Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Prof. Tamas, Ocalan şiband 5 lîderên dîrokî

Fîlozofê Macar Prof. Tamas, Ocalan şiband Benes, Manîû, Gandhî, Mandela û Sûn Yat-Sen ku rêveçûna dîrokê guherandin. Prof. Tamas got, “Divê Ocalan êdî ne girtî be.”

Prof. Gaspar Mîklos Tamas, yek ji pêşengên muxalefeta li Macaristanê ya li dijî rêveberiya Vîktor Orban e. Piştî ku Orban sala 2011’an desthilatdarî bi dest xist, Prof. Tamas ji peywira dîrektoriya Akademiya Zanistên Macar hate girtin. Prof. Tamas niha li Zanîngeha Ewropayê ya li Bûdapşteyê dersê dide.

Prof. Tamas, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiya grevên birçîbûnê ji nûçegihanê ANF’ê Perwer Yaş re axivî. Prof. Tamas ku yek ji fîlozof û ramangerên sax ên sereke yên li Ewropayê ye, bi boneya salvegera 20’an a dîlgirtina Ocalan bangeke girîng li Ewropayê û welatên rojava kir.

‘Fêhm nakim çima hê jî girtî ye’

Prof. Tamar diyar kir ku ew çalakiyên ij bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin girîng dibîne û wiha got: “Abdullah Ocalan dikare pirsgirêka kurd çareser bike, lewma fêhm nakim bê çima hîn jî girtî ye.” Fîlozofê Macar têkoşîna Ocalan şiband van lîderan ku rêveçûna dîrokê guherandin: Edvard Benes (Çekoslovakya), Luliu Manîu (Romanya), Mahatma Gandhi (Hindistan), Nelson Mandela (Afrîkaya Başûr) û Sûn Yat-Sen (Çîn).

Fîlozofê Macar bi dewamî wiha got: “Ev kesên ku ji afirandina neteweyên hemdem re bûn alîkar, salên dûr û dirêj li girtîgehê man. Lê belê bi dîtina min, berevajî hêzên mezin ên vê serdemê, yên beriya niha bêhtir biaqil bûn. Kirin ku ew lîder ji girtîgehê bên derxistin û bi rêbazên aştiyane reform pêk werin. Heman rewş divê ji bo Ocalan jî derbas bibe. Bi dîtina min, mîna rêberên din, azadiya wî jî wê alîkarî û hêzeke xurt bide aştiyê.”

Bang li Yekitiya Ewropayê kir

Prof. Gaspar Mîklos Tamas bi taybetî ji hikûmeta alman a Federal û Yekitiya Ewropayê xwest ku tev li vê pêvajoyê bibin û wiha got: “Girîng e Almanya û Yekitiya Ewropayê di çarçoveya wekhevî, aştî û demokrasiyê de bikevin nav liv û tevgerê û bikin ku Ocalan azad bibe. Her wiha bi azadiya Ocalan re divê ev hêz pêşengiyê ji pêkhatina otonomiya kurd re bikin.”

Prof. Tamas anî ziman ku ev rewş wê ne bi tenê bi kêrî Tirkiyeyê bê, di heman demê de wê sûda xwe li Rojhilata Navîn û Başûrê Ewropayê jî bibe. Prof. Tamas her wiha siyaseta qedexekirinê ya dewleta alman a li dijî tevgera azadiyê ya kurd rexne kir.

Di vê mijarê de Prof. Tamas ev bang li Almanya û Yekitiya Ewropayê kir: “Fêhm nakim bê çima organîzasyonên demokratîk ên kurdan ên li Almanyayê û welatên din ên Ewropayê tên qedexekirin û li derve tên hiştin. Halbûkî ev organîzasyon ji bo zexteke siyasî were kirin dixebitin û ji partiyên sosyalîst ên legal ên li rojavayê Ewropayê ti cudahiya xwe nînin. Eger wê bê qedexekirin divê ew partî jî werin qedexekirin. Ne şaş bim, birêz Erdogan Almanya û Yekitiya Ewropayê bi rê ve nabe. Baş e, wê çaxê Almanya û Yekitiya Ewropayê çima bi fermanên Erdogan tevdigerin?”

Prof. Gaspar Mîklos Tamas tevî zextên rejîma Orban jî li paytexta Macaristan Bûdatepşteyê ye. Lîderên ku Ocalan şiband wan, di dîrokê de bi van rolan rabûbûn:

Edvard Benes: Lîderê tevgera serxwebûnê ya Çekoslovakyayê Benes, dema ku Almanya Nazî amadekarî dikir ku welatê wî dagir bike, wezîrê karên derve bû. Benes serî li ber dagirkeriya artêşa Naziyan netewand û sala 1938’an çû sirgûnê. Piştî Şerê Cîhanê yê 2’emîn vegeriya welatê xwe û sala 1945’an bû serokkomarê duyemîn ê Çekoslovakyayê.

Lûlîû Manîû: Manîû yê romen kir ku Transîlavanya bi Romanyayê re bibe yek û di navbera salên 1928 û 1933’an de du caran ji bo serokdewletiyê hate hilbijartin. Manîûa yek ji pêşengên berxwedana li dijî Almanyaya Naziyan bû. Sala 1947’an piştî ku Komara Gel a Romanyayê ava bû, hate girtin û cezayê girtîgehê yê muebetê lê hate birîn. Manîû sala 1953’an li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.

Mahatma Gandhî: Gandhî ku di navbera salên 1869 û 1948’an jiya, weke lîderê rûhanî û siyasî yê Tevgera Serxwebûna Hindistanê cihê xwe di dîrokê de girt. Gandhî weke pêşengê felsefeya bêîteatiya sivîl tê naskirin ku ev yek berxwedaneke aktîf lê dûrî ji şîdetê ya li dijî nebaşiyê ye. Gandhî bi rêya rêbazên xwe, Hindistan ji dagirkeriya îngilîzan rizgar kir.

Nelson Mandela: Mandela di navbera salên 1918 û 2013’an de jiya. Bû navê berxwedana li dijî rejîma Apartheîd a li Afrîkaya Başûr. Mandela sala 1962’an hate girtin û piştî 27 salan bi kampanyayeke navneteweyî azad bû. Mandela bû serokdewletê destpêkê yê reşik ê Komara Afrîkaya Başûr.

Sûn Yat-sen: Yat-sen ku wek damezrînerê Çîna modern tê naskirin, di navbera salên 1866 û 1925’an de jiya. Di berxwedana 1911’ê de ku rê li ber hilweşîna Împaratoriya Çînê ya du hezar salî vekir, Yat-sen roleke girîng lîst. Sala 1923’an bi peywira demkî ya serokkomariyê rabû. Di dîroka Çînê de bû yekem serokdewletê ku ne ji malbata împarator e.

Prof. Gaspar Mîklos Tamas kî ye?

Sala 1948’an li bajarê Kolozsvar ê Romanyayê ji dayik bû û sala 1972’an perwerdeya xwe ya li ser felsefeyê li Zanîngeha Clûj-Babeş Bolyaî qedand. Sala 1978’an ji ber sedemên siyasî neçar ma koçî Macaristanê bike û li Zanîngeha Bûdapeşteyê dest bi dayîna dersan kir. Di navbera salên 1989 û 1994’an de bû parlamenter û piştre li zanîngehên Oxford, Chîcago, Colombîa, Georgetown û Yaleyê ders da. Ji bo karên zanistiyê wextekê li Parîs, Viyana, Washîngton û Berlînê ma. Sala 2010’an bû serokê damezrîner ê Partiya Çep-Kesk. BERLÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar