Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Polîtîkayên tecrîdê rewşa hiqûqê anî vê astê’

Parlamentera HEDEP'ê Newroz Ûysal diyar kir ku çaresernekirina pirsgirêka kurd û pêkanînên dijdemokratîk rê li ber krîza siyasî û darazê vekiriye

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) der barê parlamenterê TÎP’ê Can Atalay de biryara “binpêkirina maf” da û ji Dadgeha Bilind re şand. Piştî bûyera ku veguherî krîza edlî, daxuyaniyên bi rengên cuda ji aliyê AKP’ê ve hatin dayîn. Lê di dawiyê de serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku ev yek carek din di darazê de pêk neyê guhertina destûra bingehîn destnîşan kir. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Newroz Ûysal krîza darazê ji ANF’ê re nirxand.

Ûysal diyar kir ku krîza heyî ji ber çaresernekirina pirsgirêka kurd qewimiye û wiha got: “Divê krîza îro di encama aloziyên bi salane li ser hev zêde bûne û weke destwerdana siyasî ya hiqûqê de bên dîtin. Ev encama bêhiqûqîbûyîn û plana darbeyê ye. Ev yek bi rakirina parlamenteriya kurdan ve girêdayî ye. Dema em li naveroka biryara hinceta Dadgeha Bilind û nîqaşên ku piştî biryarê û beriya biryarê hatine kirin dinêrin, diyar dibe ku dadgehên bilind biryarên hev nas nakin. Sîstema heyî bi salan e hewl dide li Tirkiyeyê sîstema faşîzmê ava bike. Hewl dide ku gav bi gav hemû maf û azadiyên bingehîn ên heyî ji holê rakin.

Hem partiya me, hem hevserokên me û hem jî me gelek caran ev yek anîbû ziman. Bingeha hemû krîzên hiqûqî, krîzên edlî û darbeyên îro li Tirkiyeyê hene, ji ber çaresernekirina pirsgirêka kurd diqewimin. Li hemberî gelê kurd bi taybetî jî li dijî sîstema li Îmraliyê hatiye avakirin, hiqûq ker û lal bûye; Guhertinên qanûnî yên ku di dema qedexeya derketina derve de rê li ber komkujiyan vekir û nîqaşên li ser pêkanîna biryarên darazê yên di çarçoveya pirsgirêka kurd de hene. Her çend di biryarên DMME’yê de nîqaş bi piranî ji aliyê Demîrtaş û Kavala ve tê kirin jî, nepêkanîna biryarên salên 2005, 2013, 2014’an ên ji bo birêz Abdullah Ocalan vê pêvajoyê derxist holê. Her wiha polîtîkayên qeyûman û rakirina parlamenteriyan jî mînakên vê ne.”

Ûysal anî ziman ku gotinên Erdogan ên li ser destûra bingehîn a nû rastiya vê mijarê nîşan dide û wiha pê de çû: “Wek ku em ji daxuyaniyên yekem û duyemîn ên Şêwirmendê Hiqûqê yê Serokomariyê Mehmet Uçum û serokomar Erdogan jî dibînin, dixwazin ‘bi destê darazê’ daraza ku pirsgirêkan ji wan re derdixin ji holê rakin. Bi taybetî jî di doza girtina HDP’ê û Kobanê de em dibînin ku bangên MHP û AKP’ê gelek caran vediguhere hewldanên ‘mudaxeleya’ li Dadgeha Destûra Bingehîn û her wiha dibe sedema nîqaşên li ser ‘destûra bingehîn a nû’. Jixwe nîqaşên li ser destûra bingehîn a nû ev demeke dirêj e didome.”

Ûysal bilêv kir ku her kes vê pêvajoyê li gorî xwe nirxandin û wiha berdewam kir: “Hin derdor weke darbeya edlî, hinekan weke hewldana darbeyê, hinekan jî weke destwerdana darazê ya li hemberî meclisê bi nav kirin. Hemû jî rast in, lê bi giştî pêwîst e ku ev were gotin; hinceta guherîna Destûra Bingehîn ew e ku di pergala heyî de bêtehemuliya li dijî Dadgeha Destûra Bingehîn an jî biryarên wê ne. Em dibînin ku dixwazin vê jî ji holê rakin. Her wiha mirov dikare bêje ku guhertina Destûra Bingehîn ne ji bo gel, ji bo bindestan, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd e. Armanc mayîndekirina pergala heyî ye. Bertek û bangên ku di van du rojên dawî de derketine guncav û girîng in, lê divê bên xurtkirin.”

Ûysal destnîşan kir ku ya girîng bertekên raya giştî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî. “Di vê demê de, ji bilî ku daraz wê çawa tevbigere, girîng e ku aliyên siyasî û civak li hember vê yekê çawa tevbigerin û çawa bertekê nîşan bidin. Birêz Abdullah Ocalan vê rewşê bi salan e wek mekanîzmaya darbeyê pênase dike. Her çend ne darbeyên leşkerî bin jî darbeyên siyasî ne. Ji ber ku li hemberî wan biqasî tê xwestin têkoşîn ne hat meşandin, têra xwe deng nehat derxistin bi pêvajoyeke ku em pê re rû bi rû ne. Di têkoşîna li dijî vê de, rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan çareseriya pirsgirêka kurd heye. Heta ku pirsgirêka kurd bi awayekî wekhev û adil neyê çareserkirin, mixabin Tirkiye nikare xwe ji hewldanên derbeyê û biryarên edlî dûr bigire. Em niha di pêvajoyeke krîtîk re derbas dibin. Em vê pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û em ê refleksên pêwîst nîşan bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar