PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Qada sereke ya rêya 3’emîn kolan in

Nasrûllah Kûran: Qada sereke ya rêya 3’emîn kolan in, tax in û mal in. Siyaset li van deran tê kirin û armanca wê jî ew e ku ji pirsgirêkan re çareseriyê hilberîne.

Ji hundir hûn Tirkiyeyê çawa şîrove dikin? Alava dewleta Tirk bi AKP’ê re şêweyek çawa girt?

Beriya her tiştî em Tirkiyeyeke ku di hilbijartinan de bi sîstema ‘Serokatiya Tirkî’ hatiye guhertin û îdeolojiya Tirk a Avrasyayê ya ku cil û bergên îslamî li xwe kiriye, ketiye dewsa îdeolojiya Tirk a Kemalîst a îflasê ya Ewropayê, dibînin. Tişta balkêş ev e ku di vekirina Avrasyayê de polîtîkaya xwe dispêre etnîsîteya Tirk û Îslamiyetê, di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de û piştre jî di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de di serdema Elmanyaya Hîtler de ji aliyê Împaratoriya Elman ve hatiye pêkanîn. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de Împaratoriya Osmanî veguherî hêza îcrayê, di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de jî bermahiyên Osmanî veguherî navenda operasyonên bi vî rengî yên li dijî Sovyetê. Piştî damezirandina hegemonyaya DYE’yê, siyaseta Avrasyayê weke amûra stratejiya bêîstîqrara Yekîtiya Sovyetê li ber Komara Tirkiyeyê hat danîn û bi rêya Tirkiyeyê hat meşandin. Dema ku pêvajoya dîrokî were lêkolandin, her çendî teoriya Avrasyayê wekî pêdiviya jeopolîtîka Tirkiyê were pêş, lê di eslê xwe de têkiliya wê bi Tirkbûnê re tune ye. Îro her çendî ku sêgoşeya AKP-MHP-Ergenekon, Avrasyatiyê weke stratejiya dij-Tirk û antî emperyalîzmê nîşanî gelên Tirkiyeyê bike jî, rastiyên dîrokî berovajî vê yekê dibêjin û îsbata wê ya hegemonîk nîşan didin.

Çima alava dewleta Tirk dikeve nav dûbarekirineke wisa ku mirov dikare jê re bêje dubareya dubarebûnê?

Ji ber ku li hemberî têkoşîna azadiya Kurd hilweşandina Kemalîzmê bû sedema valahiya îdeolojîk û Komara Tirk ji vê re bêyî amadekarî hate girtin. Ji ber ku ti sûdê nade yekdestdarên desthilatdariyê yên ku alava dewletê pêk tînin, demokratîkbûyîn bi baldarî ji derve tê hiştin. Tiştê ku dimîne, aqilê dewletê herî baş dizane, ew jî siyaseta afirandin û şeytanîkirina dijminan e. Diyardeya Kurd û nirxên demokratîk dibin dijmin û tê xwestin ku civak li gorî wê şikil bigire. Ger hûn bala xwe bidin, fîlimên bi vê naverokê hema hema li ser her kanalek TV’ê destpê kirine. Bi çêkirina xerabiya hêzeke mutleq, tê xwestin ku nakokî di navbera gelan de çêbibe û geş bibe. Dîsa îdîa dikin ku cudahiyek çandî çêdikin, bi sembolan kar û xebatan dimeşînin. Dema yek di heman qedehê de şerab vedixwe, yê din şerbetê dadigre; lê qedeh her weke xwe dimîne û hemû hêmanên modernîteyê hebûna xwe didomînin. Nêrîna wan a li ser Kurdan jî wisa ye.

Hûn dizanin tişta komîk çi ye? Ev proje jî ayîdê DYE’yê ye. Piştî ku Birêz Ocalan dîl hat girtin û radestî Komara Tirk hat kirin, şerê dijwar a Kurd-Tirk hatibû plankirin. Birêz Ocalan bi pêşbîniya xwe ev yek têk bir. Niha jî bi şîara ‘xwecihî û neteweyî’ desthilatdariya heyî di heman tiştî de israr dike. Divê mirov ecêb nemîne ku ger wiha berdewam bike dê bibe çirûskek û tevahiya herêmê bişewitîne.

Têkildarî her du hilbijartinên 14-28’ê Gulanê, ji girtîgehê tespîtên we çi bûn?

Têkildarî encamên hilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê nirxandin kirin, ne gelek zehmet e. Lê ji ber ku me beriya hilbijartinê nêrînên xwe bi zelalî nivîsandine, em dikarin vê bi rehetî bibêjin: Tifaqa AKP-MHP-Ergenekon pêvajoya hilbijartinê di asta operasyonê de dest girt û li gorî wê jî li ser bingehê gelek stratejiyan xwe amade kir. Li dijî her hêmanek dijber taktîkên bêhempa pêş xist. Lê belê, ew bi xwe jî ne bawer bû ku bi tevahî ser bikeve. Karê wan ji ber bêcidiyeta muxalefetê hêsantir bû. Serkeftina yekem a hikûmetê ew bû ku Îmamoglu ji hevkêşeyê derxîne û dadgeriyê bikar bîne da ku pêşî li Tifaqa Milet bigire ku namzetek bihêz-alternatîf derxe holê. Dibe ku Kiliçdaroglû weke mirovekî baş be, lê di pozîsyona xwe ya serokatiya siyasî de li hemberî Recep Tayyîp Erdogan kesayetekî tund û bi îstîkrar nîne. Kurdbûn û Elewîbûn ji bo wî dezavantaj bû. Îmamoglû jî weke şexs ne xwediyê taybetmendiyên lîdertiyê bû, lê ji herêma Behra Reş e û ji aliyê baskê dewletê ve tê destekkirin, vê yekê ji bo wî avantaj çêdikir.

Tifaqa Netew ji tifaqa alternatîf a demokratîk zêdetir tifaqeke rastgir bû û hebûna CHP’ê jî ev yek nediguherand. Bi bloka rastgir a ku ji aliyê AKP-MHP-Ergenekonê ve hatiye avakirin û bi faşîzmê xwe îspat kiriye, ma kî/ê wê teqlîdê tercîh bike? Ev pirs zêde nehat lêkolînkirin, hewldanên rêxistinbûyîna îdeolojîk ên ji aliyê dewletê ve dihatin meşandin gelekî kêm hatin nirxandin, faşîzm li Tirkiyeyê bûye kesayeteke girseyî bi israr hate paşguhkirin. Li şûna wê, nîqaşek li ser têgînên nermtir ên neteweperestî û navendiya rast hate tercîh kirin. Ev yek di hilbijartinan de bi awayê ‘nijadeke rastgir’ di navbera tifaqa ‘Milet’ û ‘Komarê’ de derket holê. Rastiya ku Partiya Îyî Hespê Trûvayê ye ku di her kêliya ku bixwaze dê Tifaqa Milet bişkîne, heya ku Akşener maseyê hilneweşîne û piştî sê rojan bi pratîka demê şênber nebe, nayê fêmkirin, ev yek nîşaneya zelal a korbûn yan lîstika şanoyê ye. Navên wekî Muharrem Înce, Sînan Ogan, Umît Ozdag rolê kevirên navberê yên ku ji aliyê stratejiya desthilatdariyê ve girêdayî ye, girtin ser xwe.

Desthilatdariya ku hilbijartina serokomariyê li gorî tûra duyemîn plan kir, tenê di vê de bi ser neket. Bi tevlîkirina Tifaqa Milet a di tûra duyemîn de di atmosfera ku afirand de, hişt ku alîgirên CHP’ê beşdarî pêşbirka kufrkirina nirxên Kurdan bibin. Ji gelê Kurd, demokrat û çepgir re peyama ‘Em ji hev cuda nînin’ hat dayîn. Vekişîna HDP’ê ya heta sînorê girtinê, hiştina tercîha Partiya Çepên Kesk ji bo kêliyên dawî, zêdekirina operasyon û zextan, qelskirina rêveberiya siyasî ya legal li Kurdistanê, girtina kadroyên organîzator û hwd di hemû bûyeran de îşaret bi rewşeke bi pirsgirêk dikin. Desthilatdarî bi bikaranîna van hemûyan siyaseta legal xiste qadeke teng û di vê çarçoveyê de propagandaya xwe kir. Di pratîka Tifaqa Ked û Azadiyê de, TÎP çi teorîze bike, di dawiyê de di çarçoveya lîstik yan operasyona stratejiya hilbijartinê ya desthilatdariyê de dimîne.

Di wateya dawî de, ev dîmen bi ti awayî me ber bi îdîaya ‘Em di tûra yekem de vî karî biqedînin’ nedibir; ti daneyên li qadê ev yek nîşan neda. Lê dîsa jî tercîha di vî warî de pêk hat, helbet ji bo me mijara meraqê ye. Aqilê Apoyî yê em dizanin, sêvan di yek selikekê de kom nake. Li gel van hemûyan xisûsên girîng jî hene ku hilbijartinan ji bo Tirkiye û Kurdistanê eşkere kirine û li benda nirxandinê ne.

Ev xisûs çi ne? Encamên ku we ji hilbijartinan derxistî çi ne? Di vê nuqteyê de, riya sêyemîn çiqas girîng e?

Yekemîn; Gendelî, rizîbûn û parçebûna desthilatdariyê di civakê de jî derketiye holê. Faşîzm li Tirkiyeyê di asteke ku nayê biçûkxistin de mezin bûye. Her çendî ku esasê derew û helwestên ji rê derxistinê yên desthilatdariyê tê zanîn jî, vê komê derewên organîze tercîh kirin. Ne rast e ku mirov vê yekê bi nezanîna beşên gotinê vebêje; tercîheke îdeolojîk hatiye kirin. Bi operasyonên feraseta ku demeke dirêj li ser bingeha “Civaka Tirk muhafazakar e” hatin pêşxistin, siyaseta sosyal demokrat, çep a demokratîk û siyaseta demokratîk hema bibêje bi tevahî ber bi rastê ve hatin kişandin. Ev rewş dibe sedem ku civaka ku alternatîfa wê tune ye, bi rêyên revêber bi faşîzmê ve biçe. Ji ber vê yekê bijardeya rêya sêyemîn ji Kurdan zêdetir, ji bo gelên Tirkiyeyê bûye pêwîstiyeke lezgîn. Li şûna ku teoriya revê qebûl bikin, ji derveyî rêxistinkirina berxwedanê ti rê li ber hêzên demokrasiyê nemaye.

Duyemîn; Desthilatdariya îdeolojî û rêxistinî, her çendî bi destê alava dewletê jî be, bi cidiyet û biryardarî meşandiye. Wê demê yên ku li Qesrê û Beştepeyê dijîn ne tenê ketine nava kêf û şahiyê, karên xwe cidî girtine û ji bo serketinê hemû pîvanên stratejiya siyasî xistin meriyetê. Li gorî me, li şûna bikin mijara pêkenokê, divê mijarên ku di pozîsyona herî rewa de ne, vê dîsîplîna xebatê bi dest bixin û di xwe de israr bikin. Ji ber ku bi vî karî re desthilatdariyê hem di meclîsê de û hem jî di serokkomariyê de xwe ji nû ve ava kir û di her şert û mercî de wezîfeya siyaseta Kurd a legal ku bibe partiya sereke ya parlamentoyê, paş ve bir. Bi vî rengî dîtin û pênasekirina heqîqetê, pêşgotina afirandina stratejiyeke rast e.

Sêyemîn; Belê, derfeteke din a dîrokî ji dest çû. Tevî hemû êrîş û heqaretên li hemberi nirxên wî yên di tûra yekemîn û duyemîn de jî, xwedîderketina li îradeya xwe ya birêxistinkirî îhmal nekir û dîsa zanî ku erdnîgariya xwe bike rengê tercîha xwe. Ev îradeya li Kurdistanê di demeke ku êrîş di her warî de di lûtkeyê de ne, encama îdeolojîkbûnê ye û destnîşan dike ku hilbijartin di navbera îdeolojiya dewleta Tirk û îdeolojiya azadiya Kurd de ye. Lewma di aliyê Kurdan de ti têkçûn tune ye. Kurdan di têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê de rolê xwe herî zêde lîstin û bandora xwe careke din nîşan dan. Ger rastiya gelê Kurd di bin van şert û mercan de îradeya xwe ya ji bo civakek exlaqî û polîtîk nîşan bide, ev yek nîşanî me dide ku hem hêvî û hem jî jiyan hilberîna berxwedanê ya ku weke organîzmayeke zindî namîne berdewam dike.

Hûn derxistina HUDA-PAR’ê ya li pêş çawa dinirxînin?

Beriya her tiştî divê em rehetiya nêzîkbûna li vê mijarê bi şêwaza “Gelê me dizane, nikarin tiştek bikin” bidin aliyekî. Gotinek tê zanîn heye: “Siyaset valahiyê qebûl nake.” Ev ji bo hemû qadên jiyanê, şer jî tê de derbas dibe. Jiyan valahiyê qebûl nake, ji ber vê yekê hûn zû dibînin ku alternatîfek derdikeve holê an ji hêla kesên din ve ew valatî tê dagirtin. Di salên 90’î de tevî hemû hovîtiya şer jî îradeya azadîxwaz gelekî belav bû û hêza xwe dabû qebûlkirin. Diyardeya ku jê re ruhê serdemê tê gotin, li gorî wê teşe girt. Li qadê ne tenê gerîla, di heman demê de rêxistinên mîlîs û komîteyên gel jî hebûn. Rêxistina gel rasterast û kûrtir bû. Îro bi tevkariya teknolojiyê stratejiya şerê topyekûn bi awayekî herî zêde li her qadê belav kiriye. Em hemû baş dizanin ku di bin şert û mercên wêrankirin, dorpêçkirin û çewisandina hemû hêzên azadîxwaz de, asta amadekariya we çi dibe bila bibe, wê her tim li hin qadan valahî hebin. Dema ku hûn têkoşîna rizgariya neteweyî binirxînin, hûn ê rastî mînakên bêhejmar ên vê yekê werin. Desthilatdariya mêtinger her tim dixwaze vê bike firsend û ji bo vê rêbazan pêş dixe. Ji bo vê jî stratejiya ‘kontra-gerîla ya li navend gel’ li ser esasê NATO’yê hatiye pêşxistin. Li dijî Dayikên Şemiyê ‘Dayikên Amedê’ derxistina ser dikê bi vê armancê pêk hat û ev tê wateya ku ax ji aliyê kesên din ve tê ajotin.

Dema ku di salên 90’î de Hîzbûlkontra weke hêza derbeyê ya JÎTEM’ê hate pêşandan, ne pêkan bû ku roleke mîna Hamasê bilîze. Ji ber ku Hamas di destpêkê de rêxistina xwe bi xizmetên civakî yên weke lênerîna tenduristiyê ya bêpere pêşkêşî feqîran kir. Her wiha hebûna Tevgera Azadî ya li qadan bû sedem ku rola Hizbulkontra zû deşîfre bibe û di aliyek din de bişikê. Di roja heyî de jî, vebûna HUDA-PAR’ê ya ku dewlet piştgiriya wê ya siyasî dike, jiholêrakirina projeya demdirêj û ferzkirina wê ya di rojeva demê de cudatir, ne tiştek din e. Bi vê dîtinê re tê fêmkirin ku bi desteka dewletê tê xwestin gelê Kurd bixin nava tevna neteweperestiya Îslamî de. Hêjayî bîrxistinê ye ku sazûmana dewleta Tirk ku di destpêka salên 2000’î de bi vekişîna Tevgera Azadiyê ya ji Bakur ber bi Başûr ve fikirîbû ku têkoşîn bi dawî bûye û bawer dikir ku Hizbulkontra nepêwîst e û yekser ji holê rakir.

Dema ku Tevgera Azadî di sala 2010’an de dest bi pêngaveke nû kir, vê carê jî dezgehên dewletê bi berdana rêveberên payebilind ên Hizbulkontrayê dîsa dest bi amadekirina vê sazûmanê kir. Em dizanin ku di salên 2013 û 2014’an de endamên xwe yên mayî birine yek-du girtîgehan û li derve di çarçoveya peymana bi dewletê re amade kirine. Di van demên dawî de gotegotên ku ev jî hatine rakirin û di hin saziyên dewletê de hatine bicihkirin tên. Ji ber vê sedemê, girîng e ku mirov seranser û ji rêzê negire dest. Erdogan ji xwe beriya niha gotibû HUDA-PAR ‘navxweyî û netewî ye’ û Suleyman Soylu jî vê projeya dewletê çawaye eşkere kiribû. Dema em nifşa nû ya ku ji sala 2020’an vir ve mezin bûye digirin ber çavan, tiştê divê bê kirin ew e ku têkiliyên Hizbûlkontra-dewletê bi hemû pratîkên pêvajoyên derbasbûyî bigirin dest û di roja îro de hem nûvekirin û hem jî bîranîn çêbike. Bi kurtasî, ev çêkera dirêjkirina dewletê ku amûrek kevn a konjonktura nû ye, ji bo şopandina şert û mercên hebûnê û di her gavê de teşhîrkirina wê û pêşxistina tedbîran, xisûsek wisa ye ku divê dest jê neyê berdan.

Ji nû ve hilbijartina Erdogan wê bandoreke çawa li ser tecrîda heyî bike?

Ji nû ve hilbijartina Erdogan û rastiya ku desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekon ê xwe ji nû ve xurt kiriye, bêguman wê di warê polîtîkaya tecrîda mutleq a li ser Birêz Ocalan tê meşandin de rola ji nû ve asêkirî bilîze. Ji ber ku hilbijartin di şexsê Birêz Ocalan de bi giranî li ser nîqaşên bi temamî tecrîdkirina hebûna Kurd a azad û berdewamkirina polîtîkayên qirkirinê hatin kirin. Divê neyê jibîrkirin ku di vî warî de DYA û Ewropa rola serdest dilîzin. Ya rast, balkêş e ku piştî hilbijartinan hin çavkaniyên Ewropa-Amerîkayê nirxandinek pêşxistin ku AKP’ê beriya hilbijartinan bi DYA’yê re lihevkirinek pêk anîbû. Ger ev rast be, tê wateya ku tecrîda mutleq a li ser Birêz Ocalan û konsepta tinekirinê ya li ser Tevgera Azadiyê wê bidome. Gelo ev rewş li gorî rejîma heyî dikare bê berdewam kirine? Bê guman zehmet e ku Komara Tirkiyê bi tena serê xwe vê yekê pêk bîne, lê ne zehmet e ku mirov pêşbînî bike ku bi alîkariya DYE, YE û hin hêzên herêmê di vê yekê de israr bike.

Ji ber vê yekê, yekane hêmana ku tecrîda mutlaq a li ser Birêz Ocalan rake, têkoşîna azadiyê ye. Lêgerînên li ser bingehê hêviyên ji dervey vê yekê, wê tenê encamên nerast û xapînok derxînin. Di encamê de, qûralê sereke ya polîtîkayê yan jî pêkanîna polîtîkayê ev e: Ti carî bêçare nemînin. Bila ji ti kesî bendewariyên we nebin. Dest ji armanca xwe bernedin. Birêz Ocalan û ûstayên din ên siyasetê jî vê yekê dibêjin û tevdigerin.

Li aliyekî bloka Kemalîst û nijadperest, li aliyê din jî bloka desthilatdariyê ya dîndar, paşverû û otorîter heye. Li aliyê din Ocalan ‘rêya sêyemîn’ nîşan dide. Li gorî pêşketinên wê yên dawî, gelo hûn difikirin ku siyaseta rêya sêyemîn têra xwe tê fêmkirin?

Bi rastî, pirs bi xwe bersivê dihewîne. Divê ez bibêjim ku ez ne yek ji wan kesan im ku di wê baweriyê de ne ku mesele bi şaştêgihiştina rêya sêyemîn ve girêdayî ye. Divê bi awayekî vekirî bê nîqaşkirin. Rêya sêyemîn çi ye? Paradîgmaya modernîteya demokratîk e, sepana wê ya ji bo siyaseta legal e. Ewqas hêsan e. Çi endamê neteweyeke mêtingeh be, çi li metrepolan karkerek bî ku keda xwe difiroşî, çi gundiyek bî ku ji xwe re erd diajo, çi xwendekar û bêkarek be ku nikare bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibî, bibî xwe û xwebûna xwe pêk bînî û bi nasnameya xwe ya cewherî bêyî ku rastî mudaxeleyeke derve werî, bêyî rastî metamorfozê werî, tu dixwazî jiyaneke azad û xweser bijî? Rêya sêyemîn ev e.

Yên ku li ser parêznameyên birêz Ocalan nesekinîne, dibe ku nizanibin paradîgma di warê stratejiya siyasî û taktîkî de tê çi wateyê? Ev têra xwe normal e, lê ji bo kesên ku di van saziyan de ne xwedî mîsyonek pêşeng in, bi kurtasî ji bo mirovên asayî normaliyek e. Lê tu yê him di saziyên me de cih bigirî, him di warê temsîliyeta siyasî de cih bigirî, him jî tu yê li ser paradîgmayê nesekinî û tu yê ji xwe re neke derd ku paradîgmayê têxe pratîkê! Navê vî tiştî ne fêmkirin e, tê wateya ‘ne xema min e’. Beriya her tiştî divê ev helwestên li dijî nasnameya siyasî, helwestên jirêzêbûnê normal dike, were redkirin.

Têgihiştina neolîberal bi pasîfîzekirina jiyanê û bi tenêhiştina mirovan hegemonyaya xwe bi pêş dixe. Bi vî awayî dibe hêza herî xurt a ku statukoyê xwedî dike. Jehrkuja vî tiştî jî rêya sêyemîn a alternatîf e. Rêya sêyemîn, tê wateya ku têkiliya azadî û xweseriyê li ser esasê rast, ango li ser bingeha demokrasiyê were avakirin. Sedema hebûna siyaseta legal di meclîsê de pêkanîna vê têkiliyê ye. Armanc dike ku cudahiyên siyasetê yên ku di rêgezên azadî, demokrasî û wekheviyê de hevpar in, ji pratîkên sîstemê di her alî de derbixe holê û hişmendiyekê çêbike. Di vir de armanc ne ev e ku mirov li gorî polîtîkayên pergalê tevbigere û bişibe wê, tê wateya ku mirov wan polîtîkayan li gorî demokrasiyê pêk bîne û demokratîktir bike. Ji ber vê ji nirxandina diyardeyan heta tarza jiyanê divê mirov di her qadê de cihêtiyê ava bike. Dema ku hûn vî tiştî têxin pratîkê hûn ê bikaribin bergîdaniyekê pêk bînin.

Dema ku mijarên wiha derdikevin pêş, muxalefeta Tirkiyê bi gelemperî ji hukûmetê re dibêje ku wekî serok Lûla nerm bin, li şûna wesayîtê bisiklêtê bi kar bînin, beşeke meaşê xwe nestînin. Lê mixabin vê tişta ku dixwaze, ew qet bi cih nayne, her dem ji yê hember dixwaze. Em bi kurtî qala wê bikin, parlementerekî ku nûnerê rast ê rêya sêyemîne li Tirkiyeyê biçe ku derê, wê pêdivî pê bibîne ku li otelê bimîne? Wê pêdiviyê pê nebîne. Hema li deriyekî bixe û xwe bide naskirin, wê mirovên me konfor û qîmeta ku tu otêl nikare pêk bîne, pêşkêşî wan bike. Têkiliya nirx û girîngiyê di hemû gelan de pir xurt e. Têkiliyeke wiha wê malê dike keleha rêya sêyemîn. Şerên îro jî li ser şikandina exlaqê aliyê din tên pêşxistin. Erka rêya sêyem û ya rêwiyan mezinkirina vê maneviyatê ye, karibe têkiliya vî tiştî ava bike û belav bike. Heke xwe bi rola zagonsaziyê bi sînor bike, ev tê wateya ku statukoyê ev rol daye wê. Siyaseta li ser rêya sêyemîn jî tê wateya ku derkeve derveyî tercîhên vê rol û şertan. Nûnertiya li qada siyasetê ya civaka exlaqî û polîtîk, tê wateya rewşa ‘zanîneke’ wisa.

Aqilê Apoyî bi diyardeya rêya sêyem pir eşkere dibêje: Heke hêzên ku mafê jiyanê nade te dema bi hev re şer bikin, tu mecbûrî bibî dûvikê aliyekî, ji dêvila vî tiştî tu ya xwe biafirînî, xwe bike hêz, jiyana xwe ya di bin tasarûfa kesên din de têxe destê xwe û di vê rewşê de xwe bike alternatîf.  Ma ev qas zehmet e ku mirov fêm bike? Tişta zehmet ev e ku mirov xwe di vî warî de perwerde bike, ya zehmet ev e ku bi ked û baweriyê li ser rêya jiyana azad bimeşe. Li ser vî esasî divê pîvanên bingehîn were avakirin û ji bo her kesî were pêkanîn. Parlamento ew cih e ku temsîliyeta siyasî xwe tê de diyar dike; ew ne ciha bingehîn e, ew ciha heta demekê ye. Qada bingehîn ê rêya sêyemîn kolan e, tax e, mal e. Siyaset li van deran tê kirin, armanca wê ew e ku ji pirsgirêkên gel re çareseriyan bibîne. Avahiyên partiyê ji bo vê yekê navnîşan in, lê endamên wê li kolan, li taxan û li malê xebatên xwe dimeşînin. Di vî warî de rêya sêyem tê wateya ku vegera li civak û gel, a ku tê xwestin were windakirin. Ya mayî jî wekî di gotina ‘yê bixwaze wê rê bibîne, yê nexwaze jî wê hincetan bibîne’ tercîhê ji mirov re dihêle.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar