Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Pûtîn li rûyê Erdogan got ku dê çeteyên wî ceza bike

Civîna bilind a li Rûsyayê bi dawî bû. Pûtîn bi awayekî sergirtî peyam da Tirkiyeyê û got ku dê êrîşên komên çete yên li Idlibê bên ceza kirin. Erdogan jî dijberiya xwe ya li hemberî kurdan careke din anî ziman û got ku dê destûr nedin kurd li bakur û rojhilatê Sûriyeyê statu bi dest bixin

Civîna Bilind a navbera serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî û serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hat lidarxistin, bi dawî bû. Piştî civînê Pûtîn, Rûhanî û Erdogan derketin pêşberî kamerayan daxuyaniyeke hevpar dan çapameniyê. Di civînê de destpêkê Pûtîn axivî û angaşt kir ku civîn baş derbas bûye û got ku dibe di meha adar û nîsanê de careke din bi Rûhanî û Erdogan re bê gel hev.

Piştî van agahiyan Pûtîn da zanîn ku di civînê de mijara çareseriya siyasî û avakirina komîteya destûra bingehîn nîqaş kirine. Pûtîn di berdewama axaftina xwe de herêma bêşer a ku beriya niha li Idlibê ava kiribûn, bi bîr xist û ji ber piştiriya ji bo komên çete, bi awayekî sergirtî peyam da Tirkiyeyê û destnîşan kir ku dê êrîşên komên çete yên li Idlibê bên cezakirin.

Piştî Pûtîn Rûhanî axivî û angaşt kir ku armanca wan sereke têkoşîna li dijî terorê ye û ev tişt gotin: “Amerîka hin hêzên DAIŞ’ê derbasî Afganistanê dike. Ev yek ji bo Asyaya Navîn û herêmên din talûke ye. Me di hevdîtina xwe de jî yekparebûna xaka Sûriyeyê nîqaş kir. Em hêvî dikin ku em her sê welat derveyî Sûriyeyê jî hevkariyê bikin.

Herî dawî Erdogan axivî û got ku agirbest di rojeva wan de bûye û ew êdî naxwazin ne li Idlibê û ne jî li devereke din a Sûriyeyê, krîzên mirovî derkevin. Erdogan piştgiriya xwe ya ji bo komên çete dubare anî ziman û got ku ji bo aramiya Idlibê tişta ji destê wan tê dikin. Erdogan herî dawî bal kişand ser vekişandina Amerîkayê û ev tişt gotin: “Piştî vekişandina Amerîkayê em ê destûr nedin li sînorê me yê başûr korîdora ‘terorê’ bê avakirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar