Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Portreyê Erdoganê xwînmij li Offenbach e

Şêwekarê Kurd Ali Zulfikar ji ber portreyê Erdogan ê bi navê Made in Turkey, ketibû ber sansûra şaredariya bajarê Elmanyayê Linz am Rheinê. Ew niha pêşangehekê li bajarê Almanyayê Offenbachê vedike û vî portreyê xwe jî tê de nîşan dide

Di sala 2018´an de li Galeriya Bajêr a Linz am Rheinê, portreya Recep Tayyîp Erdogan a ku tê de Erdogan weke kesekî dîn îstîsmar dike, Selahattin Demirtaş avêtiye hepsê û sedema rijandina xwînê hatibû xêzkirin, gef lê hatibû xwarin ku berhema wî ji pêşandanê bê derxistin.

Di encama peyivîna bi şaredar û xwediyê galeriyê re, bi şertê ku berê berhemê li dîwar be û li ser binivîse Şaredariya Linzê ev berhem sansur kiriye, berhem di pêşangehê de ma. Gava ku xelkê hatî pêşangehê ev qebûl nekir û wêne quliband, hem ev çalakî û hem jî sansûr ketin rojeve huner a Almanyayê.

Di pêşangeha xwe ya şexsî li Offenbachê de Ali Zulfikar vê carê bi organîzasyona Kunstverein Offenbach (Komeleya Huner a Offenbachê) bi navê “Ali Zulfikar–Angesichter” cih dide vê berhema xwe ya bi navê “Made in Turkey”.

Hunermend xebatên xwe li atolyeya xwe ya li Kolnê dewam dike û heta niha beşdarî bi sedan pêşangehên navneteweyî bûye. Êdî ew ji bo galeriyên mezin ên Ewropayê hunermendekî lêtêpirsîn e.

Di pêşangeha wî ya ferdî ya li bajarê Offenbachê de nimûneyên ji hunerê wî hene ku pirraniya wan portreyên bi qelemareş ên pir mezin in. Pêşangeha ku serê hefteyê vebû wê heta 28´ê adarê deriyê xwe li dildarên hunerî vekirî bihêle. Pêşangeh wê li navnîşana Kunstverein Offenbach, Aliceplatz 11, li qata 1´ê be. Herçî vekirina fermî ya pêşangehê ye jî sibe wê pêk bê. Pêşangeh duşem û şemiyan wê ji saet 14.00 heta 20.00´an li xelkê vekirî be.

Li Linzê çi qewimîbû?

Di sala 2018´an de Şaredariya Linz am Rheinê, portreyê Erdogan ê bi navê Made in Turkey ê ku Ali Zulfikar xêz kiribû, sansur kir. Di vê portreyê de hunermendî bal dikişand ser sûcên Erdoganî kir. Sedema sansûrê jî ew bû ku serkonsolosa Mainzê ya dewleta Tirkm Sibel Muderrisoglu yek ser telefonî şaredarê Linzê Hans George Faust kiribû û xwestibû ew berhem di pêşangehê de neyê nîşandan.

Di encama israra şêwekar Ali Zulfikar de şaredar qebûl kir ku berhem, berê wî li dîwar û bi nivîsa “Ev berhem ji tirsa Erdoganî ji aliyê şaredariya Linzê ve hatiye sansurkirin” hatibû nîşandan. Di encama nerazîbûnan de şaredarî neçar mabû berhemî rast biqulibîne û nşan bide. Di encamê de li Elmanyayê li ser sansûrê minaqeşeyeke giştî jî dest pê kiribû. OFFENBACH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar