Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

PYD’ê bersiv da AKP’ê: Rizgarkirina Efrînê dê demekî dirêj nekêşe

PYD’ê bi daxuyaniyekê bersiv da axaftinên Bînalî Yildirim. PYD’ê diyar kir ku bi axaftinên Yildirim rûyê AKP’ê careke din xuya bûye û wiha domand: “Dewleta tirk Efrîn veguherand warê çete û terorîstan. Lê divê AKP ji bîr neke ku rizgarkirina Efrînê dê gelek nekêşe.”

Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê AKP’ê Bînalî Yildirim di bernameyeke televîzyonê de got; ‘Me Efrîn rizgar kir. Teror jê derxist û li şûna wan, me nêzî 500 hezar welatiyên Sûriyeyê vegerandin. Em ê rojhilatê Firatê jî rizgar bikin da ku 4 milyon sûriyeyiyên din lê bi cih bikin.’ Li ser van gotinên Yildirim, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyeke nivîskî da.

PYD’ê diyar kir ku rejîma dewleta tirk a ku AKP serkêşiya wê dike, aloziya Sûriyeyê li gorî xwe bikar tîne û vêcarê jî bi zimanê Yildirim ev yek nîşan daye. PYD’ê axaftina Yildirim şermezar kir û wiha domand: “Gelên Tirkiyeyê û Sûriyeyê divê bibînin ku AKP êdî van îdiayên xwe venaşêre. Tirkiye ya faşîst piştî berxwedana dîrokî ya 58 rojan ku hê jî didome, Efrîn dagir kir. Dewleta tirk bû sedema koçberkirina şêniyên Efrînê. Her wiha piştî ku Efrîn dagir kir, Efrîn veguherand warê çete û terorîstan. Ev jî rastiya AKP’ê radixe ber çavan.”

‘Heta ku dagirkeriya Tirkiyeyê bidawî nebe çareserî nepêkane’

Di berdewamê de jî PYD’ê daxuyand ku rizgarkirina Efrînê û vegereke bi ewle û aram dê demekî dirêj nekêşe û ev tişt destnîşan kir: “Nîqaşa çareserkirina Sûriyeyê bêyî bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyeyê û terorî nepêkan e. Em bang li gelên Sûriye û Tirkiyeyê dikin ku tu derfetê nedin AKP’ê ku fitneyan derxîne. Em ji gelê Sûriyeyê yên di kampan de re dibêjin ku li gorî banga rêveberiya xweser tevbigerin û daxwaza piştevaniyê ji NY’yê bikin ku koçberên Sûriyeyê vegerînin herêmên xwe yên ji terorê hatine rizgarkirin.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em careke din soz didin gelê xwe yê Efrînê û hemû kesên xakên wan ji aliyê rejîma Enqereyê ve hatine dagirkirin ku dê bi berxwedana me planên osmaniyan têk biçin û dê wan li axa wan vegerînin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar