PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Putîn bi lêxistina noqteya çavdêriyê re bersiv da Erdogan

Li Idlibê her ku diçe dor li Tirkiye û çeteyên wê tengtir dibe. Ji bo ku xwe ji vê tengasiyê xelas bike, Erdogan çû Moskovê û bi Putîn re hevdîtin kir. Lê daxwazên Erdogan pêk nehatin û rojek piştre Rûsyayê li noqteya çavdêriyê ya 10’emîn xist. Ev yek jî weke peyama ‘Di zûtirin dem de ji Idlibê vekişin’ hate nirxandin

Operasyona hêzên rejîma Sûriyeyê ya li Idlibe ku li dijî Heyet Tehrîr Şam (HTŞ)/El Nusrayê daye destpêkirin didome. Serokê giştî yê AKP’ê û serokomar Recep Tayyîp Erdogan têkildarî mijarê di 27’ê tebaxê de çû Moskovê û bi serokê Rûsyayê Viladimir Putîn re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê di 28’ê tebaxê de balafirên şer ên rejîma Sûriyeyê li Idlibê li 10’emîn noqteya çavdêriyê ya tirk a li herêma Şir Magarê xist. Balafirên şer ên rejîma Sûriye û Rûsyayê di 23’yê tebaxê de li 8’emîn noqteya çavdêriyê ya tirk xistibûn. 9’emîn noqteya çavdêriyê ya tirk a li Morekê jî ji 20’ê tebaxê ve di dorpêça hêzên rejîm û Sûriyeyê de ye. Noqteya 9’emîn a li herêma Han Şeyhunê ketiye bin kontrola rejîma Sûriyeyê.

Rejîma Sûriyeyê piştî hevdîtina Putîn û Erdogan jî operasyonen xwe yên li dijî HTŞ’ê berdewam kir. Hêzên rejîmê niha jî berê xwe daye noqteya çavdêriyê yên artêşa tirk. Dewleta tirk ku peymana Astanayê ya di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de binpê kir, ji bo ku xwe ji rewşa heyî xelas bike, xwe avêtiye ber deriyê Rûsyayê. Hate gotin ku di hevdîtina Erdogan û Putîn de mijara Idlib û Lîbyayê hatine nîqaşkirin. Tirkiyeyê xwestiye ku rewşa Idlibê li gorî Astanayê berdewam bike û rejîm leşkerên xwe ji cihên bidestxistine vekişîne. Li hemberî vê yekê jî Rûsyayê xwestiye ku dewleta tirk leşkerên xwe ji Idlibê vekişîne. Tevî ku noqteyê ya çavdêriyê ya 9’emîn ketiye dorpêçê û 2 noqteyên din jî bûne hedef, dewleta tirk naxwaze leşkerên xwe paşve bikişîne. Daxwaza Tirkiyeyê ji hêla rejîmê ve hatiye redkirin. Niha tê nîqaşkirin ku noqteyên çavdêriyê li cihên cuda bên danîn. Ji bo vê yekê li herêma Halep û Laziqiyeyê dest bi lêkolînan kirine. Ev geşedan jî ji hêla Erdogan û Putîn ve weke ‘Me tedbîrên cuda girtin’ hate nirxandin.

Peyama Putîn

Di hevdîtina Erdogan û Pûtîn a fuara balafirên şer ên Rûs ên SU-57 û SU-35’an de Erdogan ji Pûtîn re got; ‘Ev difirin?’ bal kişand ser xwe. Piştî vê hevdîtinê roja din balafirên şer noqteya 10’emîn a li gundê Zaviyeyê xist. Pişti hevdîtinan li bendê bûn ku têkiliyên li Idlibê ber bi başbûnê ve biçin. Lê berevajî vê, li dijî komên TSK’ê û komên girêdayî wê êrîş berdewam kirin. Tê gotin ku Rûsya bi vê helwesta xwe ji Tirkiye dixwaze ku hêza xwe ji Idlibê vekişîne û peyameke bi vî rengî dide Tirkiyeyê.

Komên çete bêzar bûne

Tê destnîşankirin ku Rûsya bi ve hemleya dawî re dixwaze hemû erka Tirkiye ji destê wê bigire. Tirkiye jî êdî ketiye zorê. Tirkiye di sala 2018’an de HTŞ/El Nusra xistibû lîsteya xwe ya terorê. Ji ber vê yekê nikare zêde li dijî daxwazên Rûsyayê jî dengê xwe bilind bike. Vê rewşê di nava HTŞ û komên din de bêzarî pêş xist. Ev komên li vê herêmê êdî baweriya xwe bi Tirkiye nayînin nînin. Tê diyar kirin ku hin kom êdî li dijî Tirkiyeyê derdikevin.

Çavkanî: Nazim Daştan/MA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar