Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Prz. Çakas: Ewropa û Tirkiye tecrîdê weke qozekê bi kar tînin

Parêzer Yûsûf Çakas diyar kir ku divê daxuyaniya CPT’yê ya “Em bifikar in” rast bê xwendin û wiha axivî: “Li hemberî tecrîda li Îmraliyê di asta navneteweyî de bêdengiyek heye. Tecrîd, di hiqûqa navneteweyî de jî nîne, lê di navbera dewletên Ewropa û Tirkiyeyê de weke qozekê her tim li ser masê ye.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê di bin tecrîdeke dermrovî û mutleq de ye û 38 meh in ji Rêber Apo, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş agahî nayê girtin. Li dijî vê yekê gelek saziyên sivîl û partiyên siyasî di nava liv û tevgerekê de ne û li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî bênavber didomin. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Yûsûf Çakas derbarê tecrîda mutleq û pêngava azadiyê de axivî. Prz. Çakas diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li dijî hiqûqa navneteweyî ye û destnîşan kir ku ji ber dewlet li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin, tecrîdê paşguh dikin.

Prz. Çakas anî ziman ku girtiyên siyasî jî dixwazin ji Îmraliyê agahî bigirin û da zanîn ku negirtina agahiyan ya ji Îmraliyê pênaseya tecrîdê ye. Çakas, bi lêv kir ku di rêziknameya înfazê de nanivîse ku ‘ji bilî Ocalan hemû girtî dikarin bi telefonê biaxivin. Çakas, axaftina xwe wiha domand: “An jî ji bo hevdîtina bi parêzer re prosedureke wisa nîne. Cezayê dîsiplînê hebe jî ev nikare ji hevdîtina parêzer re bibe asteng. Hemû pêkanînên tên meşandin tecrîd û qutkirina têkiliya bi cîhana derve re ye.”

Çakas bal kişand ser pîvana siyasî ya tecrîdê û anî ziman ku bandoreke zêde ya tecrîda mutleq heye. Çakas, bi bîr xist ku bi hezaran girtî û mehkûmên ku ji malbatên xwe dûr ketine di nava tecrîdê de ne û ev tişt got: “Muayenekirina girtiyê nexweş ê 81 salî ya bi kelemçe îro nîşaneya tecrîdê ye. Hûn nikarin bi rêya tecrîdê fikrên kesekî asteng bikin.”

Di berdewamiya xwe de Çakas destnîşan kir ku divê daxuyaniya CPT’yê ya “Em bifikar in” rast bê xwendin û da zanîn ku di asta navneteweyî de bêdengiyek heye. Çakas, anî ziman ku di hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê de jî tecrîd tune ye û wiha berdewam kir: “Tecrîd, di hiqûqa navneteweyî de jî nîne, lê di navbera dewletên Ewropa û Tirkiyeyê de weke qozekê her tim li ser masê ye. Divê saziyên navneteweyî gavên erênî bavêjin.”

Çakas, biryara “mafê hêviyê” ya DMME’yê ya ji bo Rêber Apo bi bîr xist û diyar kir ku ji ber ev biryar nehate pêkanîn îro jî tecrîd tê nîqaşkirin. Çakas, bal kişand ser nîqaşên li ser Destûra Bingehîn a nû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mirov li ser pirsigêkên welêt destûra bingehîn amade dikin. Di destûra bingehîn nû ya ji aliyê hikûmeteke ku dibêje ‘pirsgirêka kurd nîne’ bê çêkirin, dê pirsgirêka kurd çareser nebe. Ji vê destûra bingehîn di mijara tecrîdê an jî pirsgirêkên din ên li Rojhilata Navîn çareserî xwestin, fikreke ne tendurist e. Destûreke bingehîn ku kurd li ber çavan neyê girtin û çareseriya pirsgirêka kurd tê de nebe, dê bi kêrî kesî neyê. Hêviya min ji destûra bingehîn a ji aliyê hikûmeteke ku tecrîdê, pirsgirêka kurd û rewşa heyî ya civakî-aborî weke pirsgirêk nabîne, tune ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar