Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Qadên Berxwedanê 20 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin

Artêşa tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 9 caran bi bombeyên qedexekirî û 11 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kir. Qadên Berxwedanê 9 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus û çekên giran hatin bombekirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

Di encama çalakiyên hêzên me de dagirkerek bi giranî birîndar bû.

Artêşa tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 9 caran bi bombeyên qedexekirî û 11 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kir. Qadên Berxwedanê 9 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus û çekên giran hatin bombekirin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

30’ê cotmehê saet di 02:30’î de li Qada Bexwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek bi giranî birîndar bû.

30’ê cotmehê saet di navbera 07:30 û 08:30’î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, li hemberî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Şehîd Dogan, 4 caran bi çekên giran çalakî hate kirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

29’ê cotmehê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

29’ê cotmehê saet di 19:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li dijî dagirkerên ku dixwestin bombeyan li çeperên şer ên li Şehîd Çekdar bibarînin, bi çekên ferdî çalakî hate lidarxistin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî wiha ne;

29’ê cotmehê saet di 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî çeperên şer ên li Şehîd Yûnûs û çeperên şer ên li Şehîd Çekdar 4 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

29’ê cotmehê saet di navbera 07:00 û 19:00 li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên li Şehîd Felat 5 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

29’ê cotmehê saet di navbera 07:40 û 17:40’î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, çeperên şer ên li Şehîd Bahoz 11 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

29’ê cotmehê Qadên Berxwedanê yên Girê Bihar, Girê Cûdî û Girê FM’ê 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

29’ê cotmehê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê bi dehan caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.

29’ê cotmehê artêşa tirk a dagirker bi kepçeyan hewl dan çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne.

29’ê cotmehê artêşa tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar ji bo dagirkeriyê rê çêdike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar