Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

PYD: Em banga li dar xistina kongreya neteweyî bi nirx dibînin

PYD’ê bi daxuyaniyekê bersiv da banga sekreterê YNK’ê Kosret Resûl a ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê. PYD’ê diyar kir ku dem dema lidarxistina kongreya neteweyî ye û divê di vê serdema dîrokî de bê lidarxistin

Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê daxwaza sekreterê Partiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. PYD’ê ev daxwaz bi erênî nirxand û diyar kir ku baweriya wan heye ku yekitiya kurdan dê pêkanîna aştî û aramiyê li herêmê mîsoger bike.

Daxuyaniya PYD’ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Hemû hêzên Kurdistanê der barê berxwedana niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî faşîstên tirk tê meşandin de mil dane milê hev. Her wiha agahiyên erênî jî ji pirr hêzên kurd û kurdistanî hatin dayîn. Em ji aliyê xwe ve van xebatan pir bi nirx dibînin û li ser van helwestên bi rûmet spasiya hemû partî û hêzên kurdistanî dikin.

Sekreterê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) rêzdar Kosret Resûl bang li partî û hêzên kurd kir ku kongreyeke giştî li dar bixin da ku li hemberî tiştê li herêmê dibe û pêşhatên çarenûsî ji gelê herêmê re bi giştî û bi taybet ji gelê kurd re, rêzên xwe bikin yek.

Em weke Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) vê bangê bi erênî dibînin û li gorî me di dema xwe de hatiye kirin. Ji aliyê me ve em ê ji bo yekitiya rêzên kurd di vê qona dîrokî ya herêma Rojhilata Navîn têre derbas dibe de çi ji me were xwestin em ê pêk bînin. Em bi bawerin ku yekitiya rêz a kurd dê aştiyê, aramiyê ji herêmê re pêk bîne û mafê demokratîk a gelê me re bi cih bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar