Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Prof. Kurul: Divê Tirkiye bi têgînên ‘terorê’ û ‘terorîst’ re rû bi rû were

Prof. Dr. Nejla Kurul, diyar kir ku divê Tirkiye bi têgînên “terorê” û “terorîst” re rû bir û were û got: “Zextên li dijî kirdeyên polîtîk ên kurdan dewam dikin. Êdî mirov naxwazin bi hestên tirs û xemgîn li Tirkiyeyê bijîn. Mirov dixwazin demokrasiya Tirkiyeyê ji nû ve ava bikin.”

Helwesta Îyî Partî ya li dijî HDP û pêşniyara wê ya avakirina “maseya welat” rê li ber nîqaşên derbarê binyada mûxaleta li Tirkiyeyê heyî de vekir. Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Prof. Dr. Nejla Kurul a ji Zanîngeha Enqerê hat îxraçkirin û di xebatên Yekitiya Hûndir a Demokrasiyê de cih girt, van nîqaş û pêşketinan de axivî.

Kurul, diyar kir ku HDP xwedî pozîsyonek curbicurî, wekhevî û cudabûnek mezin û wiha axivî: “Siyaseta rastgir, lîberalên çep ên pêvekî yên siyaseta rastgir vê yekê hezim nakin. Avakirina Misliman-Tirk, weke binyadeke girîng tê ferzkirin. Bê guman ev ferzkirin bingeha xwe ji hêza rastgiriyê digire û hatina mûxalefetê ya cem hev, pêşiya vê yekê digire. Gotin û daxuyaniyên Seroka Giştî ya Îyî Partiyê Meral Akşener ên li dijî HDP’ê ne nû ne. Ji bo Akşener tifaq tenê ew SP û CHP ye. Di vî warî de têkiliya wê ya bi HDP’ê re tuneye. Lê dema neçar dimîne jî, wê demê dikeve ferqê. Bi awayekê sergirtî ji alîgirên xwe re peyama ‘Tu karê min bi kurdan re tuneye’ dide. Lê tu wateya vê peyamê tuneye. Ji xwe AKP û MHP têra xwe vê yekê dikin. Ev helwest û nêzîkatiyek beyhudeye.”

‘Divê bi têgîna terorê re rû bi rû werin’

Kurul, da zanîn ku divê Tirkiye bi têgînên “terorê” û “terorîst” re rû bi rû were û wiha got: “Ger demokrasi pêş bikeve, wê demê divê hebûna neteweyekê bi gefan, teror û terorîzmê neyê pênase kirin. Nêzîkatiyek wiha dê ji siyaseta rojane ya desthilatdariyê ne cuda be. Desthilatdarî ji bo rojeva xwe ava bike, her tim li gunehekê digere û hewl dide di siyasetê de tirsê ava bike. Wisan difikire ku civaka Tirkiyeyê li dijî vê rojevê ye. Lê di rastiyê de bertekên mûxaletê pir kêmin. Ji ber vê dixwazin hebûna HDP’ê ya di Meclîsê de û di binyadê de kêm bikin.”

Zemînê HDP’ê bi hêz dibe

Kurul, da zanîn ku ev gotinên desthilatdariyê û mûxaletê zemînê HDP’ê xurttir dikin û wiha bilêv kir: “Di vê rewşê de yanî bloka sêyemîn HDP derdikev pêşberî wan. Êdî mirov naxwazin bi hestên tirs û xemgîn li Tirkiyeyê bijîn. Mirov dixwazin demokrasiya Tirkiyeyê ji nû ve ava bikin.

‘Bêyî kurdan maseya demokrasiyê nabe’

Kurul, dest nîşan kir ku bêyî kurdan maseya demokrasiyê nabe û wiha pê de çû: “Ji bo ku em li dora yek masê kom bibin, berî her tiştî divê em wekhev bin. Yên ne wekhev bin nikarin bên gel hev. Di gotinên vederkirina HDP’ê de wekhevî tuneye. Em mûxalefetê hişyar dikin. Êdî divê mûxalefet, dest ji awayê kodkirinên muxaletê yên desthilatdariyê ber de. Ji xwe desthilatdariyê jî kodên xwe helkirin û bû desthilatdar. Niha jî dixwaze hêzên mûxaletê bikişîne van kodên xwe. Mûxalefet jî gelek caran guh dide desthilatdariyê û bi awayekê rehet van daxuyaniyan dide. Divê em têkoşîna xwe ya li dijî van ne diyarbûnan dewam bikin. Cîhanek nû li pêşiya me heye. Lê em destê xwe dirêjî wê nakin. Divê em hêza destê xwe dirêjî wê bikin, nîşan bidin.” ENQERE 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar