Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Putin, Erdogan û Esad li hev tîne!

Em bînin bîra xwe, li Soçiyê Putin û Recep, di 5’ê tebaxa 2022’yan de li hev rûniştin û çar saetan axivî bûn.

Di wê hevdîtinê de li ser gelek mijaran guftûgo kiribûn. Bêgûman yek ji wan mijarên sereke, li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û li Bakur-Rojavayê Sûriyeyê, ew ê karibin çawa bi hevparî kar bikin? Di vê çarçovê de Putin, Receb jî vexwedî civîna bilind a Rêxistina Hevkariyê ya Şangayê kirî ye.

Li ser vê mijarê, Ajansa Tasnim a Îranê dibêje, civîna Pêncşaxî ya Şangayê di 15-16’ê îlonê de, li bajarê Semerkanta Ozbekistanê pêk tê. Beşar Esad jî beşdarvanê vê civînê ye.

Jixwe, di derbarê vê mijarê de û bi giştî weke politikayek nû ya vê demê ya aştiya navbera dewleta tirk û hinek dewletên herêmê, bi xurtî ketiye rojevê.

Di hefteya derbasbûyî de M.Çavuşoglu jî, di konferansa 13’yan a serbalyozan de digot, “divê em rejîma Sûriyeyê û hêzên dijber lihevdubînin”.

Her wiha Receb jî, li vegera xwe ya ji Ukraynayê, li ser mijara Sûriyeyê digot, “Di siyasetê de xeyd nabe, divê tu di nava aştiyê de be” û hwd!

Hema li pey van daxwiyanî û nûçeyan, agahiya Dogu Perînçek û Sancak ên Partiya Vatan ku ew ê jî di heman meha îlonê de, biçin Şamê li gel B.Esad rûnên, ket manşetên çapemeniyê!

Di vê froka taybet a şandeya Perinçek û Sancak de, 12 kesên ji wezîrên kevn û diplomatên pispor pêktên jî, hene.

Ji sala 2011’an heta niha, ev dibe cara yekê ye ku frokeyek wisa, ew ê yekser ji Enqerê rabe û biçe xwe li Şamê dîne.

***

Her çendîn R.Erdogan û şêwirmend û çapemeniya li dora wî. Wî xwedî îradeya xweser bide nîşandan jî, êdî her kes dizane ku ew tevayî bi DYA’yê ve girêdayî ye.

Lewma ev danstandinên wî hemû di bin kotrola DYA’yê de ne. Bêguman Putin jî, bi tevayî ji van peywendiyan agahdar e.

Li gor tê dîtin DYA’yê, dixwaze hinekî din û heta demeke din jî Receb, ji xwe re, di çarçoveya siyaseta xwe de bide xebitandin. Ew hewldan û lihevhatinên wî yên li gel hinek dewletan, mina Siûdî, Miregtiyên Hevgirtiyên Ereban, Misir, Israil û niha jî li gel Sûriyeyê û hwd. parçeyên politikaya nû ya DYA ya vê demê ye.

Ya ji bo gelê Kurdistanê giring e û hişyariya xurt dixwaze ev e, ku her du alî (Rûsya û DYA) jî, li dijî Tevgêra Azadiya Kurdistanê li pey şantaj, hilebazî, fen û fûtan e! Ji bo Tevgera Azadiyê bikişîne bin bandora xwe dest davêjin her dek û dolaban.

Li gor agahiyên bi giştî ji Tevgera Azadiyê û bi taybetî ji Rêveberiya Xweser û HSD’ê tên, nîşan didin ku li van politikayên lewitî hişyar in û xwedî amadekarî ne.

Ji bo hemû hêz û dewletên cîhanê, him xeter him jî derfet pir in. Hilbet ji bo gel û Tevgêra Azadiya Kurdistanê jî heman xeter û derfet li holê ne.

Mîna hercar tê gotin : Kî bêhtir hişyar û amadekar be, dê ew bi ser dikeve.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar