Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Prz. Erdogan: Tecîd êşkence ye divê ji holê bê rakirin

Parêzer Yûsûf Erdogan diyar kir ku daxwazên girtên siyasî rewa ne û wiha got: “Weke parêzvanên mafên mirovan em dibêjin ku tecrîd rêbazeke êşkenceyê ye, divê ji holê bê rakirin.”

Girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. di 4’ê nîsanê de derbasî qonaxeke nû kirin. Berxwedêrên zindanan 158 roj in do nava çalakiyê de ne.

Hevberdevkê Komîsyoan Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Yûsûf Erdogan têkildarî berxwedana girtiyên siyasî ya li girtîgehan agahî da. Prz. Erdogan diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê gelek girtiyan bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji 27’ê mijdara 2023’yan vir ve di çalakiyê de ne wiha got:  “Ji bo rakirina tecrîdê ya li gelek girtîgehan bi taybetî jî li Îmraliyê, me serdan li girtîgehan kirin û piştre jî raporên ku li ser mijarê amade kirin bi raya giştî re parve kirin. Her wiha têkildarî serlêdanên girtiyan ên der barê binpêkirina mafên mirovan de li komeleya me hatin kirin, me nivîs ji saziyên pêwendîdar bi taybetî jî ji Wezareta Edaletê re şandin. Lê belê kêmbûna van kiryaran li aliyekî, bi avakirina girtîgehên bi tîpa nû re tecrîd hîn girantir bû û belav bû.”

Yûsûf Erdogan diyar kir ku binpêkirina mafê mirovan li dijî girtiyên siyasî her roj zêde dibe û got, “Girtî ji bo bidawîkirina kiryarên ku me li jorê qalê kirin, gelek caran ketin greva birçîbûnê û niha jî di çalakiyên boykotê de ne. Lê belê rastî gelek binpêkirinên mafên mirovan tên. Bi taybetî di destpêka çalakiyên greva birçîbûnê yên 27’ê Mijdara 2023’an destpê kirin, lêpirsînên dîsîplînê û sirgun li girtiyan hatin ferzkirin. Heta 4’ê Nîsana 2024’an gefa lêpirsînên dîsîplînê lê hate xwarin. Bi rengekî eşkere divê were gotin; weke ÎHD me ti carî grevên birçîbûnê û çalakiyên ku zerarê bide girtiyan qebûl nekir. Lê belê mijara ku divê bala miroven biçe ser daxwazên girtiyan e. Girtî li gorî destûra bingehîn û qanûnên dewletê, her wiha li gorî peymanên navneteweyî dixwazin ku tecrîda li Îmraliyê, tecrîda li hemû girtîgehan ji holê bê rakirin û bi vê armancê çalakiyê dikin. Bi dîtina me ev daxwaz rewa û mafdar e.”

Yûsûf Erdogan wiha “dawî li axaftina xwe anî: “Weke parêzvanên mafên mirovan em dibêjin ku tecrîd rêbazeke êşkenceyê ye, divê ji holê bê rakirin. Ji bo avakirina aştiya civakî divê tecrîda li girtîgehên Tirkiyeyê bi taybetî ya li Îmraliyê ji holê bê rakirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar