KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Prof. Sassolî: Qada navneteweyî dagirkirina Kurdistanê ji nedîtî ve tên

Pisporê Hiqûqê yê Navneteweyî Prof. Marco Sassolî hiqûqa navneteweyî hebûna Tirkiyeyê ya li Kurdistanê weke dagirkeriyê nabîne û wiha got: “Tirkiye hebûna xwe li bakurê Sûriyeyê bêyî erêkirina hikûmeta Sûriyeyê diparêze. Ev dagirkerî ye. Ji ber ku Tirkiye Kurdistanê weke parçeyekî Tirkiyeyê dibîne, rewşa li wir weke dagirkeriyê nabîne.”

Dewleta tirk a dagirker her roj li kurdistanê sûcê mirovahiyê dike lê tu hêz an jî dewlet li hemberî wê dengê xwe dernaxe. Di qada navneteweyî de hema hema her roj welatek bi binpêkirina Peymanên Cenevreyê tê sûcdarkirin. Lê belê ji ber sûcên li Ûkrayna, Xezeyê yan jî li Kurdistanê tên kirin, heta niha hesab ji ti hêzî nehatiye xwestin. Cih û warên sivîlan tên bombekirin, sivîl tên kuştin, jin û zarok tên kuştin, axên gelên din tên dagirkirin, bi mîlyonan mirov ji cih û warên xwe dibin û koçberiya bi darê zorê li wan tê ferz kirin, mirovan ji cihên cuda tînin û li herêmên dagirkirî bi cih dikin. Şervanên ku di dema şer an jî ji ber şer dîl hatine girtin, rastî êşkenceyên giran tên an jî di nava şert û mercên tecrîda giran de tên girtin.

Tevî van bûyeran hemû jî, em şahidiyê ji ti dewletê re nakin ku hesab bidin. Ango em dibînin dewlet û saziyên ji parastina hiqûqa navneteweyî berpirsyar in, bi rengekî bijarte tevdigerin. Li hemberî şerê li Ûkraynayê hiqûqa navneteweyî derdiket pêş, lê belê li pêşberî şerê dewleta tirk ê li Kurdistanê bêdengiyeke bêdawî heye.

Komîserê Komîsyona Huqûqnasan a Navneteweyî û Profesorê Hiqûqa Navneteweyî yê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Cenevreyê Marco Sassolî têkildarî dagirkerina Kurdistanê û sûcên li hemberî gelê kurd tên kirin nêrînên xwe anîn ziman. Prof. Marco Sassolî diyar kir ku divê di qanûnên navneteweyî yên mirovî de, nakokiyên çekdar ên navneteweyî di navbera du dewletan de û nakokiyên ne navneteweyî di navbera komeke çekdar û dewletekê de cuda bikin.

Prof. Marco Sassolî, da zanîn ku di navbera Ûkranyayê û Rûsyayê nakokiyeke navneteweyî heye û wiha got, “Li Filistînê pevçûneke navneteweyî û li Xezeyê jî dagirkeriyeke leşkerî heye. Li aliyê din li Tirkiyeyê şerekî çekdarî yê ne navneteweyî, mînak di navbera PKK’ê û hêzên desthilatdariya Tirk de heye. Tirkiye her tim wesfa şerê çekdarî red dike û îdîa dike ku ev şer bi tenê di çarçoveya operasyonên têkoşîna li dijî terorê de ye. Di vê nuqteyê de kes zorê nade Tirkiyeyê ku qebûl bike ku ya diqewime şerekî çekdarî ye.”

Marco Sassolî destnîşan kir ku bi vê yekê re peymana Cenevreyê jî tê binpêkirin û wiha got, “Binpêkirinên li hin qadan di asta skandalê de ye. Weke çapemenî erka we ye ku hûn vê rastiyê ragihînin û bawer im divê wiha be. Lê divê nêrînek wisa neyê avakirin ku hiqûqa mirovahî li her derê tê binpêkirin. Di gelek rewşan de ev sazî neçar in hiqûqa mirovî bi cih bînin. Gelek hêzên ku rêzê ji bo vê digirin hene. Pêwîstiya me bi îradeya siyasî ya dewletan heye ku bi temamî hurmetê nîşanî van peymanan bidin. Pêşî divê ji standarteke dualî ya rexnekirina binpêkirina li welatekî û nerexnekirina binpêkirina li welatekî din, dûr bê seknandin. Mixabin dewlet xwedî du standartan e. Mînak, hin dewlet binpêkirinên mafên mirovan ên Rûsyayê yên li Ûkraynayê rexne dikin. Bê guman di vê mijarê de mafdar in. Lê belê heman dewlet ango hêz ji ber ku di gelek aliyan de muhtacê dewleta Tirkiyeyê ne, ji ber binpêkirinên ku dike jî bêdeng dimînin.”

Sassolî da xuyakirin ku hebûna Tirkiyeyê ya li Bakurê Sûriyê dagirkerî ye û wiha domand, “Ji ber ku welatekî din e. Lê wek hûn jî dizanin Kurdistan ne mîna dewlet e. Mafê xwerêvebirinê yê gelan maf dide kurdan ku daxwaza dewletekê bikin, lê hînê dewleteke bi vî rengî nîne. Dema ku dewlet jî nebe, hebûna Tirkiyeyê ya li Kurdistanê jî weke dagirkeriyekê nayê dîtin. Li aliyê din, li Sûriyeyê; Tirkiye hebûna xwe li bakurê Sûriyeyê bêyî erêkirina hikûmeta Sûriyeyê diparêze. Ev dagirkerî ye. Ji ber ku Tirkiye Kurdistanê weke parçeyekî Tirkiyeyê dibîne, rewşa li wir weke dagirkeriyê nabîne. Her çend hebûna Tirkiyeyê ya li Kurdistana Tirkiyeyê di çarçoveya hiqûqa dagirkeriyê de neyê dîtin jî, li vê derê pîvanên mafên mirovan derbasdar e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar