Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

PYD’ê bi daxuyaniyekê rojbûna rêber Ocalan pîroz kir

PYD’ê gelên Mezopotamyayê bi rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û bang li hêzên demokrat û şoreşger ên li Rojhilata Navîn û cîhanê kir ku kar bikin da Ocalan azad bibe

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da. PYD’ê daxuyaniya xwe de diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fikr û nêrînên xwe bi pêş xistin heta gihaşt projeya neteweya demokratîk ku xilasiya gelê kurd bi xilasiya gelên li herêmê ve girêdayî ye. PYD’ê destnîşand kir ku gelê kurd rojbûna Ocalan pîroz dikin ku di girtîgeha Îmraliyê di şert û mercên dûrî mafên mirovan û dîlgirtiyan li ber xwe dide.

Di dewama daxuyaniya PYD’ê de ev tişt hat gotin: “Rêber Abdullah Ocalan bi nêrîneke rexnegir û lêkolîner li civakê xwe mêze dikir û li rêbazên xilasiyê digerî. Di jiyana xwe ya zanîngehê de tev li ciwanên şoreşger bû û tecrubeyên mezin di têkoşînê de bi dest xistin. Kurtejiyana kesên navdar ên di dîrokê de mîna pêxemberan û ronakbîran xwendin û bandora wan li ser civakên xwe nas kirin. Di sala 1987`an de partiya xwe ava kir. Piştî ku dewleta Tirk hemleyeke faşîst li dijî wî û hevalên wî pêk anî, berê xwe da Rojhilata Navîn. Serok Apo di dawiyê de gihaşt encamekê ku xilasiya gelê kurd bi xilasiya gelên li herêmê ve girêdayî ye. Ji ber wê fikir û felsefeya xwe bi pêş xist heta gihaşt felsefeya neteweya demokratîk ku li ser berjewendiyên hêzên hegemonîk xeter e.”

PYD’ê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha domand: “Em rojbûna rêber Abdullah Ocalan li gelê Kurd û gelên me Mezopotamyayê pîroz dikin ku di teorî û pratîkê de rêya xilasiyê ji wan re amade kir da ku bigihêjin jiyaneke azad, bi rûmet a demokratîk ku tê de gel bi mirovatiya xwe û rûmeta xwe dûrî bikaranîn û koletiyê hîs dike. Em bang li hêzên demokratîk û şoreşger ên li Rojhilata Navîn û cîhanê dikin ku hevgirtî bin û bi hev re kar bikin da ku rêber Abdullah Ocalan azad bibe ku ji bi sed milyonan re bûye hêvî. Ger azad bibe dikare destkeftiyên dîtir bi dest bixe. Rojbûna mîna vî serokî û pêşengî tê wateya rojebûna kesên li ser şopa fikr û felsefeya wî ne da ku civakeke mirovî tê de edalet, wekhevî û azadî serwer e ava bikin. “

Di dawiya daxuyaniya xwe de jî PYD’ê ev tişt ragihand: “Rêber Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî de sala 1999`an li Nairobi dîl hat girtin û radestî desthilta Tirkiyeyê hat kirin. Ji wê demê ve, di tecrîdeke giran de û hevdîtinên parêzeran û malbatê li ser qedexe ne. Herî dawî parêzeran di 7`ê Tebaxa 2019`an de bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Her wiha herî dawî di 25`ê Adara 2021`an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi rêya telefonê axivî û piştî 5 deqeyan telefon hat birîn. Ev peywendî, piştî gelek bangewaziyan li ser malperên tevna civakî yên Tirkiyê û bertekên li seranserî cîhanê pêk hat.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar