Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Qada Galatasarayê 24 sale şahidiyê dike

Dayikên Şemiyê ketin sala 24’emîn têkoşîna xwe. Dayikên Şemiyê qûrnefîl danîn Qada Galatasaray û wiha gotin: “Em ê tu carî dest ji windayên xwe û Qada Galatasarayê ber nedin.”

Xizmên kesên dibin çavan de hatin windakirin, cara pêşî di 27’ê Gulana 1995’an li Qada Galatasarayê li hev civiyan û dest bi çalakiya Dayikên Şemiyê kirin. Dayik, di salvegera  24’emîn de, dîsa li hev kom bûn û çalakiya xwe ya li Qada Galatasarayê domandin. Wekîla HDP’ê Oya Ersoy, wekîlê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî jî piştgirî dan çalakiya dayikan.

Daykên Şemiyê, ketin Qada Galatasarayê ku bi bendan hatî dorpêçkirin û qurnefîl danîn qadê. Dayika Mûrat Yildiz ê di bin çavan de hatî windakirin Hanîfe Yildiz axivî û wiha got: “Em ê peykerekî ku temsîliyeta windayan dike deynin. Em ê bi ser bikevin, hûn ê winda bikin.”

Hevjîna Fehmî Tosûn ê di bin çavan de hatî windakirin Xanim Tosûn jî wiha got: “Ev qad, qadeke ku me Dayika Berfo rêwî kirî ye. Me li vê qadê soz da Dayika Berfo. Me li vê qadê soz da windayên xwe. Em ê tu car ji winda û ji vê qadê dest bernedin.”

Dayikan, piştî daxuyaniya xwe, qurnefîl û dovîzên li ser ‘Em ê dest ji Galatasarayê bernedin’ hatî nivîsîn danîn ser peykerê li qadê. Piştî wê dayik, bi wêneyên zarokên xwe heta komalaya ÎHD’ê ya li Kolana Îstîklalê meşiyan.

Polîsan, di 25’ê tebaxa 2018’an de, di hefteya 700’î de êrîşî Dayikên Şemiyê kiribûn û nehiştibûn çalakiya xwe li Qada Galatasariyê pêk bînin. Ev bû 40 hefte ne ku polîs destûrê nadin dayikan ku bikevin Qada Galatasarayê û çalakiya xwe pêk bînin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar