Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Provokatoran dest bi heqaretê kirin

Çalakgerên li ber avahiya HDP’ê ya Amedê ku ji Serokkomar Erdogan bigere heta Wezîrê Karên Hundir Soylû ji bo wan banga piştgiriyê kirin, ji ber ku piştgiriyê nagirin dest bi heqaretê kirin. Heqaretên ku kirin ji aliyê kamereyan ve hatin qeydkirin

Malbatên ku li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê bi hinceta ku “Zarokên wan ji bo çûyîna çiya hatine revandin” li ser daxwaza Emniyeta Polîsan a Amedê û rejîma AKP’ê dest bi çalakiya rûniştinê ya provokatîf kirine. Hewildanên provokasyona wan 10 roj li pey xwe hişt. Li gel ku 10 roj di ser de derbas bûne jî piştgiriya ji bo hewildana provokatîf gelekî qels e. Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bixwe li malbatan digere û timî di axaftinên xwe de banga piştgiriyê li hunermend, rêxistinên sivîl û saziyên pîşesazî dike. Şanoger Ahmet Yenîlmez ku di her firsendê de dibeje ew MHP’î ye bersiv daye banga Erdogan û hatiye serdana malbatê. Her wiha weqf û komeleyên nêzî AKP’ê jî piştgiriyê didin van malbatên hatine lîstika AKP’ê.

Wezîr û parlamanteran tînin serdanê

Ji ber ku ev hewildana provokatîf piştgiriyê ji gelê kurd nagire ji Trabzon û Stenbolê malbatan anîn Amedê. Li gel vê yekê jî bandora ku ji vê hewildanê tê xwestin nayê avakirin. Li ser vê yekê Wezîra Xizmetên Xebat û Civakî û Malbatê Zehra Zumrut Selçûk, Parlamenterê AKP’ê yê Xarpêtê Zulfu Demîrbag, Parlamentera AKP’ê ya Amedê Oya Eronat û Serokê Rêxistina MHP’ê ya Amedê Cîhan Kayaalp hatin serdana malbatan. Di serdanên parlamenter û wezîran de ji ber ku rêxistinên AKP’ê yên herêmê piştgirî nedan, serdan bi komên biçûk pêk hatin.

Banga hemû derfet têxin xizmeta wan dikin

Ji ber ku di asta tê xwestin de piştgirî nayê kirin, Serokkomar Erdogan, Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ji bo piştgiriyê bang li hunermend, rêxistinên sivîl û saziyên pîşesazî kirin. Soylû beriya hefteyekê bi hinceta ku li hemberî vê hewildana provokatîf bêdeng dimîne, li Dêrsimê gef li Baroya Amedê xwaribû. Kalin jî têkildarî mijarê gotibû ku hemû derfetên xwe ji bo vê yekê sefer ber kirine û piştgirî nedana provokasyonê rexne kiribû.

Bendewariya wan derneket

Li gel ku çapameniya alîgir têkildarî vê provokasyonê her roj nûçeyên mîna “Malbatên nû tevlî bûn” derbas dike jî piştgiriya ku tê xwestin nayê dayîn. Hejmara ku weke 23 malbat tê ragihandin jî ji rastiyê dûr e. Bi xizm, hevjîn û zarokan re hejmara kesên ku tevlî provokasyonê bûne hê jî 20 derbas nekiriye. Malbatên ku bi soza ‘piştgiriya civakî’ ketin nav bendewariyê, ji ber ku piştgiriya dixwazin nagirin, bertek nîşanî gel didin. Hin malbat ji ber ku piştgiriya wan nakin, heqaretê li şêniyên bînayên derdora avahiya HDP’ê kirin. Ev yek ji aliyê kamerayan ve hat qeydkirin.

Heqaretê li gel dikin

Dîmenên ku hin malbatên dema serdana Parlamenterê AKP’ê yê Xarpêtê Zulfu Demîrbag heqaretê li gel dikin derketin holê. Van gotinên banga piştgiriyê yên Demîrbag “Ji bo ku ev lîstika xayîn raweste û bibe wesîleya vegera zarokên ku çûne çiya, banga piştgiriya vê çalakiyê dikim.” bûn sedem ku malbat heqaretê li gel bikin.

Li ser van gotinên Demîrbag, provokator Salîha Edîzer ev heqaret li gel kir: “5 zarokên min hene. Heke tenduristiya min rê bida dê min ê 5 zarokên din jî banîna. Min ê g…yê yekî jî nedana we. Bêşerefno derkevin derve.” Provokator Mevlude Uçdag jî bi heqaret û nifiran bertek nîşanî piştgirî nedana gel a ji bo wan da û ev tişt got: “Amedî cihê min e cihê min e. Binêrin ji Stenbol, Enqere û Meletiyê hatine piştgirî didin me. Ew xwe li hundir vedişêrin. Hûn ji hundir dernekevin.”

Heqaret li parlamenter kir

Piştî vê nifira Ucdag, Salîha Edîzer careke din axivî û ev heqaret kirin: “Van hemû kesan, hemû kesên di van bînayan de piştgiriyê didin wan. Ji ber vê yekê yek ji wan dernakeve ber derî. Hêviya min ji Xwedê ev yek bê serê zarokên we jî. Ez tiştekî din jî nabêjim.” Ayşegul Bîçer jî ji kesên ku destûr nedan camên avahiya HDP’ê bişkîne re jî got, ‘Min berdin ez ê bişkînim.’ Şehmûs Kaya jî ev heqaret li hevserokên HDP’a Amedê Hulya Alokmen û Zeyat Ceylan û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn kir: “Tu şerm nakî? Bê…ef tu leşker û polisan digirî. Tu şerm nakî he. D….be here!” AMED

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar