Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Prof. Dr. Fîncanci: Em li vir in, bi tu derê de naçin

Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci derbarê rewşa bijîşkan de got ku xebatên ew dimeşînin hikûmetê aciz dike û  ev tişt vegot: “Em ê xebatên xwe bimeşînin. Em bi tu deran ve naçin.”

Piştî Erdogan ê faşîst bajîşk hedef nîşan da, zext û zordariyên li bijîşkan dijwartir bû. Ji van bijîşkan yek jê Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ye. Prof. Dr. Fîncanci ji ber daxuyaniyên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê hatine bikaranîn, hedef hatibû girtin û paşê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Ji ber gotinên Fîncanciyê bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” 2 sal û 8 meh ceza lê hatibû birîn. Danişîna doza têkildarî van gotinan bi daxwaza ji peywir wergirtina endamên Konseya Navendî ya TTB’ê hatiye vekirin dê di 30’ê mijdarê de li 31’emîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya Edliyeya Dişkapi ya Enqereyê bê dîtin. Fîncanci ya doza hatiye vekirin nirxand bi bîr xist ku bi qanûna di destpêka salên 1950’yan de hate sererastkirin avakirina TTB’ê û rêxistinên pîşeyî yên din erênî nehate pêşwazîkirin.

‘Xebatên me hikûmetê aciz dikin’

Fîncanci bal kişand ser zextên li ser TTB’ê û wiha got: “TTB rêxistineke pîşeyî ku ji sala hatiye avakirin ve hin serdeman bi êrişan re rûbirû dimîne ye. Her wiha ji bo guhertina avadaniya rêxistinên din jî hin guhertinan dikin. Esas xweşiya dewletan naçe ku werin kontrolkirin. Em çiqas bi awayekî xurt, bi avaniya civakî mecbûriyeta kontrolkirinê bînin bîra wan û hewl bidin avahiyeke demokratîk ava bikin em dewletê ew qasî mecbûr bikin ku ji kontrolê re vekirî bin. Lê li Tirkiyeyê ev derfet nîne ji xwe. TTB, yek ji rêxistinên pîşeyiye ku vê kontrolê gelek zêde pêk tîne. Ji ber ku divê em mudaxilî mijarên ku tenduristiya gel eleqedar dikin bibin û ji bo maf û nirxên xwe yên pîşeyî helwesteke xurt nîşan bidin. Ev yek jî bixwaze nexwaze li Tirkiyeyê naçe xweşiya tu hikûmetan.”

Têkoşîna mafên mirovan dê bidomîne

Fîncanci, destnîşan kir ku teqez ê rêxistineke girseyî ya demokratîk a weke TTB’ê bizirar tê dîtin û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê êrişên li dijî TTB’ê berdewam dikin. Di heman demê de weke keseke ku ji bo mafên mirovan têdikoş im, ez difikirim ku tişta min got wê di bin sîwana TTB’ê de bibe xwedî berdêleke mezintir, yek ji sedemên bingehîn ên nerazîbûna wan bû.”

Fîncanci, bi lêv kir ku vekirina dozê û pêvajoya wê bi bêhiqûqiyan tejî ye û wiha lê zêde kir: “Ev yek hewldana bêqîmetkirin û bêrûmetkirina TTB’ê ya li ber çavên civakê ye. Wekî din bawer im fikreke wan a nebaş ku pêşiyê li xebatên din ên TTB’ê bigirin û me bi dozan re mijûl bikin heye. Dema hinek ji me bi dozan re mijûl dibin, hin ji me jî ji bo parastina tenduristiya gel, di pêvajoya erdhejê de ji bo xebatên li herêmê ji bo mafên hempîşeyên me têkoşîna xwe didomînin. Ji ber vê yekê ew serneketin.”

Fîncanci, destnîşan kir ku her çiqas dozeke bêhiqûqî be jî dibe ku ji peywîrê bên wergirtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hewce nake ku em ji endamên konseye yên hatine hilbijartin bin. Dema em ne endamên konseyê jî bûn me xebat dimeşandin, em ê dîsa xebatên xwe bimeşînin. Em bi tu deran ve naçin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar