Serokdewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn mohra xwe danî binê qanûnekê ku bi vî rengî mafê destnedanê heta bi hetayê da xwe. Bi rêya qanûna ku roja sêşemê hate mohrkirin, serokdewletên berê wê heta bi hetayê xwedî mafê destnedanê be. Ev mafê destnedanê ne tenê têkildarî sûcên ku di dema wezîfeyê de kirine.
Serokwezîr Dmîtrî Medvedev jî wê ji vê yekê sûdê werbigire. Ji bilî Medvedev serokên berê yên Rûsyayê mirî ne. Pûtîn jî piştî ku dest ji wezîfeya xwe ya serokatiyê berda, wê sûdê ji qanûnê werbigire.
Li gorî qanûna nû, serokdewletên berê nabe ku bikevin ber lêpirsîna cezayî yan jî îdarî, nabe ku ji aliyê polîsan ve bê destgîrkirin, nabe ku bikeve ber lêpirsînê, nabe ku mala wî bê saxkirin.
Qanûna nû weke beşek ji guhertina destûra bingehîn tê dîtin ku havîna derbasbûyî hatibû pejirandin. Pûtîn bi guhertina destûra bingehîn derfet dabû xwe ku heta sala 2036’an li ser desthilatdariyê bimîne. MOSKOV