Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

‘Polîtîkayên tecrîdê di rojevê de ne û tecrîda li ser birêz Ocalan hê jî didome’

Bûldan li Wanê serdanên cejnê didomîne û got: “Em ê tevî û hemû neheqî û bêhiqûqiyan jî xeta têkoşîna ku gel ji me dixwaze, ava bikin. Li dijî her cure zextan jî em zemîna mezinkirina têkoşînê li ser siberoja geş a Tirkiyeyê ava bikin. Em ê teqez bi ser bikevin.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di çarçoveya bernameya pîrozbahiya Cejna Qurbanê de li navçeyên Qelqelî û Seravê yên Wanê serdana gel kir û cejna wan pîroz kir û bi gel re civiya. Bûldan geşedanên di rojevê de nirxand û got ku ew ê xeteke nû ya têkoşînê ava bikin. Bûldan di serdanan de ji ber beşdariya gel a hilbijartinê û piştevaniya bo Partiya Çepên Kesk spasiya gelê Qelqelî û Seravê kir.

Bûldan da zanîn ku hilbijartin ji her warî ve ji bo her kesî pêvajoyek girîng e û got: “Me hedefek mezin danîbû pêşiya xwe lê em ji ber faşîzm û zextên AKP-MHP’ê bi ser neketin. Gelek xeletiyên me çêbûn. Em ê di her warî de li ser kêmasî û xeletiyên xwe bisekinin û nîqaş bikin.”

Bûldan bal kişand ser xeta têkoşînek xurttir û got: “Em ê tevî hemû neheqî û bêhiqûqiyan jî xeta têkoşîna ku gel ji me dixwaze ava bikin. Em ê bi kongreya ya nû re xetek nû ya têkoşînê bidin pêşiya xwe. Li pêşiya me hilbijartina xwecihî heye ku ji bo me hemûyan gelekî girîng e. Di vê hilbijartinê de dê her kes di pêşbirkê de be û em di vê pêşbaziyê de pir girîngiyê didin Wanê. Em girîng dibînin ku ji bo bidestxistina Wanê û hemû navçeyên wê êdî dest bi xebatên xwe bikin. Em ê li gorî daxwazên we bernamzetan û namzetên hevşaredariyan diyar bikin. Hûn bixwazin kê bibe namzet, wê ev daxwaz deynê stûyê me be ku em bikin namzet.”

Bûldan anî ziman ku ew ê li dijî siberoja tarî ya desthilatdariyê ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk têbikoşin û wiha got: “Polîtîkayên tecrîdê di rojevê de ne û tecrîda li ser birêz Ocalan hê jî didome. Wekî din gelek hevalên me di girtîgehê de hene. Qeyûm tayînî ser şaredariyên me hatin kirin. Li dijî van hemûyan divê em zemîna mezinkirina vê têkoşînê li ser siberoja geş a Tirkiyeyê ava bikin. Em ê teqez bi ser bikevin.”

Bûldan piştre derbasî navçeya Seravê bû û li vir beşdarî bernameya cejnê bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar