Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

PYD: Armanca hevditinê têkbirina yekitiya niştimanî ye

Navenda Nûçeyan |

Têkildarî hevdîtina di navbera ENKS û Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu de, Meclisa Giştî ya PYD`ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PYD`ê di daxuyaniyê de bal kişand li ser bandora hevdîtinên li ser yekitiya kurdî û wiha got: “Hevdîtina ENKS`ê bi wezîrê karê faşîst ê Tirkiyeyê bê ku êş û azarên ku gelê me dikişîne, di ber çavan re derbas bike, bandoreke neyinî li ser înîsiyatîfa Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk a nêzikbûna di navbera aliyên siyasî yên kurdî de dike. Em dibînin ku ev hevdîtin armanc jê têkbirina înîsiyatîfê ye û bi vê yekê ENKS`ê tê pêşberî refleksa gel. Em piştrast dikin ku gelê kurd êdî zana bûye û êdî kesên ku şaştiyên berê dûbare bike, rehmê lê nake.”

PYD`ê da zanîn ku di rojên îro de, ji bo hîn herêmên wan, ew hewcedariya yek helwestekî zelal li dijî hêzên dagirker a faşîst in, lê danûstandina bi hêzên dagirker bi vî rêbazî, xizmeta siyaseta hêzên dagirker dike.

Bang hişyariyê

PYD`ê di dawiya daxuyaniyê de bang li gel kir û wiha got: “Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî lîstok û komployên ku li dijî wan ji aliyê hêzên faşîst re tê kirin, hişyar bin û bi rêya têkoşîna bi hev re ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî, yekitiya xwe xurt bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar