Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

PYD: Tenê ji o hincetekî bidîne sivîlên xwe dikuje

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), bi lêv kir dewleta tirk bila bizanibe ku mîna van êrîşan, vîna gelê herêmê naşikîne û dê projeya xwe ya li ser wekheviya gelan û jiyana hevbeş ava kiriye, berdewam bike.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî êrîşa dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), di destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta tirk her tim mayîna xwe bi bindestkirin û mêtingerkirina gelên herêmê ve girêda ye û ev tişt hatin gotin: “Bi taybetî dixwaze gelê kurd  tune bike û ji hemû aliyan ve qir bike. Ji damezirandina komara xwe ve, tunekirina gelê kurd û koçberkirina wan kiriye bingeha stratejiya xwe. Ji bo wê tevahî planên osmaniyan dîsa bi serê gelê kurd dike. Ji bo wê jî hemû amûr û ajandeyên xwe yên terorîst bi kar anîn. Dema bi ser neket bi xwe destwerdan kir û herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kirin û ew kirin navenda teroristan da ku li dijî kesên li dijî rêgezên wê der dikevin bi kar bîne.”

Êrîşa Stenbolê planê wan e

Di berdewamiya daxuyaniyê PYD’ê, destnîşan kir ku dema siyaseta dewleta tirk a qirker û hovane li bakur û başûrê Kurdistanê bi bin ketin tevî ku çekên qedexekirî û kîmyewî bi kar anîn jî berê xwe da Rojava û wiha hat gotin: “Dixwazin bi van êrîşan serkeftinekê bi dest bixe ku ji bo emrê hevalbendiya xwe ya faşîst a li Tirkiyeyê dirêj bike. Ji bo wê berê xwe da gelek lîstokên qirêj da ku bihaneyan derxe û pê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Ji ber wê jî êrîşa terorîst a li Stenbolê plan kir û pê saziyên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tawanbar kir. Tenê ji bo hincetekê bibîne û pê êrîş bike, dikare heta welatiyên xwe yên sivîl bikuje.”

Êrîşa Taksîmê kirine hincet

PYD’ê, bi lêv kir ku hemû saziyên Rêveberiya Xweser û HSD`ê êrîşa Taksîmê şermezar kiriye û daxuyanî wiha pê de çû: “ Van saziyan di daxuyaniyê de xwe jî gotin ku têkiliya wan bi vê êrîşê tune ye. Her wiha diyar kirin ku dewleta tirk vê êrîşê dike hincet da ku êrîşî herêmê bike. Lê tevî ku ev dek û dolab ji cîhanê û kolana Tirkiyeyê aşkera bû jî bi hêzên xwe yên hewayî duh êvarê ji Efrîn, Şehba, Kobanê heta Dirbêsiyê û Dêrikê êrîş kir. Di encamê de bi dehan welatî şehîd û birîndar bûn. Hîna jî em nizanin heta kengî dê hovîtiya wê berdewam bike û bidome.”

Vîna gelê herêmê naşike

Daxuyaniya PYD’ê wiha bi dawî bû: “Em ji dewleta tirk re teqez dikin ku mîna van êrîşan, vîna gelê herêmê naşikîne û dê projeya xwe ya li ser biratiya gelan û jiyana hevbeş ava kiriye, berdewam bike. Gelê me dikare xwe û rûmeta xwe li hember destwerdana hovane û planan biparêze. Em bang li pêkhateyên Sûriyeyê dikin ku li ber xwe bidin, li ser bingeha parastina rewa nirx û rûmeta xwe, dîrok û mafên xwe yên demokratîk biparêzin. Em bang li hemû hêzên parêzvanên demokrasiyê û nirxên mirovahiyê dikin ku li hember vê terorê û hovîtiya dewleta tirk a faşîst, li rex gelê herêmê bisekinin. Ji ber ku ev dek û dolabên dewleta tirk û hovîtiya wê êdî li ser hemû gelên herêma Rojhilata Navîn xeter in. Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê berpirsên hovîtiya dewleta tirk a li ser gelê me û destkeftiyên wî ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar