Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

PZK dixwaze midûriyetên zimanê kurdî bên vekirin

Endamê PZK’ê Bora Balîn têkildarî xebatên platformê diyar kir ku piştî hilbijartinan dê bi şaredariyên Kurdistanê re bixebitin û li gorî qanûnan ji şaredariyên bajarên mezin ên Kurdistanê daxwaz bikin ku di bin banê xwe de midûriyetên zimanê kurdî vekin

Endamê Paltforma Zimanê Kurdî (PZK) ku di meha cotmeha 2018’an de bi lihevkirina 9 partî kurd hat avakirin, xebatên xwe yên ji bo ziman didomîne. Platformê herî dawî roja çarşemê li Amedê bi rojnamegeran re civîneke çapameniyê li dar xist û di bin navê ‘bernameya nêzik û bernameya demdirêj’ de ji bo xebatên xwe yên ziman 2 bername aşkera kirin. Li gorî van her du bernameyan dê ji niha şûn ve platform bi awayekî şênber dest bi xebatan bike û pêngavên girîng bavêje.

Endamê paltformê Bora Balîn ku ew jî beşdarî civînê bûbû têkildarî xebatên wan ên ziman axivî û agahiyên balkêş da. Balîn diyar kir ku dema dest bi xebata xwe yên avakirina platformê kirine, biryar dane ku derbarê zimanê kurdî de li seranserê bajarên Kurdistanê lêkolînan bikin û wiha got: “Wek gava destpêkê me xwest bi van lêkolînan kêmasiyên xwe, daxwazên gelê kurd û asta zimanê kurdî  hîn bikin. Li gorî vê yekê raporek amade bikin û gav bavêjin.”

Li gorî raporê tevdigerin

Balîn da zanîn ku wek gava duyemîn jî biryar dane ku hemû xebatên xwe di bin zemîna hiqûqî de bimeşînin û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Ji bo ku em siberojê karibin di din zemîna hiqûqî de li Enqereyê ji bo qebûlkirina zimanê kurdî çalakiyan li dar bixin û hevdîtinan pêk bînin, me bi Baroya Amedê re jî hevdîtin pêk anî. Di vê hevdîtinê de me ji çarçoveya xebatên xwe yên qanûnî raporek ji wan xwest. Em ê li gorî vê raporê tevbigerin û çalakiyan pêk bînin.”

Dê xebata hevpar bimeşînin

Balîn di berdewamê de bal kişand ser xebatên ziman ên piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî lêkolînên ku me kirine di hilbijartirtinên herêmî yên 31’ê adarê de bi rêjeyek baş şaredariyên bajarê Kurdistanê careke din tên bidestxistin. Piştî vê serkeftinê em plan dikin ku ji bo zimanê kurdî bi şaredariyên xwe re xebateke hevpar bimeşînin û li gorî vê xebatê bi piştgiriya şaredariyên xwe niyet dikin ku platforma xwe bikin saziyeke fermî.”

Dikarin dibistan vekin û perwerde bidin’

Balîn got ku ji niha ve bang li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Kurdistanê dikin ku di çarçoveya hiqûqî de di bin sîwana xwe de miduriyetên zimanê kurdî vekin û  wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ev midûriyet bên avakirin, dikarin dibistanên kurdî vekin û perwerdeya bi kurdî bidin. Her wiha ji bilî dibistanan ji bo hînkirina zimanê kurdî dikarin qursan jî vekin. Dîsa dikarin ji bo rêvebirinê di nav karmendên şaredariyê de zimanê kurdî bidin belavkirin û nivîsê xwe jî bikin bi kurdî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar