Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Promiyera ‘Nobedarê Dilên Hêsîr’ pêk hat

Koma Şanoyê ya Mordem Hunerê, promiyera lîstika “Nobedarê Dilên Hêsîr” a ku qala helbest, jiyan û felsefeya Melayê Cizîrî dike pêk anî

Koma Şanoyê ya Mordem Hunerê bi lîstikek nû derket pêşberî şanohezan. Komê lîstika “Nobedarê Dilên Hêsîr” a evîna helbestvanê bi nav û deng ê kurd Melayê Cizîrî ku wek feylezofê demê jî tê nasîn amade kir.

Lîstîka ku ev çend meh bû amadekariyên wê didomiyan bi promiyerê li salona Mordem Hunerê hat pêşandan. Gelek nivîskar û şanohez beşdarî promiyera lîstikê bûn.

Lîstika “Nobedarê Dilên Hêsîr” a ku derhêneriya wê Bariş Işik dike her wiha Bariş Işik, Kenan Demîr, Pelda Bal, Leyla Devecî, Mustafa Zeren û Veysel Aslan jî wek lîstîkvan dileyîzin. Listîka ku nêzî saetekê didome bi helbest û evîna Melayê Cizîrî hatiye honandin.

Lîstika ku ji aliyê şanohezan ve bi baldarî hat temaşekirin û hat ecibandin bi dawîbûna lîstikê re li ser piya li çepikan dan.

Piştî lîstikê şanoger Kenan Demîr xêrhatina hemû mêvanan kir û diyar kir ku ew kêfxweşin ku jiyan, helbest û felfesefeya Melayê Cizîrî kirin şano û pêşkêşî temaşevanan dikin û ew bi vê lîstikê dixwazin balê bikişînin ser heqîqeta helbest û wêjeya Melayê Cizîrî.  Dê lîstik îro êvarê jî saet di 20.00’an de bê pêşandan. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar