Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Putîn – Receb û Astana

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Nizanim, ma gelo tiştekî nehînî an xwedî sêr li vî bajarê Qazakistanê heye? Ku Putîn û Receb, dema tengav dibin hema berê xwe didin ASTANA û li hev rûdinin!

Li gor daxuyaniyên rayedarên wan, li paytextê Qazakistanê Astanayê, li ”Konferansa Pêşîgirtina Astengên Li Ber Hevkariyê û Ewlekariyê Di Asyayê De”, hevdu bibînin.

Di nava kurdan de tê gotin “eger dermanê keçel hebûya wê di serê xwe bida” an jî tê gotin “pîrê ji bêkesî, kalo ji bênefsî, herduyan li hev pirsî”!

Van hevdîtinên Receb û Putin jî, van bivêjên nava gelê me tîne bîra mirovan.

Jixwe halê Receb, ji mêjve ye nebaşe û berê xwe daye xerabûn û hilweşandinê.

Her wiha piştî şerê Ukraynayê, halê Putin jî nebaş e û li dermanekî ji bo vê birîna xwe digere. Lê ew dermanê ku lêdigere, li cem Receb diyar nake, jiber ku ew jî birindar e û birînên wî xidar e û ew jî li dermanan digere!

Di çapemeniya dewletê de, tê gotin ku Rusya, wê him konsolgeriyê û him jî rêya ezmanî, li Qibrisa dewleta tirk dagir kiriye veke. Bêgûman ew ê jî, bixwaze ku Tirkiye jî li Kirimê û Donetsê heman karî bike!

Li aliyekî din jî, dilê xwe xweş dikin ku xwedêgiravî, ew dewleta bi tenê ye ku dikarin li gel herdu dewletan(Rûsya û Ukraynayê) danstandinê bikin. Her wiha dibêjin; ”em dewletek aştîxwazin, em dikarin navendîtiyê, ji bo aborî û bazirganiyê di navbera Ewrûpayê û Rûsya û Ukraynayê de bikin” û hwd.

Bi vê propagandayê jî, hewl didin ku him raya giştî hundur him jî ya derve bixapînin. Weke tê zanîn, êdî pêvajoya hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê despê kiriye.

Ji bo xwe bide pejirandin Receb, hema li kijan devera cihanê rengê medyatik bibine û bêhna pereyan(euro-dolaran) hilîne, hema dikare bêyê vexwendin jî, biçe beşdarî wan civînan bibe. Jixwe çapemeniya dora wî, nuha gotinek populîst jî lê zêde kirine, dibêjin: Lîderê(Reîsê) Cîhanî!

Dermanê derdê wî; hema qene nebe, li gel çend rayedaran an giregirên dewletan were dîtin. Eger li gel wan rûniştin pêkbê, weke ku gihiştibe armanca xwe, pê kêfxweş dibe, lê ev nebe bi hevdîtinên li ser pîyan jî razî ye.

Weke mînak, hema di van heyvên dawî de, li aliyekî berê xwe dide civînên ku Rûsya û Çîn serwer in; mîna ŞANGHAY(Li Ozbekistanê Civîna Bilind a 22an a Teşkîlata Hevkariyaa Şanghayê), ASTANA û hwd.

Li aliyê din berê xwe dide civîna ku DYA û YA serwer in; mîna Civîna Bilind a Civaka Siyasiya Ewrupayê ku li Pragê pêkhat û hwd.

Di heman demê de, derket gera Îranê, Ispanyayê, Belçikayê, Ukraynayê, Bosna-Hersekê, Sirbistanê, Xirvatistanê, Azerbeycanê, Siûdi Erebistanê, Mîregtiyên Ereban, Senegal, Komara Kongo û hwd.

Her wiha tê gotin, wê beşdarî civîna 15-16 mijdara 2022’yan a G20’an, ku li Endonezyayê pêktê jî bibe.

Erê her çendîn li goreyî diyalektîkê, hemû tişt pabend/têkildarî hevdûne, bêgûman doza gelê Kurdistanê jî, ji van ger û civînan ne bêrîne. Lê bêlê ji van civînan, ên yekser têkildarî doz û tevgêra gelê me ne, dibe ku bi giranî yên ASTANA, Îranê û Belçika bin.

Dibe bi berfirehî, em ji naveroka van civînan ne agahdar bin û dibe ku em nikaribin ewqas hûr û kûr bibin agahdar jî.

Lê belê, em weke dîn û îmana xwe zanin, ku her civîn û hevdîtinên dewleta tirk lê amade bûbin, yekser û sereke li dijî doz û tevgêra gelê me axivî ye.

Bi hevre gihiştine çi biryaran û çi plan çêkirine, encex em dikarin pêşbînî û şîroveyan li ser bikin. An jî piştî van civîn û hevdîtinan, em ê karibin di kiryariyên wan de, peymanên wan, ên li ser me girêdane baştir nas bikin.

Di encamê de, divê ji danstandin û hevalbendî û hevkariyên dewleta tirk ên bêrê, gelê Kurdistanê û Tevgêra Azadiyê, têra xwe ders derxistibin.

Lewma, “gelo ew li gel Rûsya, li gel Îranê, li gel Iraqê, li gel Rêveberiya Başûr û hwd. çi diaxivin, çi na axivin”, divê naskirina wê, êdî gelek ji me re ne zahmet be. Jiber ku di vê derbarê de, serpêhatiyên me gelek in. Eger, ji van serpêhatiyan jî sûd were girtin, êdî tedbîr û amadekariyên ji bo xeteran divê baştir karibin werin zanîn.

Erê xeter pirin, lê derfet jê pirtir in. Bi tenê xurtkirina hostayî û rêxistinî divê!

Nûçeyên Têkildar