Wisa tê xuyakirin, şîrovekerên derve û ên hundir hemû hemfikir in ku R. Erdogan di nava siyaseta Pûtîn û Trump de tê guvaştin. Ger wisa dewam bike jî, ya ev kabira serê xwe dixwe an jî belake din a xerabtir tê serê wî. Ji ber ku weke tê zanîn tu dost û hevalên wî nemaye li cîhanê.
Pûtîn, wî bi ser Amerîkayê ve diajo û bibêje ‘biçe êrîşî rojhilatê Firatê bike, hemû derd û êşê te derman dibe.’ Bi vî awayî, hem dixwaze navbera wî û Amerîka û NATO’yê xera bike hem jî dixwaze li dijî Amerîkayê, di bazara dîplomasiyê de destê xwe xurtir bike.
Her wiha hema hema heman lîskê Trump jî li ser serê wî dileyze. Ew jî dibêje ‘biçe çi yê te heye li ser Idlibê bi kar bîne, derdê te hemû derman dibe û hwd.’(generalên wî yên erkdarî Idlibê kiribûn, neçûn û îstîfa kirin!). Bi vi awayî, hem dixwaze eniya dijberî xwe; Rûsya, Suriye û Îranê lawaz bike, hem jî dixwaze bi taybetî desthilatiya R.Erdogan a mezin bûye lawaz bixe û wî mecbûr bike ku li gel Amerîkayê êrîşî Îranê bike.
Li hember Tevgera Azadiyê jî, hemû alî hevdu tawanbar dikin û her yek ji aliyê xwe ve, ji bo tevgerê bikin aligirê xwe durûtiyê dikin û xwe dostê wê didin nîşandan. Lê rastî ne wisa ye, ji ber ku alternatîfeke xurt li dijî Tevgera Azadiyê nîne, lewma vê siyaseta lewitî didin meşandin.
R.Erdogan, xwe wisa dida nîşandan û heta qebedayîtî jî dikir, digot ‘ez van dewlet û hêzên herî mezin en hegemonên cîhanê dixapînim.’ Lê va ye li ber çavan e; êdî gav bi gav zelaltir dibe ku kî kê dixapîne?
Dibe ku R.Erdogan jî hinekî bi xwe hesiya be yan jî hinek ji şêwirmendên wî ew heşyar kiribin ku êdî tu xêr ji bo wî ji van giregirên cîhanê nemaye, lewma niha dest bi tektikekekî din kiriye.
30 şaredarên bajarên mezin vexwendî seraye xwe kir û piraniya wezîrên xwe jî li gel wan, xwedê giravî bi hev re şêwir û mişawir kirin; ji bo Tirkiyeyê ji vê alozî û qeyrana giran derxin, rizgar bikin!
Bi bingehîn aşkera dihat xuyakirin ku ev tifaqek li dijî Tevgera Azadiyê bû. Ji ber ku ev civîna watedar, li ser ji kar derxistina her 3 şaredarên bajarên mezîn ên Kurdistanê pêk hat. Şêwira şarêdarên me her 3 Parêzgerên xwe yên qayûm anîbûn civînê. Li gel vê sixtekariyê, rûreşiyek din jî ev bû ku yek şaredarekî HDP ne vexwendibû; 10 yên CHP, 1 MHP û yên din jî ew bi xwe bûn.
Li gel van hemû lîstîkon û sixtekariyan jî nikarin xwe ji tu krîz û qeyranan rizgar bikin. Ji ber ku her kes dizanin ev hewldanên wan ji lawazbûn û neçarmayîna wan tê, ne ji hêzbûn û hostayiya wan tê. Ji ber ku dema van şaredarên CHP’ê, bi taybetî yên bajarên mezin hatin hilbijartin û ji destê R.Erdogan derxistin, dîn û har bûbû û gotinên gelek xerab ji bo wan digot û heta di merasimên resmî de destê xwe nedida destên wan. Lê di vê civîna Koşka xwe de, çendîn ji hev re rûken bûbûn!
Mirov bala xwe dide Receb, wisa lê hatiye, bûye weke mişkekî ketibe nava du pisîkan, an jî mirişkeke ketibe nava du roviyan, di nava Pûtn û Trump de dike qîje wîj. Lê car caran ew bê hemdî xwe li xwe mikur tê û dibêje “ger tu rê nemîne em ê navika xwe bi xwe bibirin” û hwd. Ev, ji hal ketina wî, bê çaretiya wî dide nîşandan.
Niha jî vegeriyaye hundur û tektîkan dike. Bala xwe didê, êdî bi Bahçeli tenê nabe, Kiliçdaroglu jî dikişîne cem xwe, bi rêya vexwendina van şaredaran. Lê na xêr, evanan jî nikare te rizgar bike “Ey Receb!’ Jixwe, siyaseta van, ji berê ve xizmet ji te re dikir. Ha me Perînçek ji bîr kiribû, hema hûn hemû li hev pîroz û bimbarek bin! Jixwe zihniyetê we hemû yan weke hev e!
12’ê Îlona 2019’an – Salvegera vê roja reş a faşîst jî li we bimbarek be!