Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Projeya Ukrayna nameşe, îja kuder?

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Li goreyî tê diyar kirin, ew projeya DYA’yê û dewletên rojava, xwestin di ser Ukraynayê re bidin birêvebirin, xetimiye.

Êdî nema bi pêşve diçe û mirov dikare bêje li serê wan dibe bela. Êdî ji bo wan, li gel zerar û ziyana siyasî û leşkerî, dibe ya aborî û psikolojîk jî.

Encamên di civînên mezin ên di asta dewletên giregir ên cihanî de derdikevin holê, weke mînak yên li Afriqa Başûr û Hindistanê hat in çêkirin de, tê xuya kirin ku hevalbendiya li gel DYA’yê û dewletên Rojava(NATO)yê, gelek lewaz dibe.

Bê gûman ev hewldanên bahsa wan tên kirin û ev projeyên di rojevê de ne, hemû li dijî tirsa ji Rûsya û pêşkevtina Çînê ye.

Li gel projeya Ukraynayê ya li dijî Rûsyayê, xwestin êrîşên li dijî Sûriyeyê û Îranê jî dijwartir û xurtir bikin.

Her wiha li dijî Çînê jî, xwestin li Tayvanê û hinek cihên din tevgerên nuh li dar bixin.

Lê êdî zelal dibe ku roj bi roj, asteng li pêşiya van plan û programa wan zêdetir dibin.

Weke mînak; parçeyekî giring yê ku ev proje li ser were meşandin Polonya bû, serokwezîrê wê Mateusz Morawiecki, çarşema derbasbûyî di televizyonê de, aşkere got; êdî nema alîkariya çekan dide Ukraynayê û hwd.

Helbet ev xetimandina projeyê, bandorek giran li ser hevalbendiya DYA’yê û dewletên Ewropayê jî dike.

Dewletên herî navdar ku pêşengiyê ji Ewrupayê re dikin; Almanya û Fransa, êdî weke berê destekê nadin Ukraynayê. Her wiha ew stratejî û tektikên wan ên li dijî Rusyayê, weke ku wan plan dikir û pêşbînî dikirin nebûn!

Mînaka herî li pêş, ew biryarên aborî/bazirganî û bi taybetî yên ji bo enerjî û xaza xweza ku li dijî Rûsyayê wergirtin û dan meşandin, negihişt armanca xwe. Berovajî, ji aliyekî ve ew biryara wan bû zerar û ziyan li dijî wan; jiber ku ev biryar, bû sedema Rûsya hin pirtir bazirganiya enerjiyê li gel Çîne xurtir bike û li gel Çînê hîn pirtir bibin hevalbendên hev.

Tê gotin ku wan nakokiyên navbêra Ermenistan û Azerbaycanê (Qerebax û hwd.) dîsa gûr dikin û dixwazin Zelenskiyekî dudan Paşinyan derxin holê!

Her wiha dîsa vegeriyan Taywanê û dixwazin nakokiyên wira tevrakin û li wira jî şer û pevçûnê derxin.

Erê Ermenistan biçûk e û Paşinyan jî pir sivik e! Lê Ukrayna jî ne gelek mezin bû û Zelenskî jî ne pir giran bû.

Gotinek pêşiyê kurdan heye dibêje; “mêş biçûk e, lê madê mirovan dixelîne”!

Erê Ermenistan welatekî biçûk e dewletek ne gelek bi hêz e. Lê sînorê erdnîgariya wê û rewşa wê ya jeopolîk, gelek dewletan dikişîna nava vê mijarê û vê tevliheviyê.

Hema Tirkiye û Îran yekser dikevin nava vê mijarê û tên dijberî hev. Li gel van dewletan çend dewlet tên hemberî hev, êdî zelaltir xuya dibin.

Jixwe tê zanîn, bi dehan mijarên nakokiyên navbêna Iraq û Îranê hene, Di van rojên dawî de, van nakokiyan hîn jî zêdetir dibin.

Di wan civînên mezîn ên cihanî de, hat dîtin ku ew her du rêyên/koridorên enerjiyê, êdî nema di ser Tirkiyê re diçe. Yek wê di ser Derya Reş re, ya din jî wê di Hindistanê-Erebistana Siûdî-Israil-başûrê Qibrisê û Yewnanê re derbasî Ewrupayê bibe.

Kurt kurmancî Tirkiya R.Erdogan, him ji dêrê/kilîsê him ji mizgeftê mahrûm dibe!

Divê em bînin bîra xwe ku R.Erdogan, ji mêj ve parçeyek ji vê projeyê ye. Ev kes, berî bîst salan ji bo projeya mezintir amade kirin û anin ser rêveberiya dewleta Tirkiyê.

Karê wî (misyona wî) ya Rojhilata Navîn û hinek dewletên misilman bi piranî temam bû, lê ya li dijî Tevgêra Azadiya Gelê Kurdistanê hîn xelas nebû ye.

Bila were bîra me, di destpêka dîzayna cihanê ya nuh de (an jî şerê 3’an ê cihanê de), bi navê “bihara ereban”, amadekariyên xwe dikirin. Lê ji bo vê planê bi serkeftî bidin meşandin, diviya kelemên pêşiya programa xwe rakin.

Di nava van keleman de, bi taybetî li Rojhilata Navîn, kelemê ji bo wan bibe astenga herî giring; yek ji wan Tevgêra Azadiya Kurdistanê û rêberiya wê bû; e ha ew komploya navdewletî ya li dijî Rêber Apo hat li darxistin, hîn jî dewam dike.

Ev kelema nikaribû bihata rakirin. Berovajî hîn xûrtir bû. Belê mirov bala xwe didê, êrîşên li dijî vê Tevgêrê û bi Taybetî li dijî Rêber û Pêşengên wê hîn dijwartir dibin.

Lê ji bo vê astengiyê ji ber xwe rakin, hemû hêzên wan ên dewletê têrê nakin. Lewma hemû hêviya xwe dane ser xiyaneta Kurdistanî. Ev jî; Malbata Barzanî ye. Lê wisa diyar dibe ku ev jî têrê nake, loma dixwazin hêza YNK’ê jî bikişine nava xiyanetê û ji bo vêya, wezîrê wan ê bergirî Yaşar Guler, yekser gefa li Bafil Telebanî dixwe.

Ev pêvajo dewam dike, şîroveyê me jî wê dewam bike.

Nûçeyên Têkildar