Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Prof. Paech: Divê NATO li hember kiryarên Tirkiyeyê rabe

Pisporê hiqûqa navneteweyî Prof. Norman Paech destnîşan kir ku dewleta tirk bi êrîşa li ser Rojava re bendên 4 û 7’an ên Xala 2’emîn a Neteweyên Yekbûyî binpê dike û got, “Divê civaka navneteweyî bi lez bikeve nava tevgerê.”

Ji pisporên siyaset û hiqûqa navneteweyî Prof. Paech êrîşên dewleta tirk a dagirker ên ji 19’ê mijdara 2022’yan û vir ve li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike, ji ANF’ê re axivî.

Prof. Paech anî ziman, endamê Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) Tirkiye di salên dawî de mafên mirovan û pîvanên hiqûqa navneteweyî binpê dike û got, “Mixabin ev êrîşên bêrehm ên li ser gelê kurd ji rêzê têne dîtin.” Prof. Paech bal kişand ser xalên Peymana Neteweyên Yekbûyî ku Tirkiye jî mohr kiriye û got, “Bi êrîşên dawî yên li ser Rojava re dewleta tirk bendên 4 û 7 ên xala 2’an a Peymana Neteweyên Yekbûyî binpê kiriye.”

Zanyarê alman Prof. Norman Paech destnîşan kir ku bi van bendên peymanê re hatiye misogerkirin ku divê welatên endamên Neteweyên Yekbûyî hurmetê nîşanî yekparebûn û serweriya xaka welatekî din bidin û got, “Eger yek van bendan binpê bike û êrîşî welatekî din bike, rewş divê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê darizandin. Ji ber vê yekê civaka navneteweyî bi taybetî jî Neteweyên Yekbûyî û NATO’yê ji bo bidawîkirina êrîşên Tirkiyeyê divê bi lez bikevin nava liv û tevgerê û dest li vê rewşê werdin.”

Prof. Paech bi bîr xist ku kurdan û gelên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstemeke demokratîk a ji mafên wekhev ava kirine û ev yek divê ji aliyê hêzên navneteweyî ve bêne parastin û wiha dewam kir, “Kurdan bi têkbirina çeteyên DAIŞ’ê re mirovahî hemû rizgar kirin. Lê mixabin niha di êrîşan de hem ji aliyê DYA’yê ve hem jî ji aliyê Rûsyayê ve bi tenê têne hiştin. Li pêş çavên tevahiya cîhanê bi rengekî şênber êrîş li wan tê kirin. Ev yek di heman demê de durûtiya NATO’yê û dewletên rojavayî jî radixe pêş çavan.”

‘Almanya hevkariyê bi Tirkiyeyê re dike’

Prof. Norman Paech destnîşan kir ku bi taybetî Almanya eger bixwaze wê karibe van êrîşên rejîma Erdogan bisekinîne û got, “Di nava welatên rojavayî de ya ku têkiliyên xwe bi Erdogan re gelekî baş e û herî zêde hevkariyê pê re dike Almanya ye. Eger Almanya bixwaze bi pêkanînên leşkerî û aborî dikare bike ku dawî li van êrîşên binpêkirina hiqûqa navneteweyî bê anîn.”

Prof. Paech diyar kir ku Almanya li şûna ku bi rola xwe rabe ji rejîma Erdogan re dibe hevpar û sûcên rejîmê ji nedîtî ve tê û got, “Gotina ku weke şexs bandoreke nebaş li min kir gotina ‘Divê êrîş heta astekê be’ ya Wezîra Karên Hundir Nancy Faeser bû. Ev gotin ne ya qebûlkirinê ye. Almanya divê bi rengekî şênber bibêje ‘Ev êrîş bi tu awayî li gorî hiqûqa navneteweyî û endametiya NATO’yê nîne’ û helwestê nîşan bide. Divê NATO jî vê mijarê bixe rojeva xwe û li ber rejîma Erdogan rabe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar