Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Projeya rêya pêşketina Iraqê!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Bi vê projeyê, dewleta tirk dixwaze du pêngavên stretejîk biavêje.

Ji ber ku armanc, ne bi tinê êrîşkirina ser PKK’ê ye, li gel vêya  rakirina statuya Federaliya Başûre jî dike armanc.

Ev projeyek kevn e, hîn di salên despêka dagirkirina Iraqê yên 2005’an de ketibû rojevê.

Lê, jiber pêkhatina giraniya Îranê a li ser rêveberiya Bexdayê, ne meşiya û gelo ji bo çi niha dîsa bi lez ket rojevê?

Jiber ku di vê demê de projeya “rê û kember” a Çînê ketiye rojevê, pir zû bi pêşve diçe. Ev jî li pêşiya plan û projeyên DYA’yê dibin asteng. Yek, ji bo pêşiyê li ber vê projeya Çînê bigre.

Dudu, rûdana şerê Ukraynayê, guftûgoyên li ser derketina DYA’yê ji Rojhilata Navîn.

Sisê, derketina gelek projeyên ku Tirkiyeyê ji baregeha bingehîn a enerjiyê dûr bixe û hwd.

Bi vê “Projeya Pêşketına Iraqê” ve dixwze, ew çavkaniyên petrolê û xaza xwezayî yên Herêma Kurdistana Federal ên li Silemaniyê, Çemçemal û Kerkûkê ku boriyên vê xetê gihandine Silopyayê û ji vira jî gihandine Hatayê, weke lingê duda jî, ji Basrayê bibe Şingalê û ji wira jî bibe di ser Tirkiyê re bigihêne Ewrupayê!

Ji bo vê projeyê bi rekûpêk bide meşandin, hewldidin ku li Ovakoyê deriyekî din vekin û bi vî awayî têkiliyên Rojava û Başûr, ji hevdu qut bikin.

Her wiha statuya federal a Başûr bi tevayî tê hilweşandin û Dihok û Hewlêr dibin weke du bajarên Tirkiyeyê. Xalek giring a vê projeyê jî ev e ku: ji derve hiştina Rêvebirên Berzanî û ji hemû tiştî bêpar kirina wan e.

Jixwe armanca bingehin a dewleta tirk; Başûr bi tevayî û eger derfet hebe Rojava jî bixe nava nexşeya Tirkiyeyê. Ew nexşeya ku Receb Erdogan di civîna NY de peşkêş dikir û 30-40 km bi berfirehî “sînorê xwe yê nû” nîşan dida ev bû.

Ji vê projeyê daxwaz û meqsedên dewleta tirk wisa ne, lê gelo şerd û mercên heyî derfetê û şensê dide ku karibe bi ser keve?

Hema di serî de divê êdî were pejirandin ku asta xurt a îrade û têkoşîna Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê, şensê nade vê siyaseta qirker a Dewleta Tirk û hevalbendên wê ji bo serkeeftinê.

Nîşaneyên herî berbiçav, qonaxa pêşketî ya têkoşîna gerila, bêgûman berî her tiştî bi pêşengiya Rêber APO  berxwedana zindaniyan, li ser vê bingehê hilwest û çalakiyên gel ên meha ADARÊ bi taybet; 8ê Adarê û bi pîrozbahiyên 21 Adarê yên NEWROZa îsal, ev doz hat tacîdarkirin.

Jixwe hevsengiya navneteweyî û navdewletî jî, ji bo serkeftina dewleta tirk ne gengaz e, jiber ku nakokiyên navbera wan di çarçoveya şerê cîhanê ya sisyan de dimeşe.

Hema nakokiyên navbera Enqere û Bexdayê bi serê xwe, rê xweş nake ji bo meşa vê projeya qirker û dagirker, ku xwedêgiravî hempayên hevdu yên sereke ne di vê projeyê de!

Jixwe Iraq, baş zane ku PKK’ê ji bo wan ne xeter e, berovajî, di şerê dijî DAIŞ’ê de Serokwezîrê wan ê wê demê Heyder Ebadî, malavayî li PKK’ê kiribû. Her wiha ji berpirsiyarekî Koolisyona Dewleta Yasayî Adil Manî jî dibêje; ”Rêveberiya Iraqê û gelê Iraqê ji bo malavayê li PKK’ê bikin qerdar in”!

Herwiha nakokiyên mezin ên navbera Enqere û Tehranê jî di heman astê de ne.

Têkiliyên navbera Moskova û Enqereyê jî, piştî êrîşa komkuj a DAIŞ’ê ya dawiya vê hefteyê li Rûsyayê, rojbiroj hîn xerabtir dibin.

Li Başûr, ji bilî çend kesên rêveber ên mala Berzanî, him gel him jî tevgêrên din bi piranî û bi teybetî jî YNK, ne dijî PKK’ê ne, bi gelemperî mirov dikare bêje dost in.

Lê divê ew hewldanên dewleta tirk, wan gerên komên giregir ên wezîrên şerxwaz ên derve û bergirî û serokê MÎT’ê, li ber çavan were girtin.

Heke ne bi dil be jî, hinek bandor li ser rêveberiya Bexdayê kirin û li dijî PKK’ê biryarek neyini standin. Bele li aliye din divê were zanîn ku bêyî destûra DYA’yê nikarin ti pêngavan bavêjin.

Belê her çi dibe bila bibe, divê Tevgerên Azadiyê bê amadekarî nemînin û ji bo her gûmanek neyînî divê xwedî amadekarî bin.

Di vê navberê de girîngiya hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê neyê .

Nûçeyên Têkildar