Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Pozê dewleta tirk li erdê tê xijiqandin

Ji beriya serê salê û heta niha operasyonên şoreşgerî yên gerîlayên Kurdistanê di rojevê de ye. Di nava ewqas serma û seqemê de di nava ewqas berf û bahozê de gerîla bi ser çeperên dagirkeran de diçin û li wan didin. Beriya serê salê ango di salvegera damezirandina PKK’ê de van operasyonan dest pê kir. Ji Xakurkê heta Zapê ev operasyonên şoreşgerî berfireh dibin. Her wiha dîmenên van operasyonan jî ji aliyê Gerîla Tv tê parvekirin. Eger dîmen nebûna, dibe ku hinekan bawer nekiriba. Lê bi eşkerekirina dîmenan re şerê taybet ê dewleta tirk têk çû. Ne tenê alîgirên PKK’ê, gelek derdorên din jî bi heyranî li wan dîmenan dinêrîn. Wekî ku mirov li filmekî temaşe bike xuya dikir.

Gerîla di nava çend metro berf de dimeşe û berê xwe dide hedefê. Bi qasî çend deqeyan diaxivin û xwe dighînin çeperên dagirkeran. Piştre jî cenga giran dest pê dike. Ew gerîla ne tirsê nas dikin, ne jî mirinê. Bi ser mirinê de diçin û li wan dagirkeran dixin. Heta ku ev gerîla û ev wêrekî hebe, ne mumkine Kurd têk biçin.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan beriya bi salan ev hişyarî li dewleta Tirk kiribû. Gotibû artêşa xwe ji van çiyayan vekşîne. An wê ew esker biçin an jî wê bimrin. Îro em dibînin ku yek bi yek ew dagirker têk diçin. Her wiha Karayilan gotibû; divê pozê vê dewletê li erdê bikeve û li erdê bê xijiqandin. Gerîlayên Kurdistanê jî îro vê yekê dikin. Ji Zapê heta Metîna û Xakurkê derbên herî giran li dagirkeriyê dixin.

Eger hun biçin welatê kurdan dagir bikin û bifikirin wê ev yek ji were biqede hun şaş difikirin. Eger gerîlayên Kurdistanê hebin wê destûra vê yekê nedin. Gerîlayên Kurdistanê ji bo parastina welat û gelê wê şer dikin. Ev şer şerê rûmet û hebûnê ye. Ji bilî gerîlayên Kurdistanê ti hêzeke din tineye ku dengê xwe li dewleta Tirk bike. Ji dewletên Ewrûpa yên mezin bigrin heta gelek hêzan hesabê dewleta Tirk dikin û newêrin dengê xwe lê bikin. Tenê PKK dikare li ber vê dewleta hov rabe û dengê xwe bike.

Ev rih rihê Apoyî ye. Ev rih rihê lehengiyê ye. Dema ku li Mêrsîn û Enqereyê çalakiyên fedayî pêk hatin, wê demê divê dewletê artêşa xwe ji Kurdistanê vekişandiba. Sara û Rûken li Mersînê, Rojhat û Erdal jî li Enqerê mejiyê dewleta tirk teqandin. Ji wê rojê ve ev dewlet bi ser xwe ve nehatiye. Îro jî yên li Zap, Metîna û Xakurkê di cenga giran de ne hevreyên wan lehengan e. Îro her gerîlayekî Kurdistanê bûye fedayî û bi ser mirinê de diçe. Lewma jî gerîla dibêjin em ji mirinê mezintir in. Êdî ti wateya mirinê ji bo kurdan nemaye. Eger zarokên vî gelî bibin fedayî, wê demê malbatên wan jî fedayî ne. Milletek ku bi vî rengî li ber xwe bide, wê kî karibe wan têk bibe. Ev dewlet û artêş êdî têk çûne. Eger îro gerîla diçin heta ber pozê wan û li wan didin û pozê wan bi erdê de dixijiqînin, wê demê dewlet nemaye. Pozê vê dewletê di nava xwînê de maye û mahkûmî têkçûnê ye.

Nûçeyên Têkildar