Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Putîn ji Erdogan re got ‘Ji Sûriyeyê derkeve’

Piştî Putîn û Erdogan li Rûsyayê hevdîtin kirin, di civînê de Mutabakata Edeneyê anîn rojevê û ev yek bû mijara nîqaşan. Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso diyar kir ku Rusyayê ji Tirkiyeyê re gotiye “Ji Sûriyeyê derkeve.” Hiso anî ziman ku wexta ku Rûsyayê ji bo Idlibê dabû Tirkiyeyê derbas bûye û divê êdî Tirkiye ji Sûriyeyê derkeve

Tirkiye li ser geşedanên li Sûriyeyê û bi armanca têkeve axa Sûriyeyê her roj bi DYA, Rûsya, Ewropa û welatên din re di nav dîplomasiyê de ye û planan dike. Bi taybetî li dijî herêma bakurê û rojhilatê Sûriyeyê plan li ser planan dike. Tirkiye ku hevdîtinên wê yên bi Rûsya û DYA re encam nagire vê carê planên din dixe meriyetê. Rêveberiya Enqereyê herî dawî piştî ku bi Moskovê re li ser maseyê rûnişt vê carê berokomarê tirk Tayyîp Erdogan li Moskovê bi Serokdewletê Rusyayê Vladimir Pûtin re hat cem hev. Ji ber encama dixwest bi dest nexist vê carê Mutabakata Edeneyê anî rojevê.

Di 1998’an de Tirkiye û Sûriyeyê li Edeneyê civîn pêk anîbûn û Mutabaqata Edeneyê îmze kiribûn. Tirkiye û Sûriye ji bo ewlehiya sînor ev mutabakat îmze kiribûn. Li gorî vê mutabakata ji 10 walan pêk tê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji axa Sûriyeyê hat derxistin. Piştî vê Mutabakatê li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir. Ji 2011’an heta niha ev mutabakat neketiye meriyetê. Li gorî rewşa niha ya Sûriyeyê ne pêkan e vê mutabakatê têxin meriyetê.

Li gorî mutabakatê herêma ku hat pêşniyarkirin, bajarê Idlibê ku di bin venêrtina Tirkiyeyê de ye hatibû aşkerekirin. Li gorî Mutabakê xala ku pêşniyar dike Tirkiye tekeve ava Sûriyeyê tune. Lê li gel vê yekê jî Tirkiye ket nava axa ise Cerablus û Idlibê. Ji Cerablusê heta Idlibê bênî 460 kilometre sînor îhlal kir û ket axa Sûriyeyê. Li gel vê yekê li herêma navborî, rêxistina Heyet Tehrir El Şam (El Nusra/HTŞ) ku ji aliyê her kesî û dewletan ve wekî rêxistina terorîst tê pênasekirin heye.

Hevdîtinên Tirkiye û rejîmê

Di vê pêvajoya ku dê mutabaqat çawa têkeve meriyetê tê niqaşkirin de, piştî hevdîtina Putin-Erdogan  vê carê Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu got “Hevdîtinên me yên bi Sûriyeyê re didomin’. Hem mutabakat anîn rojevê û hem jî daxuyaniyên Enqereyê yên demên dawî balê dikişînin ser xwe. Ev yek wekî Tirkiye rejîma Sûriyeyê dîsa nas dike û qebûl dike’ hat şîrovekirin.

PYD ji bo mutabaqatê çi dibêje

Têkildarî nîqaş û mutabakata Edeneyê, Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratik (PYD) Ayşe Hiso ji nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Nazim Daştan re axivî. Hiso anî ziman ku komên piştgiriya xwe ji Tirkiyeyê digirin, kiras û şiklên xwe guhertine  û wiha got: “Ji bo têkevin axa Sûriyeyê bingehê ava dikin. Ev rewş ji 2016’an de berdewam dike. Ev yek bi peymanên navneteweyî û plan pêk tên. Tirkiye di 2011’an de li Sûriye şer kûr kir. Wekî hêza ku şer kûr dike li qadê ye. Me dît ku li Helebê çi kir. Di serdema êrîşên li ser Efrînê de geşedanên li Guta, Kalamun û piştî wê li Dera û Kuneytera pêş ketin, ruyê rastîn ê Tirkiye nîşanî her kesî da. Ev yek piştî peymana Soçî pêk hat.

Divê Tirkiye ji Idbilê derkeve

Hiso, da zanîn ku Tirkiye li Sûriyeyê polîtîkayek qirêj û binketî pêk tîne û wiha berdewam kir: “Berê Rûsya Tirkiyeyê ji gelek herêman derxist. Niha jî dixwaze ji Idbilê derxe. Rûsya ji bo ku Tirkiye ji Idlibê derxe Mutabakata Edene anî rojevê. Li Idlibê El Nusra tê bi hêzkirin. Li gorî peymana herî dawî ya navbera Rusya-Tirkiye divê hin nerêmên ewle bihatina avakirin. Diviya bû komên li herêmê bihatina bêçekkirin û li van herêman bi cih bubûna. Dema ku ji bo Tirkiye hatiyû diyarkirin qediya. HTŞ  ku berdewama El Nusra ye bêtir bi hêz bû.

Hiso, herî dawî bal kişand ser hevdîtina dawî ya Erdogan û Pûtîn û wiha bi dawî kir: “Rusya ji Tirkiye re got “Ji Sûriyeyê derkeve.” wexte ku Rûsya ji bo Idlibê dabû Tirkiye derbas bûye û divê êdî Tirkiye ji Sûriye derkeve. Her çend Tirkiye bixwaze li gorî xwe rojevê biguhere jî êdî amûrê di destê wê de diqedin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar