Xemsariya dewletê dişewitîne, piştevaniya gel birînan dikewîne

Şewata ku 20'ê hezîranê li navçeyên Şemrexa Mêrdînê û Çinara Amedê derket bi zevî, seval, ajal û hemû zindiyên xwezayê re dilê me jî...

Zîlan navê serkeftin û evînê ye

Divê keç bibin sembola girêdayîna kesayetên serkeftî. Tam jî di vê xalê de sembola Zîlan kesayeta serkeftinê ye. Kesayeta Zîlan bi hevrebûna jiyan û...

Çarşamba - 26 Haziran 2024

Prz. Ciwan: Divê Rêber Apo azad bibe

Rêber Apo 26 sal in Îmralî di bin tecrîdeke mutleq de tê girtin û nêzî 4 sal in agahî ji rêber Apo nayê girtin. Dewleta tirk a dagirker û komplogeran xwestin fikir û felsefeya Rêber Apo di nav kurdan de ji holê rakin. Ji bo wê jî tecrîdê bi şêwazên cuda li ser Rêber Apo dimeşînin. Hevserokê Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê Ciwan Mihemed tecrîda mutkleq a li ser Rêber Apo tê meşandin û bêdengiya saziyên navneteweyî nerînê xwe anî ziman.

Hevserok Ciwan Mihemed da zanîn ku dewleta tirk a dagirker li dijî hemû zagonên hiqûqî yên mafê mirovan derdikeve û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Li gor hemû têkilî û derfetên me wek parêzerên Rojavayê Kurdistanê, ev tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin li gor pîvanên zagonan qedexe ye. Di milê zagonên mafê mirovan de jî ti wateya vê cezayê nîne. Li gorî madeya 1, 3 û 7’an a sala 1948’an, her kes azad hatiye cîhanê. Ji ber wê divê azadiya tu kesî neyê çewsandin. Di gelek beşên hiqûqî de mafê azadiya mirov hatiye parastin. Di Hevpeymana Navneteweyî ya Mafê Sivîl û Siyasî de di beşa 6, 9 û zêdetir di beşa xwe ya 10’an de behsa azadiya girtiyên di zindanan de dike û mafê wan jî nîşan dide. Efrîka misaqek bi navê mafê mirovan ava kir. Di beşa xwe ya 5’an de qala mafê mirovên girtî kiriye. Mafê her girtiyekê heye ku bi malbat, dost û parêzerên xwe re di nava têkîliyê de be. Ev hemû zagon li ser Abdullah Ocalan hatine qedexekirin.”

Ciwan Mihemed diyar kir ku girtina Rêber Apo di her zagonên mafê mirovan de sûc e û wiha got: “Divê Rêber Ocalan azad bibe. Dewleta tirk zagonên mafê girtiyan ên navneteweyî binpê dike û wan pêk nayîne. Li gor zagon û pîvanên mafê mirovan, divê Rêber Abdullah Ocalan hatiba berdan.”

Parêzer Ciwan Mihemed bang li hemû rêxistinên mafê mirovan ên navnetewî kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo were rakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wek Yekîtiya Parêzerên li Kantona Cizîrê bang li her kesê hiqûqnas, CPT û parêzvanên mafên mirovan dikin ku li hemberî vê tecrîda girankirî bikevin nava liv û tevgerê. CPT her tiştî bi çavên xwe dibîne, lê bi erka xwe ya ji bo parastina mafê mirovan pêk nayne. Bila her welat zanibin ku Rêber Abdullah Ocalan divê di nav gelê xwe de bijî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar