Em vê yekê ji nîzama hevok û peyvên wê fam dikin.
Berê zimanê sumerî û li gorî rêzê hûrî, mîtanî, ûrartû, medî û persî, piştre jî li gor rêzê zimanê babilî û asûrî çavkaniyên wan aramî ne. Paşê jî aramî di serdemên seretayî de li Rojhilata Navîn zimanên asîmîlasyoneke mezin bûn. Mirov dikare vê rastiyê di pirtûkên Hîtît, Ûrartû, Mîtanî, Med û Persan de bibîne. Mîna îngîliziya îro zimanê aramî jî weke “înteretnîsîte” ya wê demê zimanê hevpar yê ji hev du famkirinê bû. Nexasim arîstokrasî û burokrasiya dewletê yek ji zimanekî zêde bi kar tîne jî zimanê aramî ye. Zimanê herêmî tevî zimanê aramî tê bikaranîn. Mîna ku em îro jî dijîn, zimanê fermî yê desthilatdariyê di danûstandinên fermî yên dewletê de esas tê dîtin û di wê demê de aamî- hînê berê akadî û sumerî- zimanê esasî ye. Zimanên herêmî zêdetir di nava gel de ku kesên xwendin û nivîsandina wan nîne weke amurekî ragihandina devkî bi kar tînin. Mirovê vê rastiyê dikare di pirtûkên ûrartûyan de bibîne. Çawa ku piraniya rêveberên dewletên bindest bi zimanên îngîlîzî û fransî dipeyivin.
Di pirtukên persan de cihê aramî akera ye. Di wê demê de li hemû Rojhilata Navîn him zimanê dîplomasiyê him jî zimanê bazirganiyê ye. Di hemû tomarên pêwendîdar de tê dîtin ku asîmîlasyon di mîmariya rêveberiya dewletê wêjeyê û hiquqê de roleke mezin lêyîstiye. Heta tê texmînkirin ku Îsa jî bi aramî zanîbûye. Zimanê suryanî ku şêweyekî netewî yê aramî ye. Amûrekî din ê asîmîlasyonê ye. Zimanê îbranî hînê di qadeke bi sînor de xwedî bandor e. Lê helenîzm ji ber ku di rewşa dijber de belav dibe, zimanê helenîzmê li rojhilatanavîn xwedî bandor e. Mîna îngîlizî û fransiya îro ye. Helenî û suryanî jî bi hev re di reyekê de ne. Her du jî li Kurdistanê nemaze li bajaran ji bo bitesîr bibin têdikoşin. Riha ji bo vê yekê mînakeke xwesere. Aramî çandeke kûr e ku ermenî, suryanî, erebî, kurdî û herî dawiyê jî tirkî jiyaye. Lê belê di heman demê de rê li ber asîmîlasyoneke dijwar û kozmopolîtîzmeke zêde vedike. Mirov ji rewşa îro ya Rihayê vê rastiyê dikare baş fam bike.
Rola zimanê suryanî di çanda Kurdistanê de ji erebiya paşê li pêştir e. Mirov dikare bibêje weke zimanê ronîbûnê rol lîstiye. Ya esas ji ber ku suryanî li bajaran rûniştin, ev encam derdikeve holê. Kurd weke xelkê Komagene zimanê devkî yê koçerî û gundîtiyê zaraveyên kurdî bi kar tînin. Çavkaniyên wan ên nivîskî bisînor in, lê nayê wê wateyê ku qet nînin. Nemaze li paytexta Mîtaniyan Waşukaniyê (li ser sînorê îro yê Suriye-Tirkiyeyê bajarê Serekaniyê û Amûdê) gelek tomarên nivîskî raber dikin ku B.Z. di salên 1500’an de proto-kurd weke zimanê nivîsê hatiye bikaranîn.
Li Kurdistanê B.Z. di salên 300-250’an de di heman qraliyetên Helen de hebûna xelkê bi koka xwe, Helen û nemaze giraniya wan ya li bajaran nîşan dide. Ku zimanê helenî demeke dirêj hatiye bikaranîn. Mîna rola zimanekî mêtingeriyê rol dilîze, fena di roja me ya îro de bajarên Kurdistanê bi çand û zimanên biyanî dijîn. Xelkên li derveyî bajaran jî bi çand û zimanên xwe yên herêmî dijîn.
Bi îslamiyetê re zimanê derdikeve pêş zimanê erebî ye. Erebî ku berê zimanê bedewiyan bû, bi bajarbûn û derketina îslamiyetê re li Rojhilata Navîn bû zimanê herî xwedî prestîj. Zimanê zanist û wêje bû. Erebî weke zimanê fermî yê desthilatdarî û şer serdestiyeke mezin bi dest xist. Li hemberî zimanê qels yên bi koka xwe afrîqî li hemû bakurê Afrîqa û heta başûrê Zagros-Torosan serdest bû. Çand û zanist jî bi erebî tê kirin û tê jiyîn. Xwedî cihekî cihêwaz e. Yên zimanê erebî bi kar tînin, dikarin di nava bûrokrasiyê de cih bigrin, dikarin di nava çîna ilimdaran de cih bigrin û ilmê bikin. Ji lewre erebî zimanê mezinbûn û berjewendiyane. Girîngiya wê ya hetanî îro jî deyindarê van rastiyên madî ye. Piştî erebî rola farisî hîna bisînor e. Ew jî nexasim bi desthilatdariya Selçuqiyan li Îranê bû zimanê fermî û belav bû. Kengî Selçûqî Anatolyayê zevt dikin û dewleteke navenda wê Konya, avadikin jî zimanê fermî Farisî ye. Mewlana berhema xwe ya bi navê “Mesnewî” bi Farisî nivîsandiye. Zimanê tirkî jî weke zimanê kurdî wê demê xelkê li derveyî bajaran weke amûrê axaftina devkî û wêjeyê bi kar tînin.
Serdestiya erebî li Kurdistanê jî bitesîr bû. Nemaze tebeqeya mele-seydayan zimanê erebî weke zimanê îbadetê dibînin û ev yek dibe sedema bandoreke dijwar. Her wiha xelkê li bajaran dilê xwe dibijînin şêwaza jiyana ereban. Em ji kinc lixwekirinê şikil û şibût bigrin hetanî dara nifşan ya xwe digihîne ereban, dibe mode. Di çîroka her xanedayiyê de qulbeke erebî pir normal dibe. Serdestiya di warê perwerde, hîndekarî, mode, siyaset, dîplomasî, huner û zanistê de li ser zimanekî mîna farisî ku di warê dewletê de xwedî ezmûn bû jî, bandor kir. Nîv bi nîv dagirkeriya ereban diqewime, hemû Rojhilata Navîn nav û leqebên erebî li xwe dikin. Ev serdestî hetanî pêşketina têgihiştina netew-dewletan û netewan bi awayekî dijwar didome.
Bi belavbûna sîstema kapîtalîst û şikilgirtina netew-dewlet ve pêvajoya asîmîlasyona li ser çand û zimanê kurdî hîna dijwartir dibe. Li zordestiya erebî û farisî ya tirkî jî li ser zêde dibe. Di serdema seretayî û navîn de çand û zimanê kurdî yê di nava etnîsîteyê de hebûna xwe parast. Bi derfetên teknîk û zanistê yên zêdebûn sê çand û zimanên serdest weke çand û zimanên fermî bi bandora xwe zimanê kurdî baş pelixandin û helandin. Çand û zimanê ku di serdema navîn de jî gelek berhemên wêjeyî (mîna Ehmedê Xanî, Mem û Zîn) dan, di bin zexta siyasî de her ku çû teng bû. kurdîtî weke çand û ziman xistin rewşeke biguman. Kirin mijara guneh û gunehkariyê, her ku çû kurdbûyîn krîmînalîze kirin. Bi pratîka herî dijwar ya guneh-zindan ya bûrjuvazî re rûbirû hate hiştin. Pirsgirêkên têkîliya xwe bi rastiya kurd re hebûn, di kategoriya gunehên xeter de hatin hesibandin. Her sê netew-dewlet jî –tirk, fars û neteweya ereb- ji çand û zimanê dewletê wêdetir li ser hemû hebûna wê helandin, dûrkirin û kampanyayeke bi çand û zimanê serdest ve girêdan bi dijwarî dane meşandin. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî kurdî jî tê de hemû dibistanên perwerdeheyê lê hatin qedexekirin. Lê derfet û îmkanên wî yê hebûna dikaribûn li dibistanên netewê serdest modernîzim hînbibûya, kurd û kurdî di her warî de li derveyî modernîzmê hate hiştin. Çapkirina pirtûkan, rojname û mûzîkeke herî normal ya kurdî weke kurdewarî hate hesibandin û di çerçoveya guneh de hate qebûlkirin. Lê wan bi xwe di zimanê xwe de netewparêziyeke Hîtler jî li dûyî xwe bihêlin pêkdianîn. Ji teoriyên wan yên netewê herî mezin gav nedihatin avêtin. Miletê necîb navê ereban bû. Tirkîtî rastiyeke bexteweriyê bû. Farisî esilzadeyiya herî mezin ya dîrokê bû. Hisên netewparêziyê yên kapîtalîzmê şiyar kirin. Bûn xwedî bandoreke narkotîkane ku hemû rewşên paşverû binuxûmîne.
Lê sêyemîn pêngava mezin a globalbûna kapîtalîzmê mezinbûna lokaltiyê weke nirxekî pêşveçûna teknolojiyê ye. –radyo, tv- qedexeyên li ser ziman bêwate kirin. Xebatên li derveyî welat kirin ku hindekî kurd û kurditî bi ser xwe ve werin. Bêguman di bingehê vê rastiyê de bandoreke diyarker ya têkoşîna hemdem hebû. Berxwedana demokratîk ya netewî bi xwe re nasnameya kurd, ziman, çand û ji xwe piştrastî anî. Li dijî zora şer –desthilatdariyê ya asîmîlasyonê- bi darê zorê afirand. Ji berxwedana xwe parastinê ji nû ve derketina çand û zimanên neteweyî re pîriktî dikir.